logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
news-details

Komek nivîskarên kurd û dostên kurdan daxuyaniya piştgiriya Kobanî û Şengalê weşand

Komek nivîskarên kurd û dostên kurdan ku di nav de Îsmaîl Beşîkçî, Mehdî Zana, Hasan Bildirici, Nîzamettîn Arîç, Mahmut

  • Dîrok: 25/10/2014
  • Beş: Nûçe

Diyarname

Komek nivîskarên kurd û dostên kurdan ku di nav de Îsmaîl Beşîkçî, Mehdî Zana, Hasan Bildirici, Nîzamettîn Arîç, Mahmut Kilinç, Recep Maraşli jî hene daxuyaniyeke piştgiriya ji bo Kobanî û Şengalê weşand. Bangkiran 19'ê vê mehê daxuyaniya ku amade kirin ji bo îmzekirina niviskaran şandin û hin îmze kom kirin.

Em bêyî destê xwe bidinê daxuyaniyê diweşînin:

"Em kesên ku vê daxuyanîyê îmze kirine;

Gelê kurd ku di dîroka xwe de gelek caran bi komkujî,zilm, nefîkirin û mişextê re rû bi rû maye îro jî li Şengal, Kobanî û gelek deverên din bi armanca parastina hebûna xwe û xwedîderketina li hemû nirxên mîrovahîyê berxwedaneke bêhempa didomîne.

Gelê kurd bi armanca bidestxistina mafên xwe yên neteweyî bi her metodên demokratik û aştîxwaz tekoşînê didomîne. Em çawa  ku piştgirîyê didin vê têkoşîna demokratik û aştîxwaz, bi hemû hêza xwe pişîgirîyê didin têkoşîna meşrû ya xweparastin û hebûnê jî.

DAÎŞ li Iraq û Sûrîyeyê ne tenê li dijî kurdan, her wisa li dijî ereb, suryanî, ermenî, tirkmen, mesîhî, êzîdî, sunî, şîî, elewî, jin û zarokan jî wehşet û komkujîyeke ku di sedsala 21an emsalê wê tuneye, pêk tîne. Em vê şîdeta hov ya ku DAÎŞ li Iraq û Sûrîyeyê li ser grûbên etnîk, dînî û cinsî bi kar tîne bi tundî şermezar dikin. Her çiqas ev kiryarên qirêj yên DAÎŞê hinek piştgirîya sîyasî û civakî bigire jî, ev têgiha ku bi navê misilmanîyê tê kirin, divê li ser navê misilmanîyê neyê hesabkirin. Divê destûr neyê dayîn ku hem çanda civêkên misilman ya bihevrejîyana navxweyî û hem jî çanda misilmanîyê ya bi bawerîyên din re bihevrejîyana aştîyane dixwaze, neyê jehrkirin. Û divê destûr neyê dayîn ku di navbera gelan de tovên dijminatîyê bê çandin.

Di nav rageşîya berxwedana Kobanîyê de hedîseyên ku li Kurdistanê û li hin bajarên Tirkîyeyê rû dan, îşareta  mezin bû ku li ser bingeha cudayîyên dînî, mezhebi, bawermendî bibe sedema şerekî tund ya navxweyî. Di encama van bûyeran de bi dehan mirovên bêsuc hatin kuştin.  Li dijî van rûdanan hewcedarîya me bi helwesteke “aqilane” ya hevpar ya hemû rewşenbîrên kurd heye.

Bawerîya me ew e ku ji alîyê ol, mezheb, bawerî, felsefe, îdeolojî û sîyasetê ve ji hev cuda bin jî, mexdurkirina mirovên bêsuc dê di nav kuradan de bibe sedema kûrbûna şerê navxweyî û dê di encamê de jî di nav civatê de pêlên nefret û rikdarîyê bilind bibe. Li dijî rûdanên bi vî rengî helwestgirtineke hevpar pêwist e. 

Divê destûr neyê dayin ji mihrakên ku dixwazin li ser bingeha bawerî û îdeolojîyê dijminatî û nakokî derxin; divê fersend neyê dayin ji mihrakê ku dixwzin ji van bûyeran kêrê  bi dest bixin. Armanca me ew e ku em bikaribin pêşî li kesên bi hêsanî teslîmî van mihrakan bibin û bi kindarî bi birayên xwe re şer bikin, bigirin. Em dixwazin li dijî van rûdanên hov û kîndarîyê hîşyarkar bin.

Em naxwazin di nav civata kurd de carek din jî “birakujî” rû bide; em naxwazin xwîna gelên ku em bi hev re dijîn, ermenî, suryanî, tirk, çerkes, arap û xwîna xwedîyê bawerîyên wekî  elewî, sunî,  hristîyan, rêya  heq, kurdên êzdî û kakai birêjê. Divê em destûr nedin ku siberoja me bi xwîn û rikdarîyê bê reşkirin..

Di civata me de bi  awayekî aştîyane bihevrejîyana hemû grubên dînî, mezhebî, bawermendî û çandî têgiheke bingehîn e. Divê zordestî û serdestîya tu yekî li ser yê din tunebe; sazkirina têkilîyên hevûdu pejirandinê, rêzgirtina ji mafên hev re, dadmendî û giramîya girîng e. Ji bo vî yekê berî her tiştî parastin û bihêzkirina  aştîya navxweyî ya civakî pêwist e. Neteweya kurd bi sedsalan e di bin zordestîyeke tund û bê dadmendîyê de dijî, Îro jî neteweya kurd bi vê   zordestîyê, sirgunkirinên mezin û trajedîyên şer re rû bi rû ye û di bin tehdîda jenosîdê de ye. Têkoşîna maf û azadîya gelê kurd di heman demê de bi rêzgirtina maf û azadîyên navxweyî dikere geştir û bihêztir bibe.

Em li dijî şerê navxweyî, parçebûn û hevûdu têkbirinê ne. Divê em xwe bi cudahîyên xwe bipejirînin; bi zordestîyê tu hêz û tu kesî neşibînin xwe û di heman demê de rêzê li maf û hiquqa yên din bigirin; ya bingehin ew e ji bo têkoşîna gelekî bindest, ji bo parastina mafên mexdûr û mezlûman û ji bo dadmendîyeke sosyal em lihevhatî bin. Em li ser van têgihan banga dev ji şîdeta navxweyî berdanê û banga dostî û hevkarîyê dikin. 

Divê em di pêvajoya parastina mafên xwe yên demokratik ji zemînên meşru dûr nekevin; şîdetê bi kar neyînin; ji zimanê rikdarî dûr bisekinin. Ger problem hebin jî em banga çareserkirina probleman a bi metodên aştî û diyalogê dikin.

Wekî ku li Şengal û Kobanîyê pêk hat piştgirîyê bidin berxwedan û têkoşîna hemû civatên herêmê yên bi sirgun û komkujîyê re rû bi rû ne. Ji bo her cûr alîkarîyê destên xwe hildin..

19.10.2014"

Di nav kesên banga piştgiriya daxuyanî kirine jî ev in:

İsmail Beşikçi, Recep Maraşlı, İbrahim Sediyani, Ruşen Arslan, Şıvan Perwer, Nizamettin Arinç, Ali Haydar Koç, Hasan Bildirici, Hanna Beth-Sawoce, Prof. Dr. Dr. Ilhan Kizilhan, Bedirhan Epözdemir, Mehdi Zana, Dr.Janroj Keleş, Dr.Roni Demirbağ, KOMKAR E.v, Fehim Işık, Yusuf Serhat Bucak, Murat Satık, Çetin Taşcı, Mücahit Bilici, Cafer Solgun, Evdila Kopê, Nedim Baran, Bayram Ayaz, Seyidxan Kurîj, Ömer Ağın, Feride Laçin, Ceyhun Ran Arslan, Dursun Ali Küçük, Seher Erol, Abit Gürses, Aso Agace, Nuran Maraşlı, Faruk Aras, Celal Temal, Keya İzol, Mehmet Şeker, Fatin Kanat, Yüksel Aşar; Taner Bayrak, Fatma Kayhan, Şefik Pêşeng, Sinan Çiftyürek, Evrim Helin Sommer, Mahmut Kılınç, Hakan Taş, Doç.Dr. Osman Aytar, Nezir Akat, Sait Aydoğmuş, Reşo Zilan, M.Ali Yıldırım. HEVKAR e.V Hamburg, Fettah Tımar 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

BRICS dê cuda be

ad

Li gor Quranê pirtûkek li ser têkiliya cinsî

ad

Aysel Tugluk hat berdan (Hat nûkirin)

ad

Kişanak û Anli li Amedê berendam in

ad

Wezîrê Iraqê Husên: Divê Tirkiye hemû operasyonên xwe yên li Iraqê rawestîne

ad

Dozger dixwaze siyasetê li van qedexe bike

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname