SILÊMANÎ
Di êrîşa li dijî mîtinga YNK’ê a li bajarê kurdan Xaneqînê ku hê bi şêweyekî fermî li ser Herêma Kurdistana Federal nehatiye qeyd kirin, herî hindik 30 kesî jiyana xwe ji dest da, bi dehan kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên hatine girtin, li Xaneqînê di dema mîtinga ji aliyê YNK’ê ve hat li darxistin de êrîş pêk hat. Teqîn li pêşiya avahiya YNK’ê ya li Xaneqînê pêkhatiye.
Li gorî AFP’ê êrîş li dijî koma YNK’ê ya ku piştî dîmenên Serokomarê Iraqê Celal Talabanî di televîzyonê de derketin şûnde şahî li darxistin pêk hatiye. AFP’ê ragehand ku herî hindik 30 kes mirine û 50 kes jî birîndar bûne.
Li gorî PUKmedia’yê herî hindik 30 kes mirîne, 30 kes jî birîndar bûne. Hat ragehandin ku ji bîrîndaran rewşa gelekan giran e.


