Diyarname
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li ber avahiya xwe dest bi çalakiyên "Rojên Gel" dike. Beşdar wê dîtinên xwe bînin ziman.
Di çarçoveya xebata amadekirina Plana Stratejîk a 2025-2029’an li 17 navçeyan ji bo gel, rêveber, STK, hevserok û endamên meclîsên şaredariyan, sazî û rêxistinên gel dane destpêkirin dê li ber avahiya sereke ya xizmetê ya şaredariyê bidome. Di çarçoveya xebatên ku wekî rojên gel tên plankirin de, dê mafê axaftinê ji gel re bê dayîn.
Di vê çarçoveyê de ji sibê de li 6 standên cuda li ber avahiya Şaredariya Bajarê a Amedê bêne. Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun, endamên Meclisa Şaredariyê û rêveber dê li standan amade bin û guhdariya gel bikin.
Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê bang li gel kirin ku vê xebatê bibin û gotina xwe bibêjin.


