SILÊMANIYÊ
Heyetek ji Konsolosiya Îtalyayê a Başûrê Kuridstanê bi armanca nîqaşkirina rewşa dawî ya li Sûriyê, Rojava û projeya Rêveberiya Demkî ya Rojava duh çû serdana buroya têkiliyê ya PYD'ê ya li Silêmaniyê.
Piştî civîna ku ji çapemeniyê girtî hatibû lidarxistin, Endamê Komîteya Têkiliyan a PYD'ê ya Başûrê Kurdistanê Cefer Henan daxuyaniyekî kurt da. Henan da zanîn ku hevdîtina wan baş derbas bûye û rewşa Sûriyê, Rojava û projeya Rêveberiya Demkî ya Rojava gotûbêj kirine.


