Diyarname
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ser sûîkasta li hemberî endamê DBK'ê Îsa Huso peyameke weşand û got: "Di şexsê Îso Huso de li hemberî xwe bi rê ve birina kurdan a xwe bi xwe ev êrîş pêk hatiye. Kiryar kî dibe bila bibe hedef ev e. Lê bila bizanibin tu êrîş dê nikaribin bigihîjin hedefên xwe."
KCD'ê bang li gelê kurd kir ku li dora Rojava xwedîlêderketinek saz bikin û got: "Em bawerin dê gelê li hemberî kiryarên wisa berxwedana xwe xurtir bikin. Gelê kurd ê li çar parçeyan divê bi Rojava re bibin yek. Tekane bersiva li hemberî êrîşên wisa ev e. Em wekî KCD jî vê êrîşê lanet dikin, ji bo malbata wî, gelê Kurdistanê sersaxî dixwazin. Em bang li gelê me dikin ku xwedî li Rojava derê û li dor Rojava xwedîlêderketinê xurt bikin."
BDP: Berxwedan dê bidome
Her wiha Navenda Giştî ya BDP’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û wisa got: “Vê sibehê Endamê Desteya Bilinda Kurd û Endamê Serokatiya Dîwana Meclisa Gel ya Rojava Îso Huso bi bûyerekî suîqestê hat qetilkirin. Ev hovîtî di kesayeta rêzdar Îso Huso de li hemberî hemû gelê ku dixwaze rêveberiya xwe ya xweser ava bike û têkoşînek bi rûmet dimeşîne de pêk hat. Her çar parçeyên Kurdistanê heya niha li himberî êrîşên wiha hovane û ne merdane herdem berxwedan daye û wê berdewam jî bide. Em wekî BDP’ê vê êrîşa bi hovane ya li ser Îso Huso pêk hatî bi nerfet şermezar dikîn. Di destpêkê ji malbatê re ji hemû gelê kurdistanê re sersaxiyê dixwazîn û bi vê wesîleyê dîsan ji bang li hemû gelê xwe dikîn ku li têkoşîna azadiya gelê Rojava yê Kurdistanê xwedî derbikevîn.”
***
Nûçeya eleqedar:


