Amed
778 Rêxistinên Civakî yên Sivîl (RCS) yên li bakurê Kurdistanê, bi deklarasyoneke piştgirî dan pêvajoya aştiyê. Her wiha saziyan piştgirî dan Konferansa Çareserî û Yekîtiyê ya ku dê rojan 15-16'ê vê mehê li Amedê li dar bikevin.
778 Rêxistinên Civakî yên Sivîl ên li bakurê Kurdistanê, ji bo nêrînê xwe yên der heqê Konferansa Çareserî û Yekîtiyê ya Bakurê Kurdistanê û pêvjaoya aştiyê eşkere bike civîneke çapemeniyê lidar xistin. Daxuyanî li Lokala Cemiyeta Rojnamegeran hate dayîn û nûnerên saziyên mafên mirovan, sendîka, komele, saziyên jinan, odeyên pişeyî, ode û komeleyên karsazan, amade bûn.
Li ser navê saziyan Serokê ÎHD'ya Amedê Racî Bîlîcî daxuyanî xwend û diyar kir ku Tirkiye di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe û got, "Avakirina jiyana li ser bingeha siyaseta demokratîk, mafên mirovan û nêrînên wekhev û azad, karê herî girîng ê roja me ya îro ye."
Bîlîcî diyar kir ku pêvajoya aştiyê ya di encama hevdîtinên navbera dewlet û PKK'ê de derket holê, aramî aniye gelemperiya Tirkiyê û herêmê û ji bo çareseriya pirsgirêkan jî hêvî afirandiye.
Saziya di daxuyaniyê de piştgirî da pêvajoya aştiyê, hevdîtinin di navbera Ocalan û rêberên dewletê de.
Li ser konferansa dawiya vê hefteyê dê li Amedê li dar bikeve jî Bîlîcî wisa got: "Di vê demê de, di 15-16'ê pûşperê de li Amedê bi beşdariya hemû saziyên siyasetê yên civaka kurd û bi piştgiriya rêxistinên civakî yên sivîl, konferansa kurd tê lidarxistin, em vê yekê watedar û giranbuha dibînin. Em li bendê ne ku ev konferans, beşên cuda yên civaka kurd bike yek, pêşî li siyaseta sivîl û demokratîk veke û fêdeyeke girîng bide çareseriya pirsgirêka kurd. Lewma em eşkere dikin ku em piştgiriyê didin vê konferansê."


