logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

BRICS dê cuda be

  • Dîrok: 03/09/2023
  • Beş: Serbest

Kurdistan LEZGIYEVA*

Di encama civîna bilind a BRICS’ê ya 22-24’ê gelawê de li Johannesburgê biryarek hat dayîn. Pisporên navneteweyî jî derbarê vê biryarê de di pêşbîniyên xwe de pir bi tedbîr in. Pêkhateya komeleyê, ku niha di civaka navneteweyî de wekî hêza sereke ya ber bi cîhaneke nû ya pirqutbî ve tê hesibandin, endametiya xwe ducar kiriye - BRICS´ê Arjantîn, Misir, Etiyopya, Îran, Erebistana Siûdî û Îmaratên Yekbûyî yên Ereb jî vexwendine da ku bibin endamê wê.

Pirsgirêka sereke, ew bû ku BRICS di serdemeke bi tevahî cuda ya bipêşketina aborî ya welatên endamên wê hemûyan de hate afirandin. Demeke dirêj ne diyar bû ka çima ev kom qet hewce bû. Lêbelê, ji ber şert û mercan, koma BRICS´ê niha dest bi formulekirina wateyên xwe yên bipêşveçûnê dike.

Ev wate hê jî wekî bipêşketina domdar a ku di serî de li ser aboriyê, bazarên serbest û siyeseta bê tecrît hatiya ser ziman. Bi gotineke din, li ser pir navendîbûnê.

Ji bo berfirehbûna BRICS´ê, ev jî nîşanek pir girîng e. Di tifaqê de ne welatên "xeyidî" lê yên ku aboriya wan baş dimeşe, hene. Ev welatên hanê, ji piştgiriya aborî wêdetir, li tiştekî dinêrin. Berî her tiştî aramiya jeopolîtîk dixwazin û girîngiya xwe zêde dikin. Û ez dixwazim bibêjim, ev di siyaseta cîhanê de jî diyardeyeke nû ye.

Çîn dibe ku di vê forumê de ya herî tundraw bû û li gorî pîvanên xwe tevdigere. Lê belê, Pekînê soz da ku ji deh mîlyar dolaran zêdetir veberhênan li bipêşketina domdar a welatên din bike. Û ev pir xwezayî û normal e. Û bê guman, Çîn berevajî Hindistanê ji bo berfirehbûna herî zêde ya BRICS'ê radiweste. Ji ber ku Çîn BRICS´ê wekî firsendekê dihesibîne da ku pereyê yê neteweyî “yuan”ê ji bo rûniştinên di navbera welatên hevpeymanê de bi kar bîne. Bi vî awayî, ew bi niyeta xurtkirina pereyê xwe radibe, helbet li bazara navxweyî jî.

Her wiha Çîn bê guman, BRICS´ê wekî alternatîfeke maqûl ji gelek komên din re - heman G7 û G20’ê dihesibîne - dibîne. Wekî din, balkêş e ku gelek welatên din - yên wekî Hindistan, Brezîlya - bi pozîsyonên pir nermtir û ne ew qas kategorîk tevdigerin. Û niha di nava komê de ya ku ji bo gelek ramanan dibe lokomotîf, Çîn e.

Ez dixwazim balê bikişînim ser paradokseke balkêş ku niha derketiye holê: ji nişke ve, Çîn bi helwestên ku berê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nîşan didan, tevdigere. Ji ber vê yekê, wekî nimûne, deh-panzdeh sal berê, DYA'yê bazarên serbest pêşkêşî cîhanê kirin, her wiha nebûna polîtîkaya cezakirinê jî. Niha, Çîn ev rojeva ku DYA'yê bi bandor dev jê berdaye, girtiye ser xwe.

Û li vir bi taybetî girîng e ku Rusya dikare BRICS´ê pêşkêş bike. Wekî din, civîna bilind a sala 2024'an dê li Kazanê were lidarxistin. Bê guman Rusya dê bala xwe bide ser bipêşketina zanistî û teknolojîk, û ev yek bi ramana Çînî re hevaheng e. Û her wiha ji bo danûstendina perwerdehiyê û bê guman, ji bo aboriyeke serbest. Û ev bi temamî bi rojeva Rus-Çînî re li hev dike.

BRICS komeke navdewletî ye, hevbendiyeke ji pênc dewletan: Brezîlya, Rusya, Hindistan, Çîn, Afrîkaya Başûr. Ji 1'ê rêbendana 2024’an û pê ve tê plankirin ku Arjantîn, Misr, Îran, Îmaratên Yekbûyî yên Ereb, Erebistana Siûdî û Etiyopya jî tevlî vê komê bibin.

*Ji Ozgur Polîtîkayê hatiye girtin

 

** 

 

Nûçeya Eleqedar:

- BRICS'ê ji bo endamtî bangî 6 welatan kir

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dest danîn ser Şaredariya Sêrtê jî

ad

YPG û pêşmergeyan qala ‘Artêşa Neteweyî’ kir

ad

Ji bo Playboyê poz da û bû sedema nîqaşan

ad

Li Şîlî Pinera carekî din hat hilbijartin

ad

Li Helebceyê bêhna qehweya kezwanê bilind dibe

ad

Di sala 2014'an de çend pirtûkên bi kurdî hatin weşandin?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

  • 27 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname