Stenbol
Di doza rojnamegerên kurd ên girtî de, dadgehê biryar hate girtin: 7 rojnameger hatin berdan.
Di bin navê "KCK"ê de par rojnamegerên kurd hatibûn girtin. Danişîna doza 33 jê girtî, 46 rojnamegeran îro li Sîlîvriya Stenbolê dom kir. Heyeda Dadgehê di danişîna sêyem a rojnamegeran de birayreke navincî da û 7 rojnameger serbest berdan.
Nûçegîhanê ANF'ê İsmail Yildiz, jimarkara DÎHA'yê Pervin Yerlikaya, Xwediya DÎHA'yê Zuhal Tekiner, Xwedî û Berpirsê Karên Nivîsaran ê Ozgur Gundemê Ziya Çiçekçi, nûçegîhanê DÎHA'yê Çagdaş Kaplan, Xwediyê Kovara Demokratik Modernite Omer Çiftçi û xebatkarê heman kovarê Saffet Orman hatin berdan. Rojnameger hatin berdan lê ji wan İsmail Yildiz bi îdîaya der barê wî de biryareke din a girtinê heye ew dîsa binçav kirin.
Doza rojnamegeran taloqî 22'yê avrêlê kirin.


