QAMİŞLO
Meclisa Gelê Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encûmana Niştimanî a Kurd li Sûriyê (ENKS) projeya rêvebiriya demî ya herêmên Kurdî û yên hevbeş imze kirin.
MGRK û ENKS li bajarê Qamişlo bi armanca projeya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ya rêveberiya demî nîqaş bikin civînek lidar xistin. Di civînê de ji aliyê MGRK'ê Sînem Mihemed, Ebdilselam Ehmed, Îlham Ehmed, Hekem Xelo, Ebdilkerîm Umer û Asya Abdela, ji aliyê ENKS'ê jî Fêsel Yûsiv, Mistefa Meşayix, Fûad Elîko û Fûad Brahîm beşdar bûn. Civîna ku 4 saetan dewam kir. Hate zanîn di civînê de her du Meclîs li ser Projeya Rêvebiriya Demî ya Herêmên Kurdî û yên hevbeş imze kirin.
Xalên ku her du aliyan li ser lihev kirine û îmze kirine wiha ne:
1- Bi beşdariya hemû pêkhateyan, her aliyek nûnerên xwe destnîşan bike û desteya rêvebiya demî bê destnîşan kirin. Desteya rêvebir dê kar û barên hilbijartinan bi rê ve bibe.
2- Ji bo amadekirina zagona demî komîteyek bê avakirin û di nava 40 rojan de zagona demî bi erêkirina hemû pêkhteyan bê amadekirin
3- Piştî amadekirina zagona demî, desteya rêvebir dê rêveberiya demî ya hevbeş û demokratîk ava bike.
4- Desteya Rêvebiriya demî dê zagona hilbijartinên demokratîk amade bike.
5- Rêvebiriya demî dê komîteyên xwe yên rêvebiriyê, siyasî, aborî, civakî, çandî, parastin û ewlekariyê ava bike.
6- Hêzên ewlekarî û parastinê li gorî zagonên navnetewî, di bin siya rêveberiya demî de, berpirsyarên ewlekariya herêmên kurdî û yên hevbeş in.
7- Piştî avakirina rêveberiya demî, di nava mehekê de, hilbijratinên demokratîk, bi beşdariya rêxistinên herêmî û navnetewî û saziyên mafên mirovan û civaka sivîl bêne lidar xistin.
8- Meclisa giştî ku dê bê hilbijartin, dê bibe desteya rêvebiriya hemû pêkhateyên herêmên Kurdî û yên hevbeş.
9- Meclisa giştî dê li gorî zagonên navneteweyî û mafên mirovan, makezagonekê amade bike.


