logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)
  2. 'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya
  3. Ji festîvalên navdar fîlmên xelatgirt tên
  4. Xelata Tibê ya Nobelê dan sê zanyaran
  5. Tirkiye carek din têk çû
news-details

Di hejmara nû ya Zendê de nivîsên balkêş hene

Weşana sê mehî ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zend bi hejmara xwe ya zivistanê derket pêşberî xwendevanên xwe.

  • Dîrok: 19/02/2010
  • Beş: Çapemenî

Diyarname
Weşana sê mehî ya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Zend bi hejmara xwe ya zivistanê derket pêşberî xwendevanên xwe.

Rêzepirtûk Zend gihîşt hejmara xwe ya 12'yan. Di vê hejmara Zivistan 2010'an de gelek nivîsên balkêş hatine weşandin.

Nivîskar Mustafa Borak li ser "Zargotin û rewşa pirtûkên gotinên pêşiyan" nivîsandiye û di nivîsa xwe de nirxandin û hin pêşniyarên ji bo xebata li ser pirtûkên gotinên pêşiyan kiriye.

Zimanzan Zana Farqînî di nivîsa xwe de "Zimanê muzîka kurdî ya nûjen" nirxandiye. Farqînî rexneyên giran li zimanê stranên bêjên nû dike û wisa dibêje, "Stranbêjên nû bi piranî ji aliyê zimanê kurdî ve nivîşkan in, telafûza wan derbexwerî ye. Ji bo ku zimanê xwe bi pêş ve bibin, di vî warî de xwe bihêvojin, gencîneya xwe ya peyvan xurt bikin, xwe ji bin bandora devokên herêmî derxin û bibin xwedî zimanê standard ê kurdî nakevin nav hewldnanên berbiçav." Farqînî di warê şaşiyên ku têne kirin de hin mînak jî nîşan dane.

Êzîdîtî yek ji olên kevn ên kurdan e. Li gelek parçeyên kurdan êzîdî hene. Nivîskar Konê Reş jî li ser parçeyê êzîdiyên rojava sekiniye. Konê Reş di nivîsa xwe ya bi navê "Êzdiyên Cizîrê; Tirbespiyê, Amûdê, Serê Kaniyê û Hesekê" de gotiye, "Ola kurdên me yên êzdî, ji kevintirîn olên dinyayê ye. Oleke kurdî ya orjînal e. Dia û nimêjkirina vê olê bi zimanê kurdî ye, Ev ol bi koka xwe li olên Hindo-Îranî yên Mezopotamyayê vedigere. Ev oleke xweristî û serbixwe ye. Taybetiyeke vê olê ya kevneşopî jî ev e ku yên êzdî îbadetên xwe bi zimanê kurdî dikin." Û piştre li ser êzdiyên herêma Tirbesipiyê, Amûdê, Serê Kaniyê û Hesekê sekiniye, navê eşîrên wê derê daye.

Zimanzan Haydar Diljen nivîsa, "Zarokên nûzayî bi zimane dê û bavê xwe gixînî dikin" weşandiye û li ser lêkolînên ku li Almanya û Fransayê li ser gixînî, qîjîn û giriyê zarokan hatiye kirin sekiniye. Lêkolîn dibêje ku qîjîna zarokan a herî pêşî, ji aliyê wî zimanê ku dema zarok hîn di zikê diya xwe de bûye bihîstiye forma xwe digire.

Prof. Dr. Marif Xeznedar jî li ser "Mêjûya danîna alfabeya zimanê kurdî" ku nivîsa wî ji tîpên erebî adaptayî latînî hatine kirin.

Her wiha hevpeyvîna Samî Berbang a ku bi zimanzan Laura Shepherd re kiriye balê dikişîne. Laura Shepherd ku zimanzanekî amerîkî ye, piştî ku koçberên kurd ên li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê nas kirine hezkirina wê ya ji bo kurdî çêbûye û dest bi hînbûna kurdî kiriye. Di encamê de bi qasî ku gramerê binivîse hînê kurmancî û soranî bûye. Dûre pirtûkek wê bi navê "Soranî Kurdis Reader" derxistine niha jî pirtûka wî ya bi navê "Advanced Kurmancî Reader". Di hevpeyvînê de ew li ser zehmetiya kurdî û hin pêşniyarên di vî warî de disekine.

Her wiha Mamoste Marûf, Dilawer Zeraq, Aiwei Shi,Dr. Abdulwehab Xalid, Laura Shepherd, Mihemed Ronahî, Kerem Soylu, Amin Hesenpur, Dr. Ba'îz Omer, Samî Tan, O. Jîgalîna, Doç. Dr. Galip Alçitepe, Reşîd Findî, Olga Jîgalîna bi nivîsên xwe keda xwe xistine nav kovarê.

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news

Hecî Bûbê

news

Meseleya Tabelayên Bi Kurdî: Nijadperest çima aciz in, çapemeniya kurdan çi dike?

news

Li QAMIŞLO'yê çend dibistan hene? Rewşa perwerdehiyê niha çawa ye?

news

Amedspor dikaribû ji Kasimpaşaşê 3 pûanan bigire?

news

Li Rojava dibistanan bi boykotê dest pê kir

news
Çapemenî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 09 2026

Rojnameger Necip Çapraz mir

news
  • 22 09 2026

'Bîrnebûn'eke nû

news
  • 27 08 2026

Hejmara nû ya Nûbiharê li pêşberî xwendevanan e

news
  • 26 08 2026

Kovara 'Bizot' ca dawo Rênas Jiyanî

news
  • 25 08 2026

LEWerger li ser 'Erotîzmê' disekine

news
  • 24 08 2026

'Dilop'ek nû derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Ji bo pirtûkan xwe tazî kir!

ad

Parçeyek ji "Tirsa bê diran" di Radyo SBS de

ad

Şimarê 11 ê serkewtî

ad

Trêna Reşo!

ad

Fîlmên Cannesê eşkere bûn

ad

Lîsteya nivîskarên kurd ên li Fûara Stenbolê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

  • 05 10 2026
news

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

  • 06 10 2026
news

Ji festîvalên navdar fîlmên xelatgirt tên

  • 06 10 2026
news

Xelata Tibê ya Nobelê dan sê zanyaran

  • 05 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname