Amed
1'emîn Konferansa Şanoya Kurdî ku dê 3 rojan berdewam bike, li Amedê dest pê kir. Di konferansê de Şanoger Rugeş Kirici, got ku şanoya kurdî bi zimanê qedexe û di bin bişaftinê de pêş dikeve û ji ber vê yekê rastî pir zahmetiyên mezin tê.
Şanogerên kurd, li Salona Şanoya Bajarê Mezin a Amedê hatin ba hev. Konferansa wan dê 3 rojan bidome.
Di konferansê de Endamê Enstîtuyua Şanoya Navneteweyî (ITI) Eberhard Wagner, Serokê Şanogeriyê yê Zanîngeha Haliçê Alk. Doç. Dr. Oguz Arici, Hîndekarê Beşa Şanogeriya Fakulteya Wêje û Erdnîgeriyê ya Zanîngeha Enqereyê DTCF'ê Sureyya Karacabey, Yeşîm Ozsoy Gulan, Şanogerên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Navenda Çanda Cegerxwîn, Navenda Çanda Mezopotamya û Konservatuara Bajar a Aram Tigran jî di navde gelek şanoger amade bûn.
Şanoger Rugeş Kirici di vekirina konferansê de axivî û wisa got: "Hemû jiyan û serpêhatiyên kurdan tev mijara şanoyê ye. Lê şano û fîlmên ku vê serpêhatiya kurdan bi civakê re parve bikin tune bûn. Piştî têkoşîna gelê kurd û saziyên kurdan ên çandî ava bûn şanogeriya kurdan jî pêş ket. Piştî têkoşîna azadiyê şanogeriya kurd pêş ket. Piştî salên 1990'î şanogeriya kurdî hişyar bû."
Piştî 3 rojên konferansê dê encamnameyeke bê eşkerekirin.


