Diyarname
First Leydiya Fransayê jina Nicolas Sarkozy Carla Bruni albuma xwe ya dawî derxist piyaseyê.
Top modela berê û stranbêj Carla Bruni bi navê "Comme si de rien n’était" (Wekî ku tu tiştekî pêk nehatibe) ku ji muzîka folk û bluesê pêk tê derxist. Bruni pereyên ku ji albumê bê pêşkeşî saziyên alîkariyê kir.
Bruni ku ji top modelî derbasî hunermendî bûbû heta niha du album derxistû.
Carla Bruni piştî ku bi Sarkozy re zewicî bû dihat nîqaşkirin ku dê dev ji stranbêjî berde yan na, wê dev ji karê xwe berneda û bi ser de jî wisa dibêje: "Karê mêrên wan çi dibe bila bibe divê mafê jinan hebe ku dev ji karê xwe bernedin."


