HESEKÊ
Nûçegihanên ANHA’yê yên bajarê Hesekê ji bo ku derbarê pêşveçûnên dawî yên li rojavayê Kurdistanê de nêrînên wan bigirin çûn avahiya Partiya Yekîtiya Kurd li Suriyê (PYKS), lê rayedarên partiyê bi îdîaya ku ANHA alîgira PYD’ê ye ew ji avahiyê derxistin.
Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) ên bajarê Hesekê ji bo ku derbarê pêşveçûn û bûyerên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê de nêrînên wan bigirin, çûn serdana avahiyên partiyên siyasî û rêxistinên civakî. Nûçegihan bi vê armancê çûn avahiya PYKS’ê ya ku Îbrahîm Biro sekreteriya wê ya giştî dike û xwest ku nêrînên rayedarên wan bigirin, lê rayedarên partiyê nêrîn nedan û nûçegihan ji avahiyê derxistin.
Ji rayedarên PYKS’ê yê bi navê Bavê Heval ku nûçegihan derxistin, îdîa kir ku ANHA’ya girêdayî PYD’ê ye, lewre partiya wan biryar girtiye ku nêrînan nedin ANHA û Ronahî TV. Heman rayedarî ev îdîa parastin: “Em naxwazin tu têkiliyan bi ajansa Hawarê û televîzyona Ronahî re deynin. Ji ber ku ev her du dezgeh ên PYD’ê ne. PYD jî çalakvanan û sivîlan binçav dike. Komîteya navendî ya Partiya Yekîtî ji hemû rêxistin û navendên xwe belav kiriye ku tu têkiliyê bi saziyên ragihandinê yên PYD’ê û TEV DEM’ê, bi taybetî jî bi ajansa Hawar û Ronahî TV re çênekin.”
ANHA


