Kekê Enwer Karahan silav
Ez hêvî dikim tu baş bî.
Heta niha û ji niha û pêde jî ne terciha min e ku ez xwe bidim nîqaş kirin. Qet ez naxwazim ez bibim parçeyekî nîqaşan. Û bi rastî jî dema min nîn e ez bersivê bidim kesên ku tiştan li ser min dibêjin. Bi têra xwe karê ku ez bikim heye, bi têra xwe karê ku ez dikim heye. Ji bilî van karan ez nikarim dema xwe ji bo nîqaşên li ser navê xwe, navên din veqetînim.
Lê ji ber ku te di quncikê xwe (1) de qala min kiriye, hinekî jî diyar nebûye mesele çi ye ez mecbûr im vê nameyê binivîsim. Ev nameya min a yekem e wekî çapkirî ji bo te û wê ya dawî be jî. Wekî dubare: Ez ji nîqaşa li ser kesan aciz im.
Wekî di maila ku min ji te re şandibû de ez li vê derê eşkere bibêjim: Xwarziyekî min ê tenê heye. Ew jî bi nexweşiya LOSEMÎ ketiye. Ev nêzî du salan e gelek dema me li nexweşxaneyê derbas dibe. Carinan wisa çalakî çêdibikin, ez dixwazim herim bişopînim, lê ji ber vê yekê ez fersendê nabînim. Ez ji dilê safî bibêjim, min dixwest ez konferansa te ya li Stenbolê bişopînim.
Çend sedem hene:
- Ez rojnamegerekî me û ez tiştên wisa dişopînim; heta ji destê min bê.
- Ez meraq dikim ka aliyên kurdan, kî çi, li ser kî dibêje û bi giştî tiştên wisa ez dişopînim.
- Helbet ez xwedî fikran im, lê ez çalakiyên derdorên kurdan ên cihê dişopînim û nûçeyê çêdikim. Ger tu mînak bixwazî min heta niha gelek çalakiyên li Kurd-Kavê şopandine û min nûçe jî çêdikire. (Ger tu bixwazî ez lînka van nûçeyan ku di Diyarnameyê de hatine weşandin ji te re bişînim.)
- Ez bi xwe nûçeyeke neşopînim, ez dê çawa bikaribim li ser binivîsim? Û di vir de ez tişteke din diyar bikim: Diyarname wekî gelek malperên kurdan hema çi mail jêre bê naweşîne.
Mînak ji gelek malperên me re weşanxaneyên kurdan mail li ser weşanên xwe dişînin, ew malper jî mail çawa hatibe hema wisa diweşînin. Em wekî Diyarname vê yekê nakin. Bi taybetî li Tirkiyeyê weşanxane dema berhemeke xwe negihînin me em li ser nûçe çênakin.
Yanê em heta dikarin em dişopînin, li gor wê tiştinan li ser dinivîsin. Wekî dubare; Dema ez nikaribin konferanseke bişopînim ezê çawa tiştan li ser binivîsim?
Û çend gotinên din:
Wisa diyar e ku fikra min a li jiyanê, li tevgêrên kurdan û fikra te ne yek e. Ne mecbûr e yek be jî. Ez vê yekê nakim pirsgirêk. Wekî min got li gor xalên jorîn ez tevdigerim, ez nabêjim "kekê Enwer wisa difikire, wê çaxê ez nûçe li ser çênekim".
Ew weşangerê te yê ku tu qal dikî (Muslum Yucel) kî çawa nêz bûye, min eleqedar nake. Tu gotinê dibî û tînî, tu bi awayekî nîşan didî ku ez jî (bi gotina te) wekî "Birayên me" difikirim û tevdigerim. Lê ger te ji roja ku Diyarname derketiye şopandibe miheqeq te têde dîtiye ku li ser pirtûkên ku Muslum Yucel derxistibûn Diyarnameyê nûçe weşandine. (Ger tu bixwazî ez ji te re lînka nûçeyan bişînim)
Dîsa ez her salê lîsteya pirtûkên ku li Tirkiyeyê derdikevin nûçeyekê çêdikim, lîsteyê pêşkêş dikim. Di vê lîsteyê de navê pirtûkên hemû weşanxaneyên kurdan ên li Tirkiyeyê derbas dibin û têde navên pirtûkên te jî hene. (2)
Xêra xwe qala navê min neke. Ez naxwazim bibim parçeyeke nîqaşan. Ger tu yan kesek din dixwazin dikarin karê min, weşana Diyarnameyê nîqaş bikin. Ger Diyarname alî digire wê jî eşkere bikin, lê navê min lê nekin.
Di nivîsa Diyarê Me (3) de ku bûye sedema vê nivîsa te jî ez bibêjim: Her kurdek ji ku tê bila bê, ez dema dibînim ez pêre sohbet jî dikim, nîqaşê jî dikim. Gotina ku di vê nivîsê de hatiye gotin li ser vê armancê hatiye nivîsin. Ez careke din dubare bikim: Min bizanibiya Helîm Yûsiv te dawet kiriye û tu jî neçûyî bernameya wî helbet minê bi te re li ser vê nîqaş bikira. Minê bikira ka fikrên te fêm bikim çima tu neçûyî. Lê vaye ew gotin bû sedema ew qas nivîs û demê.
Ez gotineke jî dixwazim li ser Helîm Yûsiv û te bibêjim. Te wisa gotiye: "Helîm Yûsivî çawa rêya xwe şaş kir û ez dawet kirim, bi rastî jî min heta bi niha jî fahm nekiriye. Ji xwe belkî min qebûl bikira jî (heger komîser pê bihisyana) wan qebûl nekiraya."
Di vir de mirov dikare vê bibêje: Ger Helîm Yûsiv te dawet kiribe, gotinên te yên ku heta niha kesî di malper, weşanan de cih nedabe te vala diçin. Ger tu neçûbî, tu êdî nikarî bibêjî çima cih nadin min û berhemên min.
Û gotina te ya "Ji xwe belkî min qebûl bikira jî (heger komîser pê bihisyana) wan qebûl nekiraya" êdî li hewa dimîne. Di vir de diyar dibe ku tu pêşdarazî tev digerî. Tişteke nebûye, tu wekî bûye qebûl dikî.
Û ger tu biçûya, "komîserên" ku tu dibêjî nehişta tu derkevî bernameyê wê çaxê ji erd û ezman tu mafdar bûyî, lê biracan niha tu neheq î.
Wekî gotina dawî, ez hêvî dikim rojeke tuyê dev ji gotina “Birayên me” yên di nav neynûkan de hatine nivîsîn berdî û birayên me jî bi çavê “birayê me” li te û kesên din nenêrin.
Digel silavên biratiyê
1- Ber bi konferansa Diyarbekirê ve û helwesta "Birayên me", Enver Karahan, Malpera Nefelê
2- Berhemên ku di sala 2005'an de derketin
- 2008, lîsteya pirtûkên kurdî
3- Li ser rojeva kurd çend not


