logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Li Pirsûsê çavdêriyên dixtorekî

Birîndarên serê sibê anîn ji yên duh rewşa wan baştir e. Ev der nexweşxaneya navçeyê ye lê wekî nexweşxaneyek

  • Dîrok: 07/10/2014
  • Beş: Serbest

Emrah E*


Birîndarên serê sibê anîn ji yên duh rewşa wan baştir e. Ev der nexweşxaneya navçeyê ye lê wekî nexweşxaneyeke tam tije amûrên tenduristiyê dixebite. Heta ku em birîndaran bikaribin bigirin pirsgirêk nîn e. Piştî nîvro ji bo girtina 6 birîndaran em bi ambulansê dikevin rê. Her ku em nêzî sînor dibin pevçûn ji fikrekî, ji fîlmekî vediguhere rastiyê; pevçûn bi hemû rastiya xwe li p^şeberî me ye.

Dengê hawan, doçka û çekên giran kêm nabe. 20 metre wî alî Kobanî ye û hinek wî aliyê me di bin bombebaranê de ye.

Ji wî alî mirovên sivîl tên. Jinên ku extiyar û zarokên xwe kirine pişta xwe, mêr, zarok ji deriyê ku destûr tê dayîn bên bi lez derbasî vî alî dibin. Di rûyê wan de tirs û moralê xirabûyî heye. Jineke extiyar min hembêz dike û digirî. Peyv têrê nakin ku ez qala tirsa di çavên zarokan de û bêewlehiyê bînim ziman. Xebatkarên tenduristiyê û dixtorên Nexweşxaneya Dewletê ya Kobanî jî hene di nav gelê ku tê de. 2 dixtor û hin xebatkarên tenduristiyê biryar dane ku dê dest ji nexweşxaneyê ber nedin û li wir mane. Ji aliyekê ve bombe dibarin, ji aliyê din ve birîndar têne rakirin. Leşker yên ku  hatine navên wan qeyd dike û bi mînîbusan dişîne navendê. 2 mebûsên HDP'ê ji bo girtina birîndaran û girtina cenazeyan bi rayedarên wê derê re diaxivin.

Ji ber guleyê hawanê ku  çend caran li nêzî me dikevin em xwe diparêzin. Paşê ji ber ku ji bo ambulans û xebatkaran ne bi ewleye em li ciheke bi ewletir disekinin. Bi ambulansekê ji bo guhartina nobetê ez diçin nexweşxaneyê. Li ber nexweşxaneyê gelek qelebalix e, mirov hêrsbûyî ne. 62 birîndar û 9 cenaze hatine û agahiyên nexweş ji Kobanî tên. Yên digirin hene. Kêfa min tê ku di nav birîndaran de mirî tune ne. Hin agahiyên din jî tên, hêsir dikevin çavên me. Ji ber ku li her derê gel rabûye ser piyan û piştgiriyê dide berxwedanê moralê me baş dike. Em dikarin bi vî awayî bibêjin dê Kobanî têk neçe. Agahî tê ku DAIŞ'ên ketine taxa rojhilatê Kobanî hatine şikênandin, bi vê agahiyê em kêf dikin. Bajarê ku sê aliyê wê hatiye dorpêçkirin, aliyê wî yê bakur sînorê Tirkiyeyê ye. Armanca DAIŞ ew e ku vê eniyê jî bi dest bixe û bajar ji 4 aliyan ve dorpêç bike û komkujiyê pêk bîne. Birîndar wisa dibêjin, "DAIŞ'î pir in, em war dikujin, dikujin naqedin." Li hemberî hêza ku bi çekên giran bi ser wan de tên ber xwe dide Kobanî. Dem bi dem bi çalakiyên fedayî êrîşa neyaran têk dibe. Bi berdêlên mezin bajarê xwe diparêzin. Em li ber nexweşxaneyê li benda agahiyên ku bê ne. 

Ji bajarên derdorên û ji bajarên dûr dixtorên nû tên. Em ligel hevalên ku çend roj in li vir in diaxivin. Bi hestên me yên derbe xwarine carinan em bi tiştên eletewş dikenin. Carinan li nexweşxaneyê em alîkariya dixtorên ku li nexweşên normal dinêrin dikin. Şev sar e û dengê bombeyan ku ev demeke nayê bihîstin car caran tê bihîstin. Dengê bombeyan dilê me diêşîne lê em fêm dikin ku Kobanî hê ber xwe dide. Dê ber xwe bide jî... Di dema ku em hemû razin jî...

*Dixtorekî ji bo alîkariya birîndaran çûye Pirsûsê tiştên ku dîtiye di qada civakî de parve kiriye (06.10.2014) Ji bo rewşa wê derê bê fêmkirin me ev notên dixtor wergerand.


Parve Bike

Youtube Me

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Berendamên belgefîlm û kurtefîlmên Siyadê diyar bûn

ad

Tevgera Goran: Bila referandûm bê paşxistin

ad

Tabloyên Van Gogh ên hatibûn dizîn hatin dîtin

ad

Pirtûka wê hat qedexekirin

ad

Pêşangeha Pirtûkan: Herî zêde pirtûkên kurdî hatin kirîn

ad

TFF'ê cezayekî din giran li Amedspor û Çekdar Orhan birî

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname