logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn
news-details

Xwesteka pergala îdeal

Di berhemên we de mirovan hewl dane hêlên qels û kêm ên pergala heyî rexne bikin û pergala îdeal vebêjin.

  • Dîrok: 19/11/2013
  • Beş: Serbest

SÎDAR JÎR

Wêje û Bîrdozî –II-

Her çiqas dema wêje û bîrdozî bi hev re tên bilêvkirin ji bo hin “estetîkparêz” û “hunerhezan” wekî tiştekî tirsnak be jî di xwezaya xwe de û rastiya xwe de ev yek ne rast e.

Dema ku wêje yan jî huner derbasî qada “yên din” dibe, wê demê têkiliya wan a bi bîrdoziyê re dest pê dike û bi xurtî xuya dibe. Wê demê berhema wêjeyî xewn û xeyal û ramanên girseyekê digire navenda xwe. Li vir bi awayekî xeyalî yan jî bi awayekî teorîk mercên hebûnparêziyeke rasteqînî yên civakî tên payîn.

Ev têkilî ji demeke gelekî kevin de heye. Her çiqas di dema qewimînên dîrokê yên ku ji Şoreşa Fransayê dest pê kiriye heta ku xwe digihîne Şoreşa Senayîyê, dewletê bi giştî bi çavekî li hunerê û bi taybetî jî li wêjeyê nihêrîbe û kiribe wekî “amûrekî bîrdoziyê yê dewletê” jî, di xwezaya xwe de huner û wêjeyê ev yek qebûl nekiriye. Jixwe ev pêvajoya têkiliya wêje û bîrdoziyê gelekî berî Şoreşa Fransayê dest pê kiriye. Ji ber ku em dizanin ji dema Plato ve dizanin ku pratîka vê yekê bi awayekî eşkere heye. Ji Plato û şûn ve jixwe têkiliya nivîsê û utopyayê jî êdî bi xurtî xuya dike. Xwesteka pergala îdeal a civakî her dem bala mirovan kişandiye. Ji ber vê yekê jî hewl dane hêlên qels û kêm ên pergala heyî rexne bikin û pergala îdeal vebêjin. Jixwe ji vê şêweya vegotinî ya “projeyên civakî” yên xeyalî re utopya tê gotin. 

Piştî berhema Plato ya bi navê “Dewlet” berhemên bi wî rengî hatine afiriandin ku ramyarê Ronesanê Thomas More ew raman û berhemên hanê wekî “utopya” bi nav kiriye. Ji rewşa malbatî heta, yên zayendî, ji pedagojiyê heta mîmariyê, ji bajarvaniyê heta rêveberiya bajaran û ji oldariyê heta ekolojî hemû qadên jiyanê bi awayên cur bi cur di utopyayê de bûne babetên sereke. “Dewlet” a Plato, “Utopya” ya Thomas More, “The Iron Heel (Pahniya Hesinî)” ya Jack London, “1984” a George Orwell, “City of Sun” (Welatê Rojê)” ya Tommaso Campanella, “Cîhana Nû” ya Aldous Leonard Huxley, “Candide, ou l'Optimism(Candide, yan jî Çakbînî)” ya Voltaire, “Jina li perê Demê (Woman On The Edge of Time)” ya  Marge Piercy berhemên sereke ên utopyayê ne… her wekî ku berhemên utopyayê mîna roman hatine afirandin, mîna gotar û ceribînan jî derketine holê. Di van berheman de dijderketina pergalên heyî û xwesteka pergalên ku xeyal dikin tên zimên.

Di nava hengameya bîrdozî, utopya û huner û wêjeyê de ya ku ji bo siberoja wêjeyê girîng ew e ku pênûs li ser xîreta xwe bimîne. Ji ber ku di navber hildana dest a babetên civakî û herikîna ber bi qada bîrdoziyê ya ku gelek caran hişk ve, sînorekî gelekî hesas heye. Ji ber ku têkiliyeke xurt di navbera wêje û civakê  de heye, libendemayîna dûrketina wêje û bîrdoziyê jî bêhûde ye. Heger ev dûrketin pêk were, îcar wêje ji rêgeza xwe ya rasteqîniya civakî dûr dikeve. 

Ji ber ku rastiyek din a wêje û hunerê jî di heman demê de ew e ku qada dekdihevdana pevçûnên bîrdoziyên dijber e. Lewma jî ev yek ji aliyê dîroka wêjeyê ve jî qadeke gelekî girîng e ku balê dikêşe ser pêvajoyên dîrokî û civakî. Ji lew re hin berhem hene, tenê dikarin di mercên xwe yên dîrokî de werin fêmkirin. 

Dema ku wêje û bîrdozî bi hev re tên bilêvkirin, bêhtir bala her kesî diçe ser wê yekê ku bîrdozî zora wêjeyê dibe û wêje dimire. Di rastiya xwe ya civakî de tiştekî wisa nîn e. Ew bi nêt û pênûsa nivîskêr ve girêdayî ye. Ji ber ku divê neyê jibîrkirin ev tesîr û têkiliya wêje û bîrdoziyê du alî ye. Yanî ji bo her du aliyan jî her wekî ku hêlên xerab û jahdayîna hev heye, berovajiya wê yekê jî xwedîbûna ji hev jî, gewrekirina hev jî heye. 

Wekî encam dema ku em hay ji têkiliya jênaveger a civak û wêjeyê hebin, divê em ji bîr nekin ku mijarên wêje hil didin dêst di nava destarê bîrdoziyê de jî tê hêran û kar û mehandina wan mijaran ji bo wêjeyê hêsantir dike. Ji aliyê din ve jî, dema ku wêje ramanekî ji aliyê wê yê dîrokî û kevneşopî de hilde dest, wê demê jî bêyî ku pênûs were şikandin reh û şaxên wê bîrdoziyê bi xurtî di ser têkiliya xwe û civakê re bera nava civakê dide. Ev jî têkiliyeke gelekî xwezayî ye û hewceyî tirs û metirsiyan nîn e. 

 

****

 

Nivîsa yekem a vê rêzeyê:

- Wêje û Bîrdozî - I -

 

 

***

 

 

Nivîsên Sîdar Jîr ên ku berî vê di Diyarnameyê de hatiye weşandin:

- Wêje û Bîrdozî - I -
- WÊJE Û KODÊN CIVAKÊ

- BERPIRSIYARIYA WÊJEKARAN

- Kurtebersiva Wêjeya Şoreşê 

 

 


Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ocalan: Ez dê bangek dîrokî bikim

ad

Lenîn û Hîtler di hilbijartinê de hatin hemberî hev!

ad

Ev rû beramberî 1.6 mîlyon dolarî ye

ad

Li Geverê bi deh hezaran kes hatin ba hev

ad

Kurtefîlmê bi kurdî 'Spî' li Berlinaleyê hat xelatkirin

ad

'Şeşaqil û Romanûsiya Cîhan Roj'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname