Diyarname
Li gor lêkolînên dawî derket holê ku ev 9 hezar sal in em şîr vedixwin.
Kovara îngilîz Nature di hejmara xwe ya nû de li ser lêkolîna li ser şîr gotareke weşand. Di gotarê de lêkolînvanan daye zanîn ku wan li Rojhilata Navîn û li Balkanan li ser 2200 sihûnan lêkolîn kiriye û ev encam derketiye: 6 hezar û 500 sal berî miladê ve şîr tê bikaranîn û tê mihafizekirin.
Tê zanîn ku çêlek, mî û bizin ji 8 hezar salan ve ji bo rîs û goştên wan hatine bikaranîn. Lê ev agahiyeke nû ye ku ev nêzî 9 hezar salan in şîr tê bikaranîn.
Li ser şîrê agahiyên herî kevn li Îngilistan û Romanyayê derketibûn holê.
Amûrên ku li ser lêkolîn hatine kirin ji bakurêrojavaye Anatoliyê, ji Başûrê Ewropayê (Yewnanistan) û ji Ukraynayê anîne.


