Diyarname
Pirtûka Çetin Taş a bi navê “Waneyên Rêziman û Rastnivîsa Kurmancî” ji Weşanên Dîwan derket. Pirtûk di îdîaya “Di bîst waneyan de bingeha rêzimana kurmcanî hîn bibe” derdikeve pêşberî xwendevanan û dike ku rastnivîsa kurmancî bi wan bide hînkirin.
Çekin Taş bi salan e mamostetiya zaravayê kurmancî dike û wî heta niha li dezgehên wekî Kurdî-Der, Enstîtuya Kurdî, Zanîngeha Artûklûyê û hwd. dersên li ser hînbûna zimanê kurdî-zaravayê kurmancî dane.
Taş, pirtûka xwe li ser bîst (20) dersan ava kiriye û di dawiya her dersê de jî 20-30 hîndarî ji bo xwendekaran amade kirine.
Heta niha li nav kurdan mijara rastnivîsî her bi nîqaş bûye û diyar e dê ev nîqaş hê bidome. Nivîskarên kurd ên li ser rastnivîsa ziman dixebitin jî her yek ji aliyê xwe ve dest diavêje mijarê û dike ku keda xwe bixe nav ev wara bi nîqaş. Çetin Taş jî di vî warî de gavek avêtiye û bi pirtûka xwe dike ku di vî warî de hin tiştan sererast bike.
Pirtûka “Waneyên Rêziman û Rastnivîsa Kurmancî” ku 296 rûpel e, dike ku sûdeyeke baş bide xwendevanan.
Ji bo xwestinê: Tel: 0212 5344830 diwankitab@gmail.com
Waneyên Rêziman û Rastnivîsa Kurmancî / Çetin Taş / Weşanên Dîwan


