logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Helbestên Çiya Mazî şerbeta kurmancî û wêneyên kezeban in

Yekem pirtûka helbestan a Çiya Mazî ji nav weşanên Do derçû.

  • Dîrok: 10/07/2008
  • Beş: Serbest

 

Cîhan Roj
 
Yekem pirtûka helbestan a Çiya Mazî ji nav weşanên Do derçû. Piştî min dosya xwend ji dilê min hat bi tenê ez wê ristê bi dehan caran lê bikim û di dawiyê de bibêjim ev e şerbeta kurmancî, ev e dengê Çiya. Kerem bikin ji guleyê gulê bixwazin! Lê dil bi cih nayê lewre gerek gelek tişt der barê helbestên Çiya Mazî de bêne gotin; Çiya we neçar dihêle, ew bi we gelek tiştan dide jiyîn û gotin.

Bi bawer im sala 1998’an bû. Li Îzmîrê şeveke çandî hatibû lidarxistin. Li Fuarê şanogeran wextê lîstik lîstin helbestek xwendin. Di kêliya helbestxwendinê de tablo û atmosferekê xwe da der; ew tablo tu car ji bîra min naçe, helbesteke bi kurmancî ew qas bandor li însanan kiribû, her kes bi huzneke kûr, bi nav xeyalan ketibû, bêdengî, dest li ber rûyan, jibîrvekirina demê… Wê çaxê, kesê ji huznê bêtir bi kêfxweşî guhdarê helbestê bû belkî hew bi tenê ez bûm lewre hêza helbestê xwe li kesan dida der. Hêza helbesteke bi kurmancî. Ew helbest helbesta Çiya Mazî bû.

Xwendevan bi keda Çiya ya edebî û folklorîk dizanin. Wî çîrok lêkirin. Çîrokên Çiya awêneyên dewr û dewranekê ne. Lê di dilê min de Çiya her wext helbestvanekî hêja bû/ye.

Ez di wê baweriyê de me ku ger Çiya di salên nodî de dosya xwe ya helbestê bida weşandin dê bandoreke mezin xwe bida der û wê xwendevan gelek ji helbestên wî hez bikirana. Helbet helbestên wî di kovaran de hatin weşandin lê di wêjeya kurmancî de hê ew ast nehatiye bidestxistin da xwendevan bi helbestekê hêja bi tenê jî helbestyaran binasin. Ji ber vê rastiyê hin kesên mîna gewher her car man li paş perdeyê. Gelek caran helbestyar û nivîsyar jî heman xeletiyê dikin, her ku ji bo berhema kesekî din ew jî xwendevan bin jî, bêyî bi awayekî domdar pêşdeçûnan û berheman bişopînin, navên carê di serê xwe de bi cih kirine rêz dikin.

Pirî caran kesayetiya nivîskaran, jiyana wan ne xema xwendevanan e, ev normal e jî û gerek wanî be jî lê ji bo me nivîskaran ne wanî ye ji ber ku em gelek nivîsyar û helbestyaran ji têkiliyan ji merhebatiyan dinasin bivê nevê bi berheman re jiyana nivîskar û şexsiyeta wan jî bi awayekî bandor li me dike bi berhemê re, çi neyînî çi jî erênî. Ez Çiya Mazî baş dinasim. Dilê wî, jiyana wî û berhemên wî gelek lihev dikin. Çi nivîsî be ji dil de xwe dane der. Ne çêbûwar in, ne texlîd in ne jî bi fen û fûtan hatine nivîsîn. Çiya ji teqereqê, ji gotinên mezin û ‘ez’itiyê hez nake, hela hela hîç behsa navê xwe nake. Bi şev û rojan nafikire bê ka kîjan gotina ‘mezin’û bi qîreqîr bibêje. Wekî di helbestên wî de jî xwe daye der ew çiqas Çiya ye ew qas jî Mûsa ye! Çiqas deng û çîrokên çiya bi ser me bixe ew qas jî kesek evîndar, bi perebask e, bi risteyên xwe li ser behra gotinê dimeşe.

Helbestên ku bûne wêneyên welatekî  hem mîna paşila dayikan me li ber sînga xwe dişidînin hem jî ji gelek nêziktêdayîn û elimînên me re “na” dibêjin, na dibêjin helbestên Çiya, bibin guhdarê dengê min bê çi û çi heye, çi hat/tê jiyîn li wî welatî. Taybetiyek din jî ev e, Çiya çiqas bi hêrs ketibe ew qas deng li xwe şîrîn û sivik kiriye. Belkî jî helbest ev tişt e.

Helbesta ku nav daye dosyayê bi heman halê hêrsê hatiye lêkirin. Çiya deng dide ji bo ‘biratiya’ nebûye biratî. Dengekî bi wijdan. Bang dide wijdanan. “Ez haydar im.” dibeje Mazî. Haydarî her tiştî me! Dibêje, te ji min girt! Wexta te ji min girt, “Te silav lal kirin…li wan sînorên dardakirî.” Bang dike Çiya Mazî. Û li gunehên ‘xwe’jî mukir tê. Ew gunehên bi sedan salan. Biratî û korfersendî lihev nakin Kdibêje Çiya. A herî mihum jî helbestvan bi bîr dixe bê êdî kurd dizanin namûs ne şibakeya avdest e. Bi bîra cîranên, bira, tîne:

Te yara min ji min sitend / bi qondaxa çapliyê / bi mil de dardakirî / … / Tu ket dexlê namûsa min / ji bo delalya xwe î daxilî / Lê çavreşa min kete destên te / Korfersend / … / Namûs / ne tenê şibakeya avdest e / dizanim / …  / Te 47 parsûyê min / di kezeba min de çikandin / … / tu bi min dikenî niha / bi çavên xwe î şîn / Bi ehmeqiya min tu şîr vedixwî / dizanim / Lê yên diafirînin buhuştan / ferîşteyên ehmeq (!) in / tu bizanî

Ez ê li vir tiştekî bibêjim, bi bawer im wê nebe îdiayek mezin, ger di demên pêş de azîna danberhevdayînê di edebiyata kurmancî de, di rexnegiriyê de bê bikaranîn wê tiştên ez niha bibêjim wê ne belasebeb bin. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim ev e; piştî klasîkan kesê derfetên derbirîna kurmancî ew qas bi henûnî û nazenînî di helbestê de bikaranî ye Çiya Mazî ye. Dîsa em heman rastiyê bi vî awayî jî di helbestên wî de dibînin; zimanê siruştê, heyberên ne candar  mîna şerbetê berdaye nav helbestê û jiyana însan. Helbet ji ber heman taybetiyê Janya ya Rênas. Dibe ku hûn bibêjin we ji alî ziman ve helbesta Ehmedê Huseynî ji bîr ve kir; na,min ji bîr ve nekir, Ehmedê Huseynî Eînsteîn ê helbesta kurmancî ye, ew atomên ziman parçe dike. Derdekî wî yê din heye!

Ger zîpik jî bi bêbextiyê ketibin û hûn li benda heyşt hulman bin, li ser devê we şanzdeh kevir hebin ê din hûn texmîn bikin…

Sebra xwe î te dikişand / ji hinavên dilşikesti / Berî ewrên çilesrî / Berî zîpikek bêbext / Berî av bigire ser rê / Heyşt hilman jê bigihîne min // Di biharê de diyar dibin / xweşî û nexweşiyên min / Li ser devê min şanzdeh kevir / Çeqçeq nayê ji diranê min / Destmalên ciwan paqij dikin hêsirên min

De ji kerema xwe re, dilê helebestvanî bifikirin, ruhê wî û asoya wî. Hezkirina wî ya ew qas kûr. Gelo kî bi qasî vî ciwamêrî bi dû jiyaneke modern ketiye. Çiya bi dû jiyaneke ew qas sivik û bêteşqele ketiye, jixwe bi bawer e, bi dilê xwe bawer e, ew ê karibe bi neyarê herî mezin re jî bijî.

Ezê warekî avakim ji xwe re / Li kêleka neyarê herî mezin

“Rewş” hê jî wanî ye. Çiya êdî ji wê pirsa li ser devê her kesî bûye benîşt bi gazin e. Bi dilekî xembar dibêje me, ez her wext bi halê girî me. Halê bi girî, li ciyek hal ew hal be helbet wê ev helbest xwe bidin der.

Nebêje min çi ye rewş / a dawî / Sarbûna şeveqê germ neke / Nerm neke rondikan / Ez ê bigirîm haaa !

Ez ji we xwendevanan re dibêjim ger we rojekê Çiya dît vê pirsê ji wî bikin. Bibêjin ji Çiya re ev çendî sal in hew şevekê bi tenê te bi rehetî serî danîye ser balîfê? Ez bi bersiva Çiya Mazî dizanim lê hûn jî mereq bikin!

Hesreta min e rakevim / Tu tê xewê / Xem tên xewê / Û ba tê xewê / Lê xew nayê xewa min

Şer, şerekî bûye çîrçîrok û dawî lê nayê. Şerê ku ji bo hinan bûye şîr û şekir û xwîna sor a ciwanan bi ser kevir û daran de dirijîne, şerekî qirêj û dûvdirêj. Di qonaxa vî şerî de Çiya jana her çîrokê, her sohbetê, her deng û dîmenê kişand. De li van ristan binêrin û hinek bifikirin. Gelo piştî salên nodî ji me kî ew qas ji kûrahiya ruhê însan de wî şerî têgihişt, kî bi qasî Çiya halê însanên di şerd de ew qas ji dil de hîs kiriye… Na ez ne bi xema siyasetê dibêjim bi xema xemên însên, bi xema ew kêliyên, kitekitên însan tê de hew bi halê însan e, bi dilê xwe re ye ez bi wê xemê dibêjim. Çiya xwe li gotinên mezin negirtiye, ya herî însanî bi bîra me xistiye.

Gelo wê gule li ku min bikeve / Diricifim / Diperpitim / Ditirsim / Dinuqutim / Birîndarim ji destê xwe / Dimirim.... dinalim / Kî yê bera min bide nizanim / Kîjan demê... çawa // Kî yê bikişîne wêneyê min / wê çawa be dema ez bimirim /  Kî yê karibe binêre li min / Wê çawa porê xwe kur bike / Bi ser min de diya min / Kesê  bijî gelo ji kerban / Ji şerman // Gelo kî yê bikene bi wêneyê kuştina me / Kesê bimire ji wê nêrînê

Hezkirinên Çiya kûr in. Ew hezkirina kûr bûye kana hêviyê. Jiyan û însan di helbestên wî de bi qasî van risteyan sivik lê ew qas jî kûr e. Sartre dibêje cihê helbestê li cem wêne, peyker û muzîkê ye. Di helbestên Çiya de dengên bi newa her tim bi ser we dikeve.

Wê sibeha wê êvarê / Sibeha ku ez poşman bûm li emrê çûyî / Belê... Eyn wê sibehê / Min jî da dû roja tu afirandiye   

Hûn bi van derbirînên bi kurdî ne biyan in: “Serê dilê min biqelêşe, ax, ku te dilê min didîta, çi heye di dilê min de û çi nîn e, hew ez û Rebê jorîn pê dizanin….” Çiya Mazî rewşa dilê me careke din bi bîra me xistiye. Wekî şîratên ji bo piştî mirinê gotiye.

 Hundirê min veke / bixwîne kezeba min / Heke te dît / bi çavên xwe î dilopên avê / mirina min / Hundirê min veke /  Bixwîne kezeba min / Binêre li wêneyê dilê min

Piştî xwendina helbestan wekî xwendevan helbet xweziyek xwe di dilê min de da der. Ew jî ev e; xwezî Çiya ji bo hin helbestên ji bo hin cih û waran, ji bo hin sembolan hatine nivîsîn hinek bi sebir bûya. Ev rewş hinek rewşa wan salan bû. Normal e jî. Wê çaxê gelek kesan hinek bi lezûbez dixwestin helbestên hin bajar, cih û war û navan binivîsanda.

Xwendavanî jî bi qasî helbestvanî û nivîskarî huner, ked divê. Niyeta xwendevan gelek muhîm e. Ger dilê fireh bi we re hebe mesele nîn e. Lê dilê we berteng be hûn dikarin dosya helbestvanekî/e gelek mezin bikin qurbana yek helbestê. Bi niyetek din jî hûn dikarin hezar helbestên baş nehatine lêkirin bidin ber xatirê helbesteke hêja. Ez dibêjim niyeta duyemîn çêtir e. Kavafîs ji helbestên xwe hew 154 heb jê ecibandiye. Hewl didim çi bibêjim; hewla min ev e, êdî me divê em bi sayakî nexwînin û nebêjin…

Carina wexta babet helbest be hinek moral xwe di dil de dide der lewre hê ruhê însanên me nebûye ruhê mekanîk. Ev, niha ji bo helbesta kurmancî şensek e! Em bûn/e çi û nebûn/e çi… Na, ew halê ku ne tu hal e helbet bandor li Çiya jî kiriye:

Bûn oldar dewlet ji dest çû / Bûn sosyalîst ol ji dest çû / Bûn bazirgan medeniyet ji dest çû
 

Parve Bike

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji Qersê heta Stockholmê Rohat Alakom

ad

Ji Kîm Kî-Dûk fîlmek nîqaşê

ad

HDP’ê kongreya xwe li dar xist

ad

Tatlıses çima ji berendamtî vekişiya?

ad

Notên ji gereke li Vartoyê

ad

Derhêner Laura Poitras Xelata ‘Şêrê Zêrîn’ girt

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname