Diyarname
Mebûsa HDP'ê ya Batmanê Ayla Akat Ata bi pirsiyarnameyeke ji Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu hin pirs kirin û xwest ew bi nivîskî bersivê bide.
Çend roj berê nûçe hatibû eşkere kirin ku trênên aîdê xetên Tirkiyeyê (TCDD) ji bo DAIŞ'ê cebilxane birine, trên ji ser rêya hesinî ya Entab-Nisêbînê derbas bûye li gundê Silib Qeran a girêdayî Tel Abyadê cepxane daniye û çeteyên DAIŞ'ê jî ew cebilxane birine gundên ew lê serdest in.x
Li ser vê û nêzîkbûna dewleta Tirkiyeyê ya li hemberî DAIŞ'ê Ata pirs pirsî.
Mebûs Ayla Akat Ata ji bo Davutoglu bibersivîne û meseleyê zelal bike ev pirs pirsîn:
1- Seferên trênan ên navbera Entab-Nisêbînê kengê hatine betalkirin?
2- Li ser îdîayên ku trênên TCDD'ê cebilxane ji bo DAIŞ'ê birine we qet lêpirsîn daye dest pê kirin?
3- Berê gelek cara çapemenî nivîsîbû ku bi TIR'an cebilxane ji bo DAIŞ'ê birine. We li ser vê yekê heta niha qet lêpirsîn daye dest pê kirin? Ger lêpirsîn hatibe dest pê kirin çi encam hatiye girtin?
4- Li ser agahiya çeteyên DAIŞ'ê li taxeke Enqereyê xebata rêxistinê dikin qet giliyeke gihîştiye ber destên we?
5- Çend kes hene ku li ser beşdarî DAIŞ'ê bûn yan di nav xebata rêxistinkirina wan de cih girtin de lêpirsîn hatiye kirin?
6- Ji bo li bajarên Tirkiyeyê rê li ber beşdariya DAIŞ'ê bê girtin a pêşî li xebata wan bê kirin hikumeta we tu devdîr girtine?
7- DAIŞ li herêmên li ser sînorên Tirkiyeyê ye komkujiyan pêk tîne. Di rewşeke wisa de li ser îdîaya ji Tirkiyeyê malzemeyên leşkerî ji bo DAIŞ têne şandin hûnê qet plan dikin ku ji bo zelalkirina meseleyê daxuyaniyeke bidin?
***
Nûçeyên eleqedar:
- Mebûsên kurd li ber NY'ê dikevin gireva birçîbûnê
- Turk: ‘Kobanî berxwe dide kesê piştgirî nede dijmin e’
- Demirtaş: Roj roja rûmetê, roja parastina pêşerojê ye
- Şer li kîjan aliyê Kobanî didome?


