Diyarname
Weşanên Notabene ku navenda wê li Enqerê, pirtûka Helîm Yûsiv "Gava Ku Masî Tî Dibin" wergerand tirkî û weşand.
Romana Yûsiv ji aliyê Mehmet Çakmak ve hatiye wergerandin û niha ji aliyê Notabeneyê ve bi navê "Baliklar Susadiginda" bi tirkî hat weşandin.
Roman behsa xortekî ji Binxetê bi navê Masî dike. Masî dil dikeve keçikeke serxetî û dide pey dilê xwe. Dilê wî, wî dajo ber bi çiyayên Kurdistanê ve û tev li refên şervanan dibe. Ev şervanên ku ew bi xwe jî mîna masiyên tî hem li rastiya xwe û hem jî li ava azadiyê digerin. Kûçikê masî Bozo, deriyê hesinî yê oda wî, pênûsa wî, nivişta di bin çengê wî de û tiştên wî yên din serpêhatiya wî ya dijwar bi evînê re, bi şer re, bi mirin, birîndarî, xemgînî û bi tirajediyên sînoran re, li ber çavan radixîne.
Romana nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv "Gava Ku Masî Tî Dibin" yekem car di sala 2008'an de, ji nav Weşanên Lîsê li Amedê bi kurdî hatibû weşandin. Piştî “Sobarto” û “Tirsa bê diran” ev sêyemîn romana Yûsiv e.


