Di edebiyata her gelî de, xebat û hewldanên ji bo geşkirin û pêşxistina edebiyatê hene.
Rexne, beşên wêjeyê yên di zanîngehan de, dersên di dibistanan de, enstîtu, komele, mihrîcan ... û hwd.
Pirî caran, ev hemû li ser hev têrî nakin; dewlet, sazî dîsa bi heman mebestê, pêşbaziyan li dar dixin, xelatan datînin. Her wiha, pêşbazî û xelat jî li ser navê kesayetiyên wêjeyî, zanyarî, hunerî û carinan jî li ser navê hin saziyên bi mijarê ve girêdayî pêk tên.
Bêşik e ku pêvajoyên mîna pêşbazî û xelatdayînê, di her rewşê de, bandoreke erênî li pêvajoya nivîsê dike. Bi van xebatan, qad germ dibe. Hewes û hêrs, hêza pênûsê xurtir dikin. Hem ji hêla madî ve, hem ji hêla rûmetî ve derûniyeke geşkirdar derdikeve holê.
Helbet, di hin qad û rewşan de, mebestên siyasî û konjukturel, dibine sedemên hin neheqî û neyîniyan jî. Lê ku mirov van kirûyan li derveyî mijarê bihêle, di xwezayî û xweseriya edebiyatê de xelat bi serê xwe kirûyek û her wiha pêdiviyeke ji bo geşbûn û pêşketina wêjeyê.
Ji vê pencereyê ku mirov li qada navneteweyî li cîhana wêje û hunerê binihêre, ev yek gihiştiye asteke bilind û xwe bi sazî û rêbazan tekûz kiriye. Mirov dikare bibêje, ev yek di pêvajoyê de rista xwe dileyize.
De îcar ku em ji pencereya mitbexa qada xwe, ango ji hêla wêje û huner kurdî binihêrin; tiştekî bi rêk û pêk, ber bi çavan nakeve. Ligel ku di roja îroyîn de, ev pêdiviyeke lezgîn be jî, sazî û rêxistinên heyî, kar û xebatên bi vî rengî nakin. Helbet hin xebatên ku têne kirin hene lê mixabin ev pir pir hindik in.
Bêşik, ji ber ku tu agahî û daneyên giştî di destê me de nîn in, gotina me tenê li ser Bakur e. Di vî warî de, ya herî berbiçav, Pişbaziya Çîrokan û Helbestan a Huseyîn Çelebî ye ku ev hijdeh sal in tê lidarxistin. Dîsa li ser navê Îsmet Baycan ev şeş sal in pêşbaziya helbest û çîrokan li dar dikeve. Saziya çand û hunerê ya Bajarê Wanê, Şaredariya Sûrê û Şaredariya Amedê ya Bajarê Mezin hin caran bi vê mebestê pêşbaziyên, çîrok, şano û hwd li dar xistine. Hindik bin jî ev hewldan hêja ne.
Ku mirov di nav çarçoweya mijarê de binirxîne, ligel ku pêdiviyeke zêde di vî warî de heye, kesayatî û mijarên ku mirov dikare li ser navê wan xebatên navborî bike jî heta em bêjin bes hene. Ji Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanê, Erebê Şemo bigre heta bi Cîgerxwîn, Musa Anter; ji lehengên efsûnî Kawayê Hesinkar bigre heta bi Kawayên Hemdem, kes û kesayetiyên hêja, delal û bi rûmet li hêviya hewldanên wisa ne.Dîsa, wekî mijar û qad; ‘egîdîtî’, ‘aştî’, ‘jin – jiyan’ , ‘dengbêjî’ ‘vejînî-berxwedan’, ‘mişextî’ û her wiha mijarên din jî dikarin bibin pêşeng ji bo hewldan û xebatên bi vî rengî ku hemû jî karibin bibine hêmanên bandorker yên di pêvajoya bipêşketina rewşenbiriya kurd û her wiha nivîsariya kurdî.
Ji vê derê ez dixwazim bême ser xebatên komeleya EGÎTÎM-SEN, Şaxa Amedê. Ligel ku saziya navborî, di qada têkoşîna kedê û her wiha qada perwerdehiyê de xebatê dike jî, ev çar sal in ku xebatên bi vî rengî ango mijara wêje hunerê jî kiriye kar ji xwe re. Bi vê mebestê, ev çar sal in, li ser navê zarokê neh salî ABDULLAH DURAN ku roj li nîro, li gastîna Amedê de hatibû kuştin, pêşbaziya çîrokan li dar dixe û her wiha jî xelatan dide. Dîsa li ser navê zarokê kurd ENES ATA’yê neh salî ku di heman kat û qadê de, bi heman hovîtiyê hatibû kuştin şahiya bafirokê li dar dixe. Yek xebata hunerî jî li ser navê keça kurd CEYLAN ONKOL’a ku li gundê xwe, li ber karikan bi guleyên hawanan bi hovîtiyeke nedîtî hatibû kuştin, pêşbaziya wêneyê li dar dikeve.
Lê ya rast ew e ku saziyên mîna Enstîtuya Kurdî, yên mîna Komeleya Nivîskarên Kurd, yên mîna weşanxaneyan, şaredarî û her wiha saziyên çand û hunerê û saziyên pîşeyî vî karî bi rêk û pêk û ya herî girîng bi hêzeke mezin li dar bixin.
Ez di wê baweriyê de me ku her hewldaneke bi vî rengî dê rûpeleke din li wêje û hunera kurdî zêde bike. Bêşik her hewldaneke bi vî rengî, dilopek xwîne ji bo ziman, çand, huner û wêjeya kurdî.


