Diyarname
Komeleya Mafên Mirovan îro kete 22 saliya xwe. Heta niha gelek rêveberên wê hatin kuştin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ku li ser mafên mirovan disekine di 17'ê tîrmeha 1986'an de ji aliyê 98 parêzvanên mafên mirovan ve hate avakirin. Ji wê rojê heta niha komele bi her awayî li ser mafên mirovan dixebite. Ji rêveberên wê bi taybetî yên kurd gelek hatin kuştin, Serokê ÎHD'yê yê berê Akin Bîrdal jî bi êrîşeke gulebaranê re rû bi rû ma û ji mirinê filitî.
Niha 34 şaxên ÎHD'ê li Tirkiyeyê û bajarên kurdan hene.


