logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Heyeta BDP-KCD'ê bi Karayilan re hevdîtin pêk anî

Heyeta KCD-BDP’ê ku çû Qendîlê da zanîn ku wan bi Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan û rayedarên din ên KC

  • Dîrok: 02/03/2013
  • Beş: Nûçe

HEWLÊR 
Heyeta KCD-BDP’ê ya ku çû Qendîlê da zanîn ku wan bi Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan û rayedarên din ên KCK’ê re hevdîtin pêk anîne. Heyetê ragihand ku rayedarên KCK’ê gotine ew ê di nava deh rojan de bersivê bidin nameya Ocalan. Her wiha rayedarên KCK’ê da zanîn ku ew ê di nava 10 rojan de bi rêya saziyên sivîl û partiyên siyasî leşkerên girtî serbest berdin.

Heyeta KCD-BDP ya ku ji Hevserokên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk, Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş, Parlementerên BDP’ê Sirri Sureyya Onder û Altan Tan pêk dihat, ji bo nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bigihînin rayedarên KCK’ê hatin başûrê Kurdistanê. Heyeta di roja duyemîn a serdanê de çû Qendîlê û bi heyetek ji rayedarên KCK’ê ku Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan jî di nav de bû re hevdîtin pêk anîn.

JI BER BOMBEBARANÊ ROJA YEKEM NEKARÎ BIÇE QENDÎLÊ

Şandeya KCD-BDP îro vegeriya Hewlêrê û li Buroya BDP’ê ya li Hewlêr daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku rastî eleqeyek xurt a çapemeniya kurd û biyanî hat de Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak destpêkê axivî û diyar kir ku wan ji ber bombebaranê nekarîn roja yekemîn biçin serdana Qendîlê, neçar mane ku roja duyemîn biçin serdana Qendîlê.

KCK DI NAVA 10 ROJAN DE BERSIVÊ DIDIN NAMEYÊ

Kışanak jî diyar kir ku wan li Qendîlê bi rayedarên KCK’ê ku Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan jî di nav de bû re hevdîtin kirine. Kişanak got ku rayedarên KCK’ê jî kêfxweşiya xwe ya ji bo hewldanên aştiyê anîne ziman. Kişanak diyar kir ku wan nameyê Ocalan daye rayedarên KCK’ê û rayedarên KCK’ê jî gotine: “Em ê di nava hefteyek an jî 10 rojan de bersivekê bidin nameyê.”

 

KCK: OCALAN VÎNA ME YE

Kişanak da zanîn ku rayedarên KCK’ê di  hevdîtinê de dane diyarkirin ku ew bi hewldanên ji bo aştiyê kêfxweş in û gotine: “Vîna me Ocalan e.”

Kişanak bang li endam û saziyên çapemeniyê kir ku ji bo pêvajo xida nebe, piştgiriyek xurt bidin pêvajoyê.

KARAYILAN: GER AŞTÎ PÊK BÊ BILA AŞTIYEK BI RÛMET BE

Piştî Kişanak, her yek ji Hevserokên Giştî yên KCD’ê Ahmet Turk û Aysel Tûglûk axaftinek kirin. Turk di axaftina xwe de got: “Hevdîtina me baş derbas bû. Wan jî kêfxweşiya xwe ji bo hewldanên çareseriyê anî ziman. Piştgiriyê didin pêvajoyê.” Turk da zanîn ku Karayilan diyar  kir ku “Ger aştiyek pêk bê bila aştiyeke bi rûmet be.”

Her wiha Turk sipasiya partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanê jî kir ku pir baş ew pêşwazî kirine. Turk anî ziman ku, partiyên siyasî yên Kurdistanî jî ji bo aştî û demokrasiyê xebat dikin.

TÛGLÛK: DIVÊ ÇAPEMENÎ PIŞTGIRÎ BIDE PÊVAJOYÊ

Aysel Tûglûk jî diyar kir ku ew li Qendîlê bi awayekî baş û dilxweşî ji aliyê rayedarên KCK’ê ve hatine pêşwazîkirin û got: “Ew jî piştgirî didin pêvajoyê. Dibêjin Rêberê me çi bêje, em dilsozên wî ne. Ew vîna me ye.”

Tûglûk da diyarkirin ku, ligel ku bombebaran jî dihat kirin li Qendîlê îradeyek pir bi hêz ya çareseriyê hebû. Tûglûk destnîşan kir ku, serdana wan a Qendîlê hêviyên wan ên çareseriyê bihêz kiriye.

SERDANÊN ŞANDEYÊ DÊ BIDOMIN

Her wiha, hate got dê şandeya BDP-KCD ji aliyê Endamê Polîtburoya YNK’ê û Serokwezîrê berê yê Herêma Kurdistanê Berhem Salih ve ji bo xwarinê hatiye vexwendin û dê îşev mêvanên Salih bin. Hate diyarkirin ku dê şandeya KCD-BDP serdanên xwe yên li Hewlêrê bidomîne û dê roja duşemê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin bikin.

ANF

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dibe ku X bi temamî bibe bi pere

ad

Barselona bû tekane qilûb ku sînorê mîlyar dolarî derbas kir

ad

Merivê alim gerek ne hêrsok be

ad

Fûara Pirtûkan a Elewiyan didome

ad

'Hirça Zêrîn' çû Macaristanê!

ad

Nadiya Mûrad nîşaneya herî bilind a Fransayê girt

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname