logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Kampanyaya herî xweşik: Navdarên cîhanê ji bo Rojava bang kirin

Rewşenbîr, akademîsyen û kesayetên navdar ên cîhanê yên wekî Toni Negri, Noam Chomsky, Andres Buro, Prof. Michael Rubin,

  • Dîrok: 11/04/2014
  • Beş: Nûçe

FRANKFURT 

Rewşenbîr, akademîsyen û kesayetên navdar ên cîhanê yên wekî Toni Negri, Noam Chomsky, Andres Buro, Prof. Michael Rubin, kampanyaya piştgiriya ji bo Rojava dan destpêkirin

Rêxistina tenduristiyê Medico International û Civaka Azad-Navenda Xebatên Raya Giştî ya Kurdan (Kurdisches Zentrum für Öffentlichkeitsarbeit e.V.) bi armanca piştgiriya Rojavayê Kurdistanê, kampanyayeke hevpar dan destpêkirin.

Kampanya bi navê "Ji bo Rojava banga alîkariya însanî ya lezgîn" hate destpêkirin û rewşenbîr, akademisyen û kesayetên wekî fîlozof Toni Negri, Prof. Noam Chomsky, Andreas Buro, Prof. Dr. Norman Paech, Luciana Kattman, Prof. Michael Rubin û Cîgira Serokê Parlamenta Federal a Almanyayê Cladia Roth, tevgerên çep û aştiyê yên li Almanyayê, Keskî, SPD, Partiya Çep, komên partiyên cuda yên li Parlamenta Ewropayê piştgirî dan.

Di metna bangwaziyê ya bi sernavê, "Pêwîstiya Sûriyeyê niha bi aştî û demokrasiyê heye. Destekê bidin ezmûna demokrasiyê ya li Rojava" de rewşa li Sûriyeyê tê jiyandin wekî “karesateke însanî” hate binavkirin. Di metnê de hate diyarkirin ku raperîna li Sûriyeyê dikeve sala xwe ya çaran, lê hewl tê dayîn bi tundiyeke hovane û bi xwînê were fetisandin û wiha hate domandin: "Serhildaneke civakî ya li Sûriyeyê ji bo maf û edaletê destpê kir, veguherî raperîneke çekdar û di heman demê de bû şerekî navxweyî yê hêzên navneteweyî û herêmî."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tevî her tiştî jî li dijî desthilatdariya otorîter qadên dijderketinê vebûne û hat destnîşankirin ku ev qad bi awayekî berçav li bakurê Sûriyeyê li herêmên kurdan xwe dide nîşandan.

Di metnê de bal hat kişandin ser pêşketinên di nava du salên dawî de rû dane û ev xal hat destnîşankirin:

"Kurd, herêma xwe wekî Rojava bi nav dikin. Ev herêm xwedî dewlemendiyeke bêhempa ya çandî û olî ye. Vekişîna beşeke girîng a hêzên dewletê ji bo 2,5 mîlyon mirovên li Rojava deriyê xweseriyê ku demeke dirêje hêviya wê tê kirin, vekir. Îro ezmûneke demokrasiya civakî ya yekser tê jiyîn û bi vê ve girêdayî lihevnekirinên civakî jî di şûna rêbaza tundî, kontrolkar û cezakar a berê de, hewl tê dayîn bi rêbazeke din werin çareserkirin.

Di navgînên siyasî de girîngî ji temsîlkariya bilind a jinan re tê nîşandan. Sîstemeke nû ya tenduristiyê û hêzên ewlekariya xweser tên avakirin. Zarok li dibistanan li gel erebî kurdî jî perwerdeyê dibînin ku ev yek tê wateya hilweşîna tabûyekê."

BIHARA KURDAN DI XETERIYÊ DE YE

Di metnê de hat ragihandin ku Rojava ya hembêza xwe ji 1,2 mîlyon penaberên ji herêmên din ên şerê navxweyî yê Sûriyeyê re vekiriye, îro di bin gefeke mezin de ye û hat destnîşankirin ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hemû alîkariyên lezgîn hatine asêkirin, ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve bazirganiya sînor a serbest hatiye astengkirin û di nava Sûriyeyê de jî komên ser bi El Qaîdeyê dor li herêmên kurdan girtine."

PÊWISTIYA SÛRIYEYÊ BI AŞTIYÊ, YA ROJAVA JÎ BI PIŞTEVANIYA ME HEYE

Hat diyarkirin ku bandora şer herî zêde xwe li Rojava nîşan dide û ev banga alîkariya însanî ya lezgîn hat kirin:

"Bandora şer ji mêj ve xwe gihandiye Rojava. Dermanên girîng nîn in. Nexweşiyên enfeksiyonê xwe ji nû ve dan der. Ensulîn nîn e, nexweşên diyabet yan jî gurçikê yan jî nexweşên kanserê nikarin werin dermankirin. Madeyên xurik ên bingehîn -şekir, rûn, birinc, çay hwd.- û sotemeniya li stargehan bê bikaranîn nîn in.

Em mafê wekhev û azadiyê yên sûriyeyiyan û kurdan diparêzin. Ezmûna demokratîk a li Rojava, ji nû ve can daye jiyana cihêrengiya siyasî, demokratîk, olî, çandî û etnîkî ya li Sûriyeyê. Pêwîstiya Sûriyeyê êdî bi aştî û demokrasiyê heye. Pêwîstiya Rojava jî bi teqdîr û piştevaniya me heye.

Ji ber vê yekê em banga alîkariyê dikin. Destekê bidin alîkariya însanî ya lezgîn ji bo herêmên kurdan ên li Sûriyeyê. Ji bo piştevaniyê dirûşma me: 'Rojava' ye."

Ji bo banga her du saziyan destpêkê 75 entelektuel, zanyar, akademîsyen û parlamenterên li gelemperiya cîhanê tên naskirin, bersiv dan. 

Çend ji navên destek dane bangawaziyê ev in:

Prof. Elmar Altvater (Zanîngeha Azad a Berlînê / Almanya)

Ercan Ayboga (Berdevkê Navneteweyî yê Hewldana Jîndarkirina Heskîfê)

Christine Buchholz (Endama Partiya Çep li Parlamenta Federal a Almanyayê)

Prof. Andreas Buro (Berdevkê Polîtîkayên Aştiyê ya Komîteya Demokrasî û Mafên Bingehîn, Koordînatorê Dialog-Kresi a hewldana 'Di pevçûna Kurd û Tirkan de dema çareseriya siyasî hatiye', Grävenwiesbach, Almanya)

Dr. Mario Candeiras (Weqfa Rosa Luxemburg - Dîrektorê Eenstîtuya Analîza Civakî, Berlîn Almanya)

Murat Çakir (Mudurê Giştî yê Eyaleta Hessen a Weqfa Rosa Luxemburg)

Prof. Noam Chomsky (DYA)

Dersim Dagdeviren (Serokê Tora Doktor û Akademîsyenên Kurd KURD-AKAD, Almanya)

Prof. Dr. med. Hans-Ulrich Deppe (Doktorê Civakî, Frankfurt, Almanya)

Iñaki Irazabalbeitia Fernández  (Parlamenterê Koma Keskan a Parlamenta Ewropayê, welatê Baskê, Spanya)

Thomas Gebauer (Mudurê Giştî yê Medico International, Frankfurt, Almanya)

Yvonne Gilli (Doktor û Endamê Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê ji Partiya Keskan, Swîsre)

Prof. David Graeber (Zanistiya Ekonomî û Siyasetê London School (LSE), Îngilîstan)

Prof. Andrej Grubacic (Enstîtuya Lêkolînan a California Integral, San Francisco, DYA)

Prof. Michael M. Gunter (Zanîngeha Tennessee Tech, DYA)

Prof. Michael Hardt (Duke University, North Carolina, DYA)

Maja Hess (Doktor û Serokê Rêxistina Medico International a Swîsre)

Prof. Dr. Sabine Hess (Enstîtuya Etnolojiya Ewropa û Antropolojiya Çandê, Zanîngeha Gottingen, Almanya)

Lucina Kathmann (Alîkara Serokê Giştî yê Navendî-PEN a Navneteweyî, Meksîka)

Jurgen Klute (Parlamenterê Parlamenta Ewropayê ya Keskên Çep)

Prof. Sandro Mezzadra (Zanîngeha Bologna, Îtalya)

Prof. Dr. Ueli Mäder (Sosyolog, Zanîngeha Basel, Swîsre)

Toni Negri (Filozof, Parîs, Fransa)

Prof. Dr. Norman Paech (Hiqûqnasê Navneteweyî, Hamburg, Almanya)

David Romano (Zanîngeha Missouri State, Springfield, DYA)

Claudia Roth (Alîkara Serokê Parlamenta Federal a Almanyayê, Berlîn, Almanya)

Prof. Michael Rubin (American Enterprise Institute, Washington, D.C., ABD)

Prof. Werner Schiffauer (Berdevkê Meclîsa Koçberan RfM, Hîndekarê Europa-Universität Viadrina, Frankfurt/Oder, Almanya)

Bart Staes (Parlamenterê Koma Keskan a Parlamenta Ewropayê, Belçîka)

Peter Wahl (Ekonomiya Cîhanê, Rêxistina Pêşvebirin û Ekolojiyê WEED)

Uta Zapf (Endama Berê ya Parlamenta Federal a Almanya SPD, Offenbach, Almanya)

 

Di metna bangawaziyê de ji bo kesên dixwazin alîkariyê bidin jî agahiyên kontoyê hat dayîn:

Spendenkonto: 1800 (IBAN: DE21 5005 0201 0000 0018 00)

Stichwort: Rojava

Frankfurter Sparkasse

BLZ 500 502 01 (BIC: HELADEF1822)

Ji bo agahiyên berfireh: www.medico.de yan jî www.civaka-azad.org


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji Ebdî pêşniyar: Bila Kobanî bibe hêrêmek 'Bê leşker'

ad

Festîvala Yilmaz Guney hat taloqkirin

ad

Fermo li 'Dîroka Mirina Avê' temaşe bikin

ad

Ji bo perwerdehiya bi kurdî 1000 daxwazname

ad

Ji cîhana fûtbola 7 welatan agahiyên nû

ad

'Kurdeçîrokek' nû derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname