logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê
  2. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  3. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

Arjen Arî / Agirdank

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank

Her mirî bi gorna xwe

  • Dîrok: 07/04/2009

Diyarî bo hêja Jan Dost

Rehma Xweda li tevekê miriyan be.
Apê Şêxo hebû li gundê me, Xirbê Axê.
Gundê me bibêjim jî, hûn guh medin gotina min; li tevî min ne yê kesekî ye niha.
Xirbê Axê yê ku ne warê kesekî, wekî gotina pêşiyan, ‘navî giran e, mezelî wêran e’ dawiya dawî di sala 94'ê de li tevî qesr û xaniyên banax û şikeft û berqef, û rez û werzên xwe… ne zarok ne kal, ne mêr ne jin, ne in ne cin… tik î tenê ma.

Xweda tenê ye, dibêjin!
Ez jî tenê mam ji roja ku ji Xirbê Axê bi dûr ketim.
Û pê dihesim, pê dihesim ku rehên min her ku diçe wekî derxa av ji ser qut bûyî ber bi hişkbûnê ve diçin.

Gotine, ‘her dar li ser her axê şîn nabe’!
Na xwe, ez ne yê axa vî bajarî me…

Dihizirim di ber xwe de… û dimeşim. Dimeşim û dipirsim ji xwe: yên ku pişta xwe didin hezkiriyê, piştî pêlekê çima lê vedigerin?
Û madem ku diçin, piştî salên li biyanistanên biyan kîjan hest, kîjan dilîn wan vedigerîne?

Niha, li ser vî mezelê ku hemû miriyan berê xwe bi qubleyê vekirine, di nava evqas miriyên bikêl û bêkêl de rûyê Apê Şêxo yê ku salan ew mîna cawekî tîştîşî kiribû, dikeve bîra min.
Ew jî wekî van miriyên li Goristana Deriyê Mêrdînê bi dû telqîna malayî de, xelkê amade heqê xwe lê helal kiribûn, fatîheya dawî li mirî û saxan belav kiribûn û ew bi miriyên ker û lal re tik ê tenê hiştibûn û vegeriyabûn malên xwe.

Zindî li dû mirina miriyan digirîn an mirina xwe tînin bîra xwe û digirîn?

Gotine, ‘kî li dû miriyan mirî ye’?

Şemsa jina wî bû ya ku wê kêlîkê herî zêde li ber çûna kalo ket û neviyê wî yê di temênê min ê wê gavê de.

Gava ku bi neviyê xwe şa dibû digot, ‘bavkê min, kalkê min, Şexkê min’, û Şêxkê xwe di nava çengên xwe de dieciqandin; didiqdiqand, didiqdiqand…heta ku ji ken lal bibûya…

Ezraîl van salên dawî li Xirbê Axê berê xwe dabû rihsipiyan; hema bêje kalên di temenê Apê Şêxo de hemû biribûn…

Di dawiya emrê xwe de hew melayê gund, neviyê wî Şexkê û berberoşka dîwarê mizgeftê hewalên wî yên herî nêzik bûn.
Carina ku bangî Şexkê xwe dikir, ez jî ji ser bênderan bi bayê bezê bi Şêxkê re diçûm, li tehêla kalo bi temtêla wî, li qelavîskan rûdiniştim û min jî pişta xwe dida dîwêr. Şêxo, Şêxkê xwe dixist dawa xwe û bi her du guhên wî hişk digirt û digot: Ku tu herî nava bistanekî, wa binêre, wa binêre…Ku te nêrî kesek nîn e, zebeşekî hilke ji erqê binî’ û pê re guhkên Şexkê xwe mîna tu tayek geya hilqetînî dikişand û ji nişkê de ji nava destên xwe berdidan!
Piştî her wisakirinê, Şêxkê bigota ‘kalko… tu guhên min diêşînî’ jî, kalo bi dû her şabûnê de ev peyv ji devê xwe dipekand:
- Heyat girêkeke xirboqî ye, Şêxkê min!

Min fam nedikir wê gavê bi aqilê xwe yê zarokî ka girêk çi ye, xirboqî çi ye.

Jixwe ew jî ne di nava cihê xwe de li malê; destê êvarê li ber dîwarê mizgeftê  serê wî bi ser kopalê di dest de xiliyabû, hema li wir Xweda emanetê xwe jê stendibû.

Piştî ku çû rehmetê, zarokên wî bi çengê pîredêya xwe girtin, zevî û zolên xwe bi nîvheqekî firotin û lingo bi qurbano, berê xwe dan Edeneyê.

Berê min jî, piştî salan ket xopanê vî bajarê ku niha lê dijîm…
Hûn ê jî nas bikin vî bajarê ku miriyên xwe avitine derveyî sûr û kelehên xwe.

Li vî bajarî her mirî bi tena xwe ye…

Apê Şêxo jî bi tena serê xwe çû!

Lê; hinin hene ku li ser piyên deh hazaran têne nava vî mezelî… lê li vegerê, zindî ku vedikişin ji ber ser û pêyê wan ew jî wekî Apo Şêxo bi tenê dimînin di mezelê xwe de!

Jixwe gotine, ‘kî ketiye tirba kê’!
Û gotine, ‘mî bi lingê xwe, bizin bi lingê xwe’!
Ez jî dibêjim her mirî bi gorna xwe…

13/10/ 08

arjenari99@yahoo.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Vaqayîname*

  • 25 Tîrmeh 2009

Bi pêşketina alavên ragihandinê; enternet, ename, peyamên telefonên destan re nameyên ku bîhna hibrê li tevî dilsoziya yê şandî re jê difûriya, hima...

Li dor “nameya li ser baskê kevokê”*

  • 20 Sibat 2010

Li dor “nameya li ser baskê kevokê”* û şaxê zeytûnê, serhawe       gelek kevok firînspî spî, ji ezmanê şîn î...

Ez

  • 16 Rêbendan 2010

di binê her kevirekî de ez di binê her latê de ez zarokê d’ betnê diyê de me dişeniqînin ya Elî, min digurînin bi kêra komarê peza qurbanê me ez...

Hemû Nivîsen Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Diya nivîskar Cihan Roj mir

ad

Li Hesekê rewşa dawî

ad

Wêje nikare xwe ji aborî, ol û erka siyasî biparêze.

ad

Payîza bêguneh

ad

Jinên îngilîz bi zorê pîzza xwarin!

ad

Mbappe seqet bû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

  • 25 10 2026
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname