Di "Şêhneya Dînan" de eşqek bi şêwazeke qesîdeyî û bûjenî hatiye resimkirin.
“Ehleq veguheriye-dageriyaye zayendiyê, zayendî veguheriye-dageriyaye ehleqê, nakokî hevdu afirandine, şehwet veguheziye ehleqê, ehleq veguhezîye şehwetê, loma diyalektîka ehleqê û zayendiyê bi zimanekî xweser, cuda û bi ekla wêjeyeke xweser û guhertî hatiye rêsandin û resimkirin.”
Helbest welew şanoya me, bi kurtasî li ser diyalektîka jiyanê ye, li ser hebûn û tunebûnê ye, li ser bêwatebûna jiyanê ye, li ser mirinê ye, li ser diyalektîka eşqê, dojeh, bihuşt û arafê ye, li ser diyalektîka rihî ye, li ser diyalektîka paradoksa hestan û êqil e, li ser nakokiya egoyê, superegoyê û îdê ye. Feqet di “Şêhneya Dînan” de ji egoyê bêtirîn li ser diyalektîka superegoyê û îdê hatiye rawestandin. Îd û superego her du jî hêlên mirovî yên pirimîtîf in. Yek ehleqê (superego) dinimîne, ya din jî zayendiye(îd) dinimîne, ego jî pîvan e, yanê mêzîn e.
Berî her tiştî helbest an jî Şanoya M. Zahîr Kayan ji hêla mijar û şêwazê ve hinekî dişibe Melayê Cizîrî, Sekspîr û Dante, di her çar nivîskaran de şehwet, azwerî, dojeh û bihuşt û eşqa nûranî heye, feqet eşqa Dante eşqek xeyalî ye. Dante di serê xwe de ji xwe re karekterek afirandiye, dinyaya wî li ser wê eşqê ava bûye, hemû jiyana xwe û her tiştî bi vê eşqê ve girê dide. Yanê di vê eşqê de her tişt heye, ne eşqek hêsan e. Di Melayê Cizîrî de eşq metafîzîk e. Di M. Zahîr Kayan de hem metafîzîk e, hem jî metaryalîzm e. Dante, nivîskarekî ji hêla teolojiya alegorîk, retorîzmê de, di derûniyê de û ji hêla rihî gelekî pêşketî û dewlemend e. Dante eşqa xwe Beatrice di hundir serê xwe de kiriye firîşteyek loma jî Dante di xeyalên xwe de xurt bû, esil hemû dojeh û bihuşta Dante Beatrice ye. “Beatrice ji biresereke azweriyê veguheziye statuyeke firişteyekê û bûye xelasiya hiyeraşiya azadiya dêrê.”(1) di Dante de eşq çi qasî qasîdeyî be, ew qas jî giştî ye. Feqet di Melayê Cizirî de ew qas ne giştî ye, piranî eşqek îlahî ye, di Zahîr Kayan de hem qesîdeyî ye, hem jî bûjenî ye, feqet di Dante û M. Zahîr Kayan de şehwetperestî hîna zêde ye. Feqet M. Cizirî piranî bi hêla bawermendiyê li jiyanê nêrî ye. Yanê çavkaniya her çar nivîskaran eşq e, eşqek agirî ya hundirînî ye. Her çar nivîskarê me ji hêla hundir û ji hêla fikrî wekî êgir in. Feqet di Cizîrî û Dante de karakter hene, ango eşqa wan bi awayekî xeyalî welew rasteqînî be jî heye, lê ya M. Zahîr Kayan de karakter tune ye. Karakterê Zahîr Kayan hinekî ber bi monologiya hundirînî û herikandina derhişî ve diçe. Shakespeare jî helbestvanekî agirî ye, feqet ya ku di Shakespaere de hinekî kêm e eşqa qesîdeyî (îlahî) ye. Ne ku di Shakespeare de eşqek qesîdeyî tûmerî tune ye, tenê hinekî kêm e. Taliya talî helbestên M. Zahîr Kayan helbestên şewhetê ne. Bingeha helbestê xwe li ser elementa êgir hildaye, ango agir alava sehwetê, eşqê û dojehê ye. Agir hem Şehwet e, hem bihuşt e, hem jî dojeh e. Feqet agir jî eşq e. Di helbestên welew şanoya “Şêhneya Dînan” de tevgerên lîrîkîstîk û derîaqilane serîhildane. Şehwet di helbestê de dewsa eşqê û erotîzmê wergirtiye. Di Şêhneya Dînan de ya herî girîng û ya herî tê qalkirin têgeha “Şehwet”ê ye. Ya duyemîn jî “Eşq e” helbet bingeha eşqê jî ji şehwetê diwelide, ji ber ku bingeha eşqê haz e, çi eşq be, ferq nake ya ku eşqê dike eşq haz e ango hez e. Hez tune be, eşq jî dê tune be, dema ku ez dibêjim hez ez tenê behsa hestan nakim, raman jî hez e, vîn jî hez e, dibe ku ramanên baş, vînên xurt jî mirov jê hazê werbigire ango şehwetê jê wergire loma di helbestên-şanoya me de hem eşqek metafîzîkîst e, hem jî eşqek materyalîst e. Yanê hem eşqek bireserî ye, hem jî eşqek kirdeyî ye. Feqet her du eşq di nav hev de hatiye esirandin û dimsek şêrîn jê hatiye afirandin. Loma jî zimanê nivîskarê me zimanekî xweser û cuda ye.Têgehên ku di helbestê de hatiye şixulandin û bûye bena helbestê: zewq, şehwet, şeytan, dojeh, agir, afirandin, dilopa nûranî, şehwetperest, eşq, Xweda û hwd feqet ya ku maka helbestê û bingeha wê ava kiriye, şehwetperestî ye, eşq e û zewq e. Jixwe bingeha eşqê şehwet û zewq e. Kîjan eşqa bê zewq û bê şehwet e gelo? Eşqa bûjenî û ya qasîdeyî (îlahî) an jî eşqa metafizîkîst û ya materyalîst her du jî bingeha xwe li ser esasê zewq û şehwetê dibilindîne.
“Di temamiya dîwana Cizirî de peyvên wekî “nûr”, “nar”, “ronahî”, tîrêj”, şem, ateş, agir, şû’le, find û dojeh peyvên sereke yên vegotina rewşa evînî ne”(2) em dibînin ku heman peyvên ku pir zêde hatiye şixulandin hem di M. Zahîr Kayan de, hem jî di Cizîrî de heye. Loma Zahir Kayan nivîskarekî lîrîkîstîk û metafizîkîst e. Ji ber ku şopên metafîzîkê di Şêhneya Dînan de tijî ye, em li hin mînakan binêrin:
“ew tîrêja ku hûn dibêjin nûra Xweda ye, sirf dilopk e, di derya hebûnê de zerreyek e”(rp, 24)
“dêra eşqê de dilopek agir im ji ezel ta ebed, di qedeha zewqê de qurtek mey im ez”(rp, 24)
“eşq, bi ilmê şeytên, bi nexşên Xweda, bi dilqê însên hezkirina jiyanê ye di paşika jinêde” (rp, 26)
“şeytan dibê ez di xewna Xwedê de însan im, însan jî di neynika min de xwe şeytan dihesibîn”(rp, 26)
“bi narê şehwetê şewitîn dil, peritîn devûlêv, dudu bûn bûne yek, mêl dane hev tî/tî”(rp, 34)
Ji şêhneya dînan min çend rist rêzkir, di van ristan de pêga Dante û Cizîrî bang dikin. Peyvên ku Cizirî û Dante bo eşqê bikaraniye hema hema heman peyv giş di M. Zahîr Kayan de jî heye. Loma Zahîr Kayan daye dû şopa Cizîrî û Danteyî. Her sê nivîskar mijara wan eşq in, dojeh e, bihuşt e, Xweda û şeytan e, feqet şehwetperestî çavkaniya mijara nîvîsên Zahir Kayan e. Helbet di her du nivîskarê dinê de jî heye, feqet di Zahîr Zayan de şehwetperestî xwe gihîştiye lûtkeyeke abadînî. Zahîr Kayan di vê şêhneya dînan de em dikarin bêjin hema verişiyaye. Gotinên xweser, zimanekî taybet û xweser di berhema xwe de şixulandiye, zimanekî kemilî û xemilî ye. Zimanekî zewqê, şehwetê û zimanekî mesnevî ye. Loma taybet e û xweser e zimanê Zahir Kayan. Şêhneya dînan hem şano ye, hem helbest e. Yanê ekla herdu cureyan jî wergirtiye. Zewq û şehwet ji şanoya me welew ji helbestên me kêm nebûne. Esil şehwetperestî û zewq rastiya jiyanê ye, hem jî qelsbûna vîna mirov e. Heke em bidin dû zewq û şehwetên xwe, em ê bibin qamyoneke bêfirên an jî qamyoneke firêna wê teqiyayî, ya ku derhişiya mirov û binhişiya mirov derdixîne holê jî bêfirênbûna kamyonê ye. Aqil firên e û pedal e, lê hişmendî mifteya dîreksiyon û firênê ye, heke mifteya derhiş bifilite, qontrolkirina dîreksiyon û firênê namîne. Encam diyar e. Loma jî ferqa me û heywana hiş û aqil e. Wekî em dizanin gelek nivîskar û feylesof bingeha her tiştî zewq dî ne, hinekan jî gotine na divê mirov eqlê xwe û hişê xwe bernede. Feqet em dizanin ku em koleyên zewqên xwe ne. Ya ku di helbest û rihê nivîskêr de jî şehwet e, ango Zahîr şehwetperest e, helbestên wî jî şehwethelbestîk in. Çiqas em bi dîreksîyon bigrin û çiqas em pêl firênê kin jî talî hiş û aqil ne di destê mirov de ye, tenê em dibêjin qey di destê me de ye. Halbûkî piraniya mirovan hişê wan ne aîdî wan in, esil di vê serdemê de tew qet ne di mista mirov de ye, em bêfirên in. Îlîzyoneke em. Derveyî me rêveberê hişê me ye, ên dîtir pozîsyona hiş û aqlê me diyar dike. Yanê mifteya tu tiştî ne di destê me de ye û ne di destê tu kesî de ye jî, tenê em dibêjin qey mifte di mista me de ye em wisa dizanin, belkî jî em nizanin. Loma şanoya Zahîr Kayan welew helbestên wî herikiye, hiş û derhiş, binhiş ji wî derketiye, hiş bêfirên herikiye nava metnê, feqet ya balkêş çiqas derhiş herikî be jî gotinên wî , peyvên wî baqilanî hatiye nivîsandin, ango hişyar e, çi dinivîse hay ji xwe heye, xwe tam winda nekiriye, tenê wê hîsa windakirinê dide mirov yanê mîna yekî nîvhişyar be. Xweza, hiş û aqlê me dirûvîne, heman demê de em jî xwezayê dirûvîne yanê tiştekî diyalektîk e. Loma dibêjim destûra hiş û eqlê me tam welew bi awayekî teqez ne di mista me de ye. Ji bo çi ez behsa wan tiştan dikim ji ber ku şanoya welew helbestên şairê me li ser hiş, aqil û derhiş û binhiş e, ji ber ku yê ku mijara zewqê, şehwetperestiyê, dojeh, agir û bihuştê birêsîne, heman demê de mijara hiş, binhiş û derhiş dirêsîne û li gor psîkanalîzmê vana têkîldarên hev in. Ji hev ne cuda ne, ji hevdu ne xweser in. Îcar şehwetperestî an jî aqilperestî welew vînperestî kîjan e? Adem dev ji nefsa xwe bera neda û da dû şopa zewqê û sêv gez kir, ango serî bi nefsa xwe dernexist, vîn têk çû. Vîna xurt jî esil nefs e, ji ber ku tişta mirov jê hazê bistîne, ew tişt dibe zewq û şehwet, feqet, civak aqil e, ya ku mirov firên dike civak e. Lê civak hem qesas in, hem jî hişk in, dijderketina hin tiştan, şikenandina hin tiştan dijwar e. Loma jî ji rêderketin heman demê de temsîliyeteke dînbûnêyê ye li gor civakê, halbûkî ji rêderketin esil heqîqet e, rastî ye. Li gor civaka Sokrates jî, Sokrates yekî j rêderketîbû û kesên din jî ji rê derxistibû loma biryara qetilkirina wî dan. Em dizanin ku Sokrates heqîqet, dad û rastî diparast, tenê derdê wî rastî bû, Dante û Cizirî jî heman tiştan diparêzin, rêya wan jî li ser şopa heqîqet û rastiyê ne, helbet serdemên ku têde dijiyan û rewşa ku têde dijiyan ji hev cuda bûn. Heqîqet eşq e, hemû cureyên eşqê heqîqet in loma Dante, Cizirî û Zahîr Kayan mijara xwe kirine dojeh û bihuşt û eşq, eşqa ruhanî ango eşqa îdeayî, eşqa îlahî parastine, feqet di Zahîr de du cureyên eşqê hene. Yanê eşqa bûjenî û ya ruhanî her du jî heye. Şanoya me gelekî berfireh e, feqet çavkaniya wê piranî li ser metafîzîkê, materyalîzmê û diyalektîka rihî ya eşqê ye û li ser heqîqeta jiyanê ye, heqîqeta jiyanê jî eşq e. Eşq jî agir e û bêfirên e. Îcar kîjan eşq ne bêfirên e gelo? Eşqa bûjenî bêfirên e an jî ya rihî bêfirên e, welew ya qasîdeyî? Her sê jî ne bêfirên be gelo?
Çavkanî:
1) Kanona Rojava, Harold Bloom, rp 77, weş, Îthakî
2) Dîwan, Melayê Cizîrî, Belkî, rp, 10


