Diyarname
Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî du çalakiyên cuda têne li dar xistin. Yek li ser bîranîna Helebçe û yek jî nîşandayîna belgefîlm e.
Panelek li ser Helebçeyê
Ji bo biranîna Helebçeyê li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî bi beşdariya Fuad onen û Fehîm Işik panelek li dar dikeve. Panela bi navê "Helebçe û jenosîda li Kurdistanê: Dîrok û Teorî” wê li dar bikeve de moderatoriya wê jî Ahmet Onal dike. Panel roja 16'ê adarê saet 18.30 de wê lidar bikeve.
Nîşandayîna belgefîlm
Çalakiya din jî nîşandayîna belgefîlmê "Hemû Dayikên Min" e. Belgefîlmê derhêner Îbrahîm Seîdî û Zehawî Sencavî dê roja 15'ê mehê saet 19.00'an de bê nîşandayîn. Piştî nîşandayîna belgefîlmê 60 deqîqeyî dê li ser fîlm gotûbêjek bê lidarxistin
Wekî notek: Li Weqfa Îsmaîl Beşîkçî fîlm û belgefîlmên têne nîşandayîn bilêtê wan bi 2.50 KR ne.


