logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

TÊBINIYÊN SEMPOZYÛMA ZIMAN

Sempozyûm serkeftî bû, encamnameya ku hat daxuyandin jî balê kişand ser rewşa heyî ya ziman.

  • Dîrok: 19/04/2014
  • Beş: Serbest

EDÎB POLAT


Li Amedê di 12-13ê avrêlê de Sempozyuma Zimanê Zikmakî ji alî KURD DER’a Enqereyê ve bi alîkariya Yekîtiya Ewropayê pêk hat. Di du rojan de çar panel civiyan, digel ku hin kêmasî hebûn jî hemî danişîn bi hilberîner û serketî bûn.

Sempozyûm bi tevlîbûnek navnetewî hatibû amadekirin, rewşenbîrên ji çar aliyên Kurdistanê, ji Tirkiyeyê û ji nûnerên kêmarên Ewropa nîqaşên rengîn pêk anîn, pirzimanî û pirnetewetî coşek dida sempozyûmê. Yek ji panelên roja ewil de moderator kurd bû, beşdar  hemî akademîsyen bûn û bi tirkî axifîn. Lê dilê wan ji bo kurdan lê dida, rola zimanê dayikê ji aliyê pedagojiyê ve baş lêkolandibûn. Di danişînekî de nûnerê suryaniyan hebû, mixabin bi suryanî nizanîbû, lê bi salan li xurbetê mabû, di nava saziyên suryanan de dixebitî, pirsgrêkên zimanî û yê olî jî anî ziman (xasma li Mêrdînê). Pirsgirêka Bask û Katalanya ji aliyê akademisyenek wan ve bi îngilîzî hat bi lêv kirin û her wiha, derheqa samîyên li Ewrûpa (Ew ne Samiyên li Rojhilata Navîn in, di nava tuxubên Norwec, Danîmarka û hwd. de dijîn) de cara ewil amedî agahdar bûn. Nexşeya samiyan ya li Ewropa ji aliyê axaftvan ve li ser sînevîzyonê bi zelalî hat zimên.

Di sempozyûmê de panela herî balkêş ya ku Serokê Enstitûya Kurdî a Stenbolê û Serokê Beşa Kurdî ya Zankoya Artûklûyê tê de bi hev re cîh girtibûn bû. Birêz Samî Tan wekî Serokê Enstîtuyê qala werariya pêşketina ziman û çanda kurdî kir, paşê jî dîroka damezrandina enstîtuyan, vekir û girtina qursên kurdî, tevgera kurdan ya derbarê gavên fermî de anî ziman. Tan di vê derbareyê de Tevgera Zimanê Kurdî (TZPKurdî) jî rexne kir da çima alternatîfek siyaseta ziman nayê amadekirin û pêk anîn. Hem tevgera ji bo dersên hilbijarî û hem jî tevgera li dijî Zankoya Artûklû rexne kir û vê saziyê û TRT 6’ê ji hev cihê nirxand. Serokê Enstîtuyê got ku ji ber kurdan alternatîfek akademîk neafirandiye, divê di nava xebatên akademîk ên fermî de jî cîh bigrin.

Piştre mamoste Qedrî Yildirim li ser navê Zankoya Artûklû soz girt, pirtûka dersa kurdî ya 5’an rê beşdaran da û xebatên Beşa Kurdî, xurtkirina xebatên akademîk, têkoşîna li dijî helwestên veqetandina zaravayê Kirmanckî (Zazakî) nîqaş kir û nirxand. Mamoste Qedrî got ku ger kurd û partiyên wan serî li Zankoya Artûklû nedin, ger saziyên çand û hunerê endamê xwe neşînin vê beşê, dê ev  beş ji alî hêzên din ve were dagirtin. Mafir ku em dê di nava tuxubê dewletekî de bijîn, em mecbûr in ji van saziyan berjewendî bigrin û tevlî xebatên wan bibin.

Her wiha mamoste Haydar Diljen ku bi deh salan e li Swêdê li ser zimanê kurdî dixebite, axaftinek balkêş pêk anî, raçaviya xwe ya li dibistana Elî Emîrî ya li ser dersên hilbijarî parve kir. Wî bertek ji tevgera li dijî van dersan nîşan da û bang li dayik û bavên kurdan kir ku zarokên xwe bişînin dersên kurdî yên bijarî. Bi gotina wî, mafir ku kurd li derveyî sîstemê nikarin pergala perwerdehiyê ava bikin, çima zarokan di himêza tirkî de dihêlin, bi xurtî, bi girseyî dersên kurdî nabijêrin.     

Di vê sempozyûmê de balê kişand ku du endamên perwerdehiyê, du akademisyenên li Zankoya Artûklû panelîst bûn û ev yek wekî qedandina sarbûna di nava Zankoya Artûklû û enstîtu û saziyên kurdan de.

Rewşa Rojavayê Kurdistanê hem ji alî siyasî û hem ji aliyê ziman û sîstema perwerdeyê de bi gotara panelîstekî rojavayî ve hat ziman. Balkeş bû ku pirtûkên perwerdehiyê li Kantonan pir kêm in, perwerde hemî bi kurdî ye, lê kêmasî gelek in.

Sempozyûm serkeftî bû, encamnameya ku hat daxuyandin jî balê kişand ser rewşa heyî ya ziman. Bi hêviya pirkirina xebatên bi vî rengî....


edippolat@yandex.com

 

**

 

Nûçeyên li ser sempozyûnê:

- Encamname: 'Ji bo kurdan statu ji bo zimanan azadî'

- Sempozyuma Perwerdehiya bi Zimanê Zikmakî dest pê kir 


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

"Hinar"ek nû derket

ad

Li ber şaredarî "Rojên gel" li dar dikevin

ad

NAXWAZIM

ad

Mazlum Ebdî: Emê destkeftiyên xwe biparêzin

ad

Wêjeya kurdî û sirgûnî

ad

Dîmeneke ji Culemêrgê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname