logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Zimanê Min Ala Dengê Min

Qedexe, asîmîlasyon, tevkujî û jiholêrakirin a li gelan tê ferzkirin bi xwe re êş û azarên bêhampa anîn. Hewldana jiyana li gor çanda xwe, li ser axa xwe û parastin, pêşxistina ziman mîna refleksa hemû gelên bindest ên bûne hedefa polîtîkayên kirêt ên serdestan yên pişaftin ji holê rakirinê.

  • Dîrok: 05/09/2014
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Azîz Ogur

Qedexe, asîmîlasyon, tevkujî û jiholêrakirin a li gelan tê ferzkirin bi xwe re êş û azarên bêhampa anîn. Hewldana jiyana li gor çanda xwe, li ser axa xwe û parastin, pêşxistina ziman mîna refleksa hemû gelên bindest ên bûne hedefa polîtîkayên kirêt ên serdestan yên pişaftin ji holê rakirinê.

Êş û azarên gelê bindest ên di bin zilm û zorê de mîna hev in. Lê mixabin ji ber mêtîngerî, nexweşiyên desilatdariyê, nijadperestî û faşîzma hate meşandin ziman ên mîna kulîlkên bexçeyên gelan in yek bi yek tune bûn û hena jî bi hezaran ziman bi heman xeterê re rû bi rû ne.

Li gor daneyên Saziya Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde, Zanist û Çandê-UNESCO’yê ji 6700 zimanên di xetereyê de 2400 ji wan bi tunebûnê re rû bi rû ne. Li gor vê saziyê parastina zimanan bi rêbazên mîna; “Zedebûna hejmara kesên bi vî zimanî diaxivin”, “Nifş bi nişf derbaskirina ziman”, “Hebûna metariyalên ji bo fêrbûn, xwendin û nivîzandina ziman”, “Helwesta erênî ya saziyên dewletê li hember ziman û fermîbûna wî”, “Helwesta mirovan a li hember zimanê xwe yê dayikê”.

Gelê kurd jî yek ji wan gelane ku ji ber daxwaziya jiyana li gor çanda xwe û bi zimanê xwe êş û azar kişandin. Qedexe, tevkujî û polîtîkayên asîmîlasyonê dîrokek dûr û dirêj berdewam kirin. Lê belê jiyana xwezayî ya li çiyayên Kurdistanê, jina kurd û kurdewar ku nifşên nû bi zimanê dayikê afirand û gihand, hêza edebiyata devkî ya kurdî û berxwedana bêhempa ya sedê salan hemû polîtîkayên kirêt ên ji holê rakirina çand û zimanê kurdî vala derxistin.

Kurdan ne tenê li dij çandekê li dij sê çandên serdest desilatdariyên ereb, fars û tirk li ber xwe dan û zimanê xwe, çanda xwe parastin. Bi ziman û çandê re jî dikare were gotin hebûna xwe parastin. Naxwe hebûneke fizîkî ya ji ziman û çandê qut û asimîlebûyî wê ne jiyan bûna.

Li Tirkiyeyê ku salên 1970’yî rejîmên tevkujên çandî gihiştibûn ber qonaxa encamgirtina polîtîkayên asîmilasyonê. Lê belê tevgera PKK’ê û berxwedana ku 40 sale tê meşandin ev têkçûna bi lez û bez a gelê kurd rawestand û berovajî wê rewşê niha di her qada jiyanê de hebûneke kurd bi înkarvan û mêtîngeran daye qebûlkirin. Lê belê ev nayê wateya ku polîtîkayên asîmilasyonê û tevkujiya çandî rawestiyane. Di encama berxwedanê û zexta gelê kurd hin gavên taktîkî hatibin avêtin jî israra di înkarê de didome.

Qedexe li ser kaxizê rabûye, di pratîkê de polîtîkayên asîmilasyonê bê navber didomin. Divê were zanin ku niyeta dewleta tirk, hikûmeta AKP’ê ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, naskirina gelê kurd û dayina mafê van tev di helwesta wê ya ji bo mafê perwerdeya zimanê kurdî de diyar dibe. Heta mafê perwerdeyê neyê bidestxistin tu mafên din mîsoger nabin. Yanî mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî mak an dayika hemû mafên çandî, siyasî û civakî ye.

Lewra bi destpêkirina dibistanan re îsal jî boykota dibistanan wê pêk were. Ev boykot û çalakiyên di vê çerçoveyê de pêwiste ne mîna çalakiyên demî, boykoteke peryodîk a salane were fahm kirin.

Hêza vê boykotê û çalakiyan wê bibe bingehekî bihêz ê piştgiriya pêvajoya çaraseriyê û anîna ziman a gelê kurd a mafên rewa. Boykota dibistanan û çalakiyên ji bo perwerdeya zimanê zikmakî pêwiste mîna kilîda ku pêvajoyê veke û hikûmet-dewleta tirk neçarî gavavêtinê bike were dîtin. Ji ber ku mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî çavkanî û bingehê hemû mafan e, divê wisa were fahmkirin ku ast û şêwazê çalakiyên bi daxwaza vî mafî jî wê reng û şêwazê pêvajoya dema pêş a li Tirkiyeyê jî diyar bike.

*Gotina pêşiyan a Adige

 

05.09.2014, Azadiya Welat 

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Cafer Penahî bi şert hat berdan

ad

Bernameya Şa Performansê: Lîstik, fîlm li benda we ne

ad

Ji bo zarokan jî carnan tiştên baş dibin!

ad

Vê hefteyê 7 fîlm hene

ad

Li Rusyayê 8,8 erdhej çêbû, tsunamî gihîşt Kalîfornîayê

ad

Ji bo Facebook û Instagramê jî abonetiya bi pere tê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname