logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Ji bo lîsteyê weşanxaneyan çiqas alîkariya min kir?

  • Dîrok: 19/01/2020
Bêyî ez navên weşanxaneyan binivîsim di vê nivîsê de ezê hewl bidim ku bi hin notan helwesta weşanxaneyên kurd nîşan bidim.
Ev 13 sal in her serê salê ez lîsteya pirtûkên bi kurdî yên ku li nav salê derketine amade dikim. Li nav xelkê sazî hene vî karî dikin, mixabin li cem me saziyeke wisa nîn e, lewma bar ketiye ser milên min. Ez ne bi gazinc im lê weşanxane jî alîkariya min nakin. Tiştên ku min aciz dike ev e.
Notên ku ezê niha parve bikim salên borî jî derketine holê belkî jê zêdetir. Ji bo ku sala bê ez hinek din bi hêsanî û bêyî zêde biwestim lîsteyê amade bikim dixwazim van notan bi we re parve bikim.
De fermo:
- Min 10'ê meha 12'yan ji li dor 20 weşanxaneyên kurdan re peyam şand û ji wan lîsteya pirtûkên wan ên bi kurdî xwest.
- Min lîsteya bi kurdî xwest lê wan lîsteya xwe ya tirkî û kurdî tev şand. Ji bo çi? Çi pêdiviya min bi a tirkî heye?Ma min a tirkî xwestiye? Ez radibim ji navê yên kurdî dineqînim. Ev yek jî dibe bar ji bo min. Halbûkî ew bineqînin dê barê min jî sivik be.
- Ez ên îsal dixwazim û çapa yekem dixwazim, ew ên kevn û çapa nû (çapa diduyan) jî dişînin.
- Hin ne lîste, yek bi yek navê pirtûkê ji ser peyama facebookê re ji min re dişînin. Ji ber ku her pirtûkek carek de şandiye, hemû ne bi hev re ne facebook destûrê nade ez bi carek de kopî bikim û ez radibim yek bi yek wan kopî dikim. De bifikirin çiqas barek giran. Halbûkî navê hemûyan bixe wordek û yek carî de bişîne, ezê jî yek carî de bigirim.
- Ez bi ser faceyê re peyamê dişînim (ligel ku dibîne û peyamê dixwîne jî) bersiv nayê; dûre ji ser whasapê re dişînim (bi heman awayî), dûre bi telefonê digerim. Yanê ji bo lîsteyê bigirim bi çend caran divê bigerim...
- Ez ji bo lîsteyê navê pirtûkê, navê nivîskar û cureyê pirtûkê dixwazim, lê ji weşanxaneyek lîste tê ligel navê pirtûkê ev jî hatine nivîsîn: "edîtor", "basili metaryal" nizanim çi... Ê heyran min edîtor nepirsiye, hûn çima min aciz dikin?...Û di lîsteya we de çima tirkî heye û ew tirkî ji min re jî tê? Hûn dizanin ezê yek bi yek van jê bibim û herhal hûn texmîn dikin ezê hê zêdetir biwestim ne?
- Ligel ew qas peyam û geriyanê jî dema min lîste weşand jî hin weşanxaneyan lîsteya xwe neşandibû. Min jî notên li nav salê girtibûn ew di bin navê wan de weşand.
- Yên kêliya dawî şandin jî hebûn.
- Ha, yên ku cih de bersiv dane jî hene, lê di nav hemû lîsteyê de sedî 20 e rêjeya wan.
- Divê vê jî ji bîr bêjim, min ji Weşanxaneya Sîtavê re peyam şandibû diyar e ku şaşiyek çêbûye nedîtiye. Berî salê bi 5-6 rojan tam ezê carek din lê bigeriyama, xwediyê weşanxaneyê Qahir Bateyî geriya û pirsî "tu îsal jî lîsteyê çêdikî yan na, ez ji te re lîsteya me bişînim"... Weşanxaneya herî baldar ew derket û sipasî heq kir.
Bi kurt û kurmancî wekî her sal îsal jî min kedek mezin da. Lê divê wêşanxane bizanibin ku ev kar ne ji bo berjewendiyên min ên şexsî ne, berî her tiştî ji bo berjewendiya we û paşê ji bo me hemû kurdan e. Pirtûkên we yên ku li nav salê we ji me (rojnamegeran) re neşadine û belkî li cihek nûçeya wan çênebûye jî di dawiya salê di vê lîsteyê de belav dibin û bizanibin ku her sal ev lîste ji aliyê hezaran kesî ve tê xwendin.
Bi hêviya sala bê emê bikaribin lîsteya xweşik xweşiktir û têkûztir saz bikin.
***
Lîsteya ku em qal dikin:
- 2019: Fermo hemû pirtûkên kurdî yên 2019'an de derketine
 
 

 ************************

REKLAM:


www.dngrup.com/ 
 
************************* 
Hin Nivîsen Nivîskar

“Ez dixwazim bi te re razêm”

  • 03 Rêbendan 2007

Got: Ez dixwazim bi te re razêm.Şaş bû. Wekî ku bêje ‘Çi?’ lê nêrî. Belê şaş fêm nekiribû,  dixwest tenê ji bo carekê pêre...

Kîjan kurd dê dengê xwe bide van?

  • 29 Kewçêr 2015

Ji aliyê AKP'ê ve gelek gotin hatin kirin. Wisa hatin gotin, "PYD terorîst e", "PYD ji DAIŞ'ê bi talûketir e".Wekî din?Ma hewceye em qala "AKP ji...

Rojekê dengek hat ji Geverê!

  • 16 Pûşper 2008

 10'ê mehê. Serê sibê. Her kes rabû. Kincên xwe yên xweşik li xwe kirin. Berê xwe dan Qada Sporê.Û 25 hezar kes hatin cem hev. Diruşm avêtin:...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Binêr postager bûn polîs!

ad

Kazim Oz li Duhokê Xelata Derhênerê Herî Serketî girt

ad

Îro 5 nûçeyên derketine pêş

ad

Gelo mirov dikare bêje "Komar an jî dewleta Agirî?"

ad

Festîvala Fîlmên Bêasteng didome

ad

'Gotina Deryayê' hat!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname