Colemêrg
Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek ji bo pevçûna di navbera eşîrên li Colemêrgê pêk hat bi dawî bike hevdîtin kirin, da zanîn armanca bûyerên li Colemêrg û Amedê pêk tên ev e ku pêşî li hewldanên zêdekirina qezencên kurdan û ketina pêvajoya siyasî bigirin. Yuksek got ku li dijî polîtîkayên qirêj divê yekîtiya civakî bê bidestxistin, di asta herî jor de bên cem hev. Li gor Yuksek ew di mijara gihandina perspektîfa neteweyî ya demokratîk de xebatê dimeşînin.
Piştî pevçûna di navbera eşîrên Colemêrgê de pêk hat şûnde, Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek bi heyetekê re bi aliyan û saziyên sivîl û fermî yên bajar re hate cem hev. Yuksek çavderiyên xwe ji ANF’ê re nirxand.
Yuksek bi lêv kir ku roja gihiştibûn bajar alozî di asta herî jor de bûye û got ku piştî bi salan şûnde pisgirêkeke bi vî rengî ku hemû kes kişandiye nava xwe hatiye jiyîn.
Yuksek di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku hewl dane hemû kesên ku di nava pirsgirêkê de yan ne di nav de re hevdîtinê bikin û got: “Roja em hatin hewayek pozîtîf çêbû. Piştî hat bihîstin heyeta me tê bajar, bûyer rawestiyan. Piştî xebatên me kirin bêdengî çêbû, aramiyek hat sazkiri. Me hevdîtinên xwe hema hema temam kirin. Hinek aliyên teknîkî man. Em hewl didin ku xwarineke mezin a aştiyê bidin. Em hewl didin malbatan li hev bînin.
ARMANCA ME EW E BINGEHEK BÊ AVAKIRIN
Hevserokê DBP’ê Kamuran Yuksek da zanîn ji bo edaletê saz bikin xebatan dimeşînin û ji bo ji nû ve hinek pirsgirêk neyên jiyîn armanca me ew e em bingehen baş ava bikin. Yuksek bal kişand ser eşîran û got: “Pir zêde bi vê lîstine, texrîb kirine. Bi salan partiya me der barê veguhertina tevna sosyolojîk de xebat meşandin. Encamên diyarkirî jî derketine holê. Lê di demên dawî de dîsa di vê mijarê de sazbûna eşîran derdixin holê û em dibînin ku li ser wan siyasetê dikin û hewl didin bibin desthilatdar. Dewlet ji bo ku dîsa eşîran bike bin kontrola xwe, li dijî pêşengên eşîran nêzîkatiyek wisa nîşan didin. Em hinek encamên vê jî dijîn. Zemîneke cidî ya globalbûnê diafire. Em hewl didin ku li ser vê bixebitin. Me hewl da em vê ji holê rakin û yekîtiya civakî bi dest bixin, di mijara agihandina perspektîfa neteweyî ya demokratîk de xebatan bimeşînin. Em wisa difikirin ku ev polîtîkaya dewlet an jî hinek aliyan e. Di xebatên ku me li herêma kiriye de bi taybetî me xwest em balê bikişînin ser vê. Piştî Colemêrgê li Amedê jî bûyerên bi vî rengî pêk hatin. Ji ser avabûnên kontra yên wekî Hîzbullahê êrîş zêde bûn. Me xebat meşandin. Me ev şopand. Dehfdanên gelek cidî hene."
NAQOKÎ DERDIKEVIN HOLÊ
Yuksek bi lêv kir ku bi taybetî hewl tê dayîn pêşî li yekîtiya civakî û rêxistina gelê kurd bê girtin û got: “Bi geşedanên Rojhilata Navîn û pêvajoya çareseriya siyasî ya Tirkiyeyê re kurd yekîtiya civakî ya rêxistinê ava kirine û qezencên xwe zêde dike. Li dijî vê hewldanên wisa çêdibin. Polîtîkaya esas ev e. Mînak nakokiyên eşîrên Colemêrgê tê tevlihevkirin. Li Amedê jî kontrayên wekî Hîzbullahê bi ser welatiyan ve dibin. Li cihekî din nakokiyek din derdikeve holê. Em bang li gelê xwe dikin ku bibin xwedî helwest."
EV KÊMASIYA ME YE JÎ
Yuksek diyar kir ku li Colemêrgê bûyer xistine bin kontrolê û got: “Gelê me bi me bawer e. Dîsa hev û din hembêz kirin. Em ji bo vê bûn wesîle. Îhtîmaleke mezin dê xwarineke aştiyê ya mezin bê dayîn. Lê li vir naqede. Ji vir şûnde jî ji bo veguhestina tevna civakî û gihandina nirxên nû divê xebatên me bimeşin. Ev di çarçoveya xebat û berpirsyariya me de ye. Di vî alî de xebata me ya sereke ev e. Li bajar ji sedî 90 di alî siyasî de ligel me cih digirin û em di mijara civakîbûnê de pirsgirêkan dijîn. Xwerexnedayîna me divê ev be. Li Colemêrgê ger me ev çareser bikira dê wisa nebûya. Peywireke girîng dikeve ser milê ciwanên Kurd jî. Divê li dijî pirsgirêkên civakî bi hestiryartir bin.”


