Sazî û partiyên kurdan ji bo Somayê çi gotin? Vane hemû agahî:
Ji BDP’ê bo Soma belavok
BDP’ê di daxuyaniya nivîskî bi şanenava Hevserokê Giştî Selahattîn Demîrtaş belav kir, peyama sersaxiyê de weşand. Demirtaş got ku divê hemû şaxên BDP'ê ji bo Somayê çalekiyên cuda li darbixin, raya giştî bêxin nava tevgerê, û xwest ku çalakiyên demokratîk li dar bikevin.
BDP'ê bi vê dê daxuyaniyên çapamenî li dar bixin, çalakî, meş û daxuyaniyên çapemeniyê yên ku rêxistinên navçe û bajaran li darbixin dê komkujiyê nelet bikin. Wekî din jî wê bi partî û sendikayên din yên ku li bajaran çalakiyan li darbixin bi wan re mil bi mil bin.
Hevserok û rêveberên HDP'ê çûn Somayê
Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sebahat Tûncel û Ertûgrûl Kurkçu ligel reveberên HDP'ê yên herêma Egeyê ketin ser rêya Somayê cihê lê karesata madenê rû da.
HDP'ê piştî bûyerê di cih de mebûs Selma Irmak û Abdullah Levent Tuzel şandibûn cihê bûyerê û berê rêveberên xwe yên herêma Egeyê da Somayê.
HDP’ê hefteyek şîn îlan kir
Cigirê hevserokê Giştî yê HDP’ê Demîr Çelîk, der barê facîaya li Somayê de daxuyaniyek da û der barê vê de giştînameyek şand ji rêxistinên HDP’ê û şaredarên Kurdistanê re. Di giştînameyê de ji malbatên karkerên jiyana xwe ji dest dane sersaxî hat xwestin û hat diyar kirin ku divê hemû bernameyên muzîkê bêne betalkirin û xwest şaredarî bi gelê Somayê re bikevin nava piştgiriyê.
Çelîk got ku 13 heta 20’ê Gulanê wan hefteyek şîn daniye û ew her cure konser û çalakiyên şahiyê betal dikin.
Her wiha HDP'ê bang li hemû karker û karmendan kir ku di 15'ê gulanê de greva giştî li dar bixin.
Ji KCK’ê peyama sersaxiyê
Serokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê der barê facîaya Somayê de daxuyaniyek da û got ev cînayet e, dê wekî tevgera azadiya kurd û gelê kurd li cem gelê Somayê bin û êşa wan parve bikin.
KCK'ê wisa got: "Serokwezî her tim dibêje daneyên aboriya tirk baş e. Ev dane di encama xebitandina karkeran ku dimirin de pêk tên. Tirkiye di warê hêza kar a erzan de di sedsala 21’ê de Misir û Sumer li pey xwe hiştine."
KCD: Ev komkujî ye
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Ev facîaya ku li Somaya Manîsa li dar ketiye ne qezaya kar, komkujiyeke mezin e."
Şaredariyên Amed û Wanê: Em amadeyê alîkariyê ne
Hevserokên BDP'yî yên Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed û Wanê peyama sersaxiyê weşandin û dan xuyakirin ku ew amade ne ji bo gelê Somayê hemû derfetên xwe seferber bikin.
**
Nûçeyên eleqedar;
- Ji Wan û Amedê daxuyaniyên alîkariya ji bo Somayê
- 245 mirî hene, lê 120 karker hê nehatine derxistin


