AMED
Li Amedê hindik maye 8 hezar û 500 dermanfiroş kilît li dikanên xwe din.
Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê Yahya Çomak ku da zanîn 8 hezar û 500 dermanfiroş hatine asta girtinê, diyar kir ku divê di navbera dermanfiroşan de belavkirinek adilane pêk bê û pêwîst e ji bo dermanfiroşên aboriya wan nebaş e li piyan bimînin û xizmeta tenduristiyê bidin, pergala reçeteyan a heyî bê parastin.
Têkildarî hevdîtinên protokola kirîna dermanan a di sala 2008'an de di navbera Odeya Dermanfiroşan, Saziya Ewlekariya Civakî û Yekîtiya Dermanfiroşên Tirk de hatin pêkanîn de, 51 Odeyên Dermanfiroşan ên li Tirkiyeyê, di heman demê de civînên çapemeniye lidar xistin. Di civîna li Odeya Dermanfiroşan a Amedê ya Herêma 11'emîn a Yekîtiya Dermanfiroşên Tirk hate lidarxistin de gelek dermanfiroş amade bûn. Serokê Odeya Dermanfiroşan a Amedê Yahya Çomak ku daxuyanî da, bibîr xist ku hevdîtinên têkildarî Potokola Kirîna Dermanan a sala 2008'an yên di navbera Saziya Ewlekariya Civakî û Yekîtiya Dermanfiroşên Tirk de tên meşandin ku lazim e di 1'ê tîrmeha 2008'an de fermî bibûya, hîn didomin. Çomak, destnîşan kir ku 8 hezar û 500 dermanfiroş hatine asta girtinê û wiha got: "Ev hejmar her diçe zêde dibe. Li ser navê 24 hezar eczaneyan ji niha û pê de tu tavîza ku em nedin nemaye. Hin mijarên ku di vê protokolê de cih digirin ne mumkun e ku ji aliyê me ve bêne qebûlkirin."
'Hêza dermanfiraşan ya bikaribin xwe li piyan bigirin nemaye'
Çomak, derbirî ku her diçe feydeya koma pîşeya wan kêm dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelek dermanfiroşan top avêtiye. Divê îskontoya saziyê bi tu awayî di protokolê de cih negire. Her wiha bila bê zanîn ku em protokolek bi zêdeyî biryarên dermanfiroşan wekî sûcdaran nîşan dide digire ji bo pîşeya xwe wekî xirabkirina rêzgirtinê dinirxînin. Ev nêzîkatiya li hemberî dermanfiroşan nayê qebûlkirin." Çomak, daxuyand ku bedêla têkiliyên aborî ya di navbera Saziya Ewlekariya Civakî û fîrmaya dermanan de dermanfiroş didin û wiha pê de çû: "Divê di navbera dermanfiroşan de belavkirinek adilane bê kirin. Ji bo eczaneyên xwediyê aboriyek biçûk bên parastin û pêşxistin, pêwîst e pergala belavkirina reçetêyan a heyî ku xizmeta tenduristiyê dide dom bike." Çomak ku da zanîn di rewşa heyî de hêza dermanfiroşan nemaye û wiha pê de çû: "Wekî 24 hezar dermanfiroş û 51 odeyên dermafiroşan, em piştgiriyê didin pîşevanên xwe yên bi van daxwazan li maseya hevdîtinê ne û ji bo domkirina pîşeya me çi ji destê me bê em dê bikin. Em naxwazin, fînansoriyê, matemetiyê, karmendiyê bikin, em dixwazin xizmeta dermanfiroşiya nûdem bidin."
25.06.2008
Ji DÎHA'yê hatiye girtin


