logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Ji bo perwerdehiya bi kurdî cihên pîlot amade ne

Li Amed, Gever û Cizîrê ku ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê wekî herêmên pîlot hatin hilbijartin, çêkirina dibistanan l

  • Dîrok: 14/09/2014
  • Beş: Nûçe

MÛSTAFA DOGAN/ANF 

Li Amed, Gever û Cizîrê ku ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê wekî herêmên pîlot hatin hilbijartin, çêkirina dibistanan li ber qedandinê ye. Bi vê dema nû ya perwerde û hîndekariyê re wê li dibistanên bi zimanê Kurdî jî ders destpê bikin. Ji bo dibistana li Amedê dest bi perwerde bike, zêdeyî sed serlêdan hatin kirin, li Gever û Cizîrê jî kontenjana sed xwendekarî tijî bûne. Li dibistanan li gel perwerdeya bi Kurdî wê zimanê Tirkî jî weke derseke hilbijartî bê xwendin. Ders wê ji aliyê mamosteyên ji KURDÎ-DER'ê ve bê dayîn. Dibistanên bi zimanê dayikê, tiştekî ji dewletê hêvî nakin.

Li Bakurê Kurdistanê sala nû ya perwerde û hîndekariyê ku wê di 15'ê Îlonê de destpê bike wê ji bo hefteyekê bê boykotkirin. Di heman demê de wê li Amed, Gever û Cizîrê yên weke herêmên pîlot hatine hilbijartin, yekemcar bi Kurdî perwerdeyê destpê bike. Serokê KURDÎ-DER'ê Sabahattîn Gultekîn da xuyakirin ku wan biryara boykota hefteyekê û daxwaza xwe ya ji bo perwerde û hîndekariya bi zimanê dayikê bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re aşkera kirine û anî ziman ku ew mafên xwe yên demokratîk bikar tînin. Gultekîn destnîşan kir ku gelê Kurd ev 90 sal in ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê têdikoşe.

Gultekîn diyar kir ku beriya niha bi 20 salan hebûna Kurdan jî nedihat qebûlkirin, peyva Kurd bi xwe jî weke rewşeke dikare welêt parçe bike dihat fêmkirin û got, "Ji rewşeke bi wî rengî em hatin roja îro. Êdî ne tenê li Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê yek ji aktorên divê biaxive ye. Yanî bi qebûlkirina peyva Kurd re ev welat parçe nebû."


BOYKOTA JI BO 5 ROJAN

Gultekîn da zanîn ku yek ji pirsgirêkên bingehîn ên çareseriya pirsgirêka Kurd pirsgirêka perwerdeya bi zimanê dayikê ye û axaftina xwe wiha dewam kir: "Em behsa pirsgirêka Kurd dikin. Gelo ev pirsgirêk çi ye? Yek ji mercên bingehîn ên naskirina gelekî, ziman û çanda wî gelî ye. Ji ber ku ev ziman takekesî nîne, kolektîf e. Gelek jiyana xwe bi têkiliyên li ser wî zimanî dide rûniştandin. Perwerde jî dikeve nava vê û divê ev ziman misogerî di perwerde û hîndekariyê de bê bikaranîn. Eger wê bi zimanê Kurdî perwerde û hîndekarî nebe, hingî em ê çawa ji pirsgirêka Kurd çareser re bêjin 'pirsgirêka Kurd?' We 90 salan polîtîkayên asîmîlasyonê meşandin lê nebû û em îro li vir in. Ji ber vê yekê em ji gelê xwe re dibêjin ji roja Duşemê û pê ve 5 rojan ji dibistana seretayî heta zanîngehê saziyên perwerdeyê yên dewletê boykot bikin. Em çima boykot kirin? Ji bo ku em daxwaza xwe ya perwerde-hîndekariya bi zimanê dayikê ji raya giştî re ragihînin, mafê xwe yê demokratîk bikar bînin."


HEZAR DIBISTANÊN TIRKÎ HENE, BILA YEK JÎ BI KURDÎ BE

Gultekîn ragihand ku ew ê îsal yekemcar li Amed, Gever û Cizîrê ku weke herêmên pîlot hilbijartin e dest bi perwerde û hîndekariya bi zimanê dayikê bikin û destnîşan kir ku bi Tirkiyeyê re pirsgirêkên wan nîne, bi tenê dixwazin bi zimanê xwe hîndekarî û perwerdeyê bibînin. Gultekîn anî ziman ku ji roja Duşemê û pê ve li sê herêmên pîlot, wê di asta dibistana seretayî de dest bi hîndekarî û perwerdeyê bikin û da zanîn ku li van dibistanên di asta pola 1. de ne, xwedî kapasîteyeke ji sed kesî ye.

Gultekîn got, "Li Amedê hezar dibistanên perwerdeya bi zimanê Tirkî hene û eger yek ji van bibe Kurdî ev welat parçe nabe" û anî ziman ku li van dibistanan mamosteyên KURDÎ-DER'ê wê perwerdeyê bidin, di nava vê perwerdeyê dersên matematîk û wêneyan jî hene.

EM Ê KÊMASIYÊN XWE JÎ BIBÎNIN

Serokê KURDÎ-DER'ê Gultekîn da xuyakirin ku ew hêvîdar in di sala pêş de perwerdeya bi zimanê dayikê qanûnî bibe û got, "Li van dibistanên li herêmên pîlot, em ê bingeh, pratîk û xebatên perwerdeya zimanê dayikê yên di dema pêş de li Tirkyeyê qanûnî bibe, nîşan bidin. Em ê kêmasiyên xwe yên pratîkê de jî diyar bikin? Em ê çi bikin? Em ê çawa bikin? Ji bo tecrûbekirina van mijaran me li herêmên pîlot dibistan vekirin."


SERERASTKIRINA DESTÛRA BINGEHÎN ŞERT E

Hevserokê Egîtîm-Sen Şaxê Amedê Yildirim Arslan jî diyar kir ku zimanê dayikê di sedsala 21'an de êdî mijara nîqaşê nîne. Arslan da xuyakirin ku ew rêbazeke demokratîk û aştiyane dişopînin û anî ziman ku ew li bendê ne di xebatên Destûra Bingehîn ên hikûmet dimeşînin de, di vê mijarê de guhertineke qanûnî bê kirin. Arslan destnîşan kir ku rewşeke neçarî ye ku perwerdeya bi Kurdî di nava Destûra Bingehîn de bi awayekî fermî cih bigire.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Amed Sporê Nîgde spor şand mal: 2-0

ad

Stranbêj Jan Axîn: Pîvana min a herî mezin rihê kurdî ye

ad

3 Bajarên Mezin, 5 Bajar û yên din

ad

Ji bo Bundeslîga û Super Lîgê biryar hat dayîn

ad

'Bav Bush' mir

ad

Zimanek kengî dimire?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname