logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Mîrza Ronî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Mîrza Ronî

Mîrza Ronî

Agir ji me re çi dibêje?

  • Dîrok: 24/06/2024

Bi yek derbê agir kete nav rojeva gelê kurd de. Agirê ku li jînwarên gundên Şemrex û Çinarê pêket, şewateke mezin li heremê pêk anî. Bi şewatê re dilê me kurdan tev êşiya û di encamê de heta niha 15 kesî canê xwe ji dest dan û gelek kes jî hêj birîndar in. Bi şewatê re tibabek qutê gundiyan û daristanên wan şewitîn. Her wiha gelek zîndewerên kovî di nav şewetê de mirine. Ji mîroyan em bigirin heta kîvroşkan hêlînên xwe di nav zevî û axê de çêdikin. Ango encama agirê ku dilê me jî şewitand gelekî mezin e.
Bi destpêka agir re hawar û qêrîna gundiyan li tevahî Kurdistanê û Tirkiyeyê belav bû, lê mixabin bersiva hawara gundiyan ji hêla kurdan ve jî dereng hat bihîstin. Ji xwe çapemeniya raya giştî û beşeke nijatperestên tirk nexwestin hawar were bihîstin û kêfa wan ji şewata Kurdistanê re hat. Erkdar û rayedarên dewletê, xwe di malên xwe de pîs kirin heta ku agir bi malên gundiyan ket. 
Rojekî hevalekî min ji min re çîroka xwe û kurê xwe anî ziman: Kurê wî dema ji nav bajêr vedigere mal, rê de lingê wî li kevirekî dialike û dikeve. Dema digihîje mal, bavê wî dibêje çima tu ew qas lewitî? Ew jî dijûna dike dewletê û dibêje, ez ketim. Bav difikire û dibêje ma çima tu dijûna dikî dewletê? Kur dîsa dijûna dike dewletê û dibêje, sedema ketina min dewlet e!
Li gorî vê çîroka bav û kur jî em lê binêrin, di rastiyê de sedema her tiştî di nav welatekî de biqewime berpirs; rayedar û erkdar in! Ango kî çi bêje bile bibêje sedema agirê ku welatê me dişewitîne dewlet bi xwe ye! 
Her sal wekî agirê îsal, agir bi daristan û zeviyên welatiyan dikeve. Wê demê divê gele kurd bi derfeta xwe bi xwe, çi bike?   
Amadekariya Agirvemirandinê 
Ji vî agirê ku dilê gelê kurd êşandî, divê gelê kurd û berpirsên gelê kurd şîretek baş ji xwe re jê derbixe û amadekariya xwe ya ji bo agir vemirandinê baş bike. Gelê kurd xwe li benda saziyên dewletê û teknîka wan ve bihêle dê her û her winda bike. 
Hewce ye; li heremên ku çandinê lê tê kirin û daristan lê hene saziyên xwezaperest werin ava kirin û hişmendiya xwezaparastinê di nav gel de belav bikin û gel xwe bi xwe li xwezaya xwe xwedî derkeve. 
Şaredariyên heremê divê li ser vê mijarê rawestin û di vî warî de bibin xwedî hêz û amadekarî. Hewce ye di bin banê her şaredariyê de bi teybetî demsala havînê teknîka agir vemirandinê amade be û Beşa Agirvemirandina Şaredariyên heremê; her roj zevî û daristanên welat kontrol bike. Her Şaredariyên bajarên Kurdistanê, dikarin bi rêya înternet û teknîka pêşketî her roj herema xwe kontrol bike. Dema bibînin çirûskek li nav zeviyeke an jî li daristaneke pê ket, demildest pêve biçe û hêj agir belav nebûyî bitemirîne. 
Mixabin niha dema agir gur dibe û bi hawara gundiyan tê bihîstin, heta teknîka Agirvemirandina Şaredariyan pêve diçe, agir har dibe û gelek windabûn rû dide. Welatî bi terektorên xwe hewl didin agir bisekinînin û ev jî nikare pêşiya agirekî gur bigire. Bo vê çendê hewceye teknîkeke baş û demildest pêşî li agir bigire. 
Her wiha şaredariyên kurdan dikarin ji bo xwezaparastinê yekîtiyeke hevpar ava bikin û di rewşên awarte yên ji xwezayê pêk tên de kordînekeye baş bikin û hêzeke mezin derxin pêş. Ev yekîtiya ji bo parastina xwezayê dikare heta teknîka hewayî jî amade bike û karekî serkeftî bimeşîne. 
Rastiyeke berbiçav e ku heke di derbarê mijarekî de mirov ne xwedî têgihîştin û amadekarî be çi biqewime mirov nikare encameke bi dilê xwe jê derbixe. Bo vê çendê hewce ye ji bo xwezaparastinê şaredariyên me demildest xwedî proje bin.    
                
     

**

Nûçe û nivîsên li ser şewatê:

- Li ser şewata Çinar-Şemrexê du agahiyên nû

- Agir bûye bûkaniyeke sor ji bejna welatê min re

- Bakirhan: Bila herêm wekî 'herêma afetê' bê qebûlkirin

- Konseya Amedê pêşrapora li ser şewatê belav kir; va ye bilanço

- Hejmara kesên mirin derket 12'an; va ne navên wan

- Li Mêrdînê şewatek din

- Fotoyên şewanê; dilê mirov diêşînin

- Li Şemrex û Çinarê şewat çêbû, mirî û birîndar hene

Hin Nivîsen Nivîskar

Qurmîcik

  • 05 Tîrmeh 2022

Gundî tev li mala Hesenê bedilkurt civiyabûn. Wekî her carê Eliyê Bavê Evdal rê nedida kesekî din biaxive, wê şevê jî axaftin qubale girtibû. Geh...

Rêya avakirina xwebûna kurdan

  • 04 Pûşper 2023

Van rojan rojave li Tirkiyeyê wekî tirşikê lê hatiye. Ji hêlekî v e rewşa siyasî ya Tirkiye û ji hêlekî ve rewşa çareseriya pirsgirêka kurd wekî du...

Wêje û çakûçê Kawayê Hesinkar

  • 10 Tîrmeh 2021

Li bêndera wêjeya kurdî, heta niha gelek berhemên giranbuha berhev bûne û ji bo gelê kurd bûne ronahiya dîrokê. Ji gelan re wêje û berhemdariya...

Hemû Nivîsen Mîrza Ronî

Mîrza Ronî kî ye?

Mîrza Ronî di sala 1980’î de li gundê Bêdara girêdayî Cizîra Botan hatiye dinê. Xwendina xwe ya fermî heta zanîngehê Zanîngeha Mêrsînê Beşa Avahîsazîyê ya du salan qedandiye.
Di sala 2008’an de li Cizîrê dibe aktîvîstekî zimanê kurdî û ji bo xebatê ziman pêşengî dike. Ji ber çalakiyeke li ser xebatên ziman hatiye girtin û demek girtî maye. Piştî berdanê ligel hevalên xwe kovara “Hawara Botan”ê derxistiye.
Di navbera salên 2011-2015'an de dîsa li girtîgehê maye û piştî berdanê ji bo Azadiya Welat xebitiye.
Ew endamê Komelaya Nivîskarên Mezopotamyayê ye.
Serokatiya Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek kiriye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
- “Tevna Çand û Ziman” (2017, Weşanên J&J)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?

ad

2017: Sersalê dê kîjan hunermend herî zêde pere kar bike

ad

Mehmet Aslantug ji TÎP'ê dibe berendam

ad

Mêr nikarin herin vê sînemayê!

ad

Deng û sewta Sînemê ji dinyayê çû

ad

Zarokên Sûrê bi şahiyê dilşad bûn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname