logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Li Ser “Bîr”ê Cend Gotin: Kurdên Elewî û Xarosan

  • Dîrok: 06/01/2014
Peyva “bîr” di kurdî de du wateyên xwe yên girîng hene. Ya yekemîn, “bîra avê” ye, ya duyemîn, “bîra mîrovan” e. Her du “bîr” ji bo berdewamiya jiyanek durist pir girîng in.
“Bîra avê”, qula kûr a di erdê de hatiya vekirin a ku ava binerdê tê de berhev dibe û li gor hewcedariya mîrovan ew av tê bikaranîn. 
“Bîra mîrovan” jî wekî “bîra avê” quleka kûr a di hişê mirovan de zanîn, hînbûn û ceribandina mirovan tê de berhev dibe û her ku hewcehiya mirov pê hebe bi kar tîne.
Dema min “bîra” me ya kurdan anî berçavên xwe resmek wiha di serê min de çêdibe: Dijminên kurdan sed sal in ji hêlekê ve kurdan qir dikin ji hela din ve “bîra mirovên” kurd dimiçiqînin, “bîra mîrovên” kurd ji zanîn, hînbûn û ceribandinên wan vala dikin; paşê ji nû ve bi zanîn û hînbûnekên serûbinkirin û derewîn û ceribandinên çêkirî, an jî bi çîrokan tije dikin. “Bîra mirovan” bi çi tije be, mirov baweriya xwe bi wê tînin. 
Qes sê sal berê di nivîseke xwe ya di Diyarnameyê de, min gengesiyeke di navbera min û pismamên min ên bi salan in me hev nedîtine de nivîsandibû.* Gengeşiya me li ser civaka me,  kurdên elewî bû. Pismamên min îdîa dikirin ku “em ne kurd in, em tirkên ku ji Xorosanê hatine”  û di wê gengeşiyê de min bi mantiqî îdîaya wan pûç kiribû lê têkiliya kurdan an jî ya tirkan a Xorasanê nezanibû. Bi tenê min zanibû û tegihîştibûm ku “em tirkên ku ji Xorosanê hatine” derewek e, rastiyeke serûbinkirinê bû.
Xorosan ku der bû, li ku bû min jî nizanibû, ya ku li ser min zanîn ji yê din zêdetir nebû lê min ev zanibû “em tirkên ji Xorosanê” nebûn. Em kurd bûn lê bi Xorosanê re çi eleqe û tekiliyê me hebû min nezanibû.
Paşê rojekê di înternetê de ez rastî stranbêjeke bi kurdî distrê ya ji Xorosanê hatim. Navê wê Yelda Abbasî bû û hema hema bi devoka hêla me distirî û awayê stranên wê mîna yê kurdên elewî bû. Coşek bi hindurê min ket, xwe bi xwe min got, “vaye ya rastî.” Kurd li Xorosanê hebûn, devoka kurmanciya wan mîna ya me û awayê stranên wan wekî ya me… Hema ez di înternetê de geriyam û min dît ku li Xorosanê kêm zêde du mîlyon kurd dijiyan û Xorosan bi xwe cihekî kurdan bûye. Ji Kurdistanê ewqas dûrî kurd bi çi awayî, çi wextî çûne li Xorosanê bi cih bûne? Min pê derdixist ku ew kurdên li Xorosanê bi cih bûyî bi kurdên Dersîm û Qoçgirî re tekildar in. Çawa, bi çi awayî têkildar in? Li ser Xorosanê destê min de qet pitûk û belge tune bûn.
Niha ez pirtûka lêkolîner mamoste Mehmet Bayrak a li ser Xorosanê ya heft sed rûpelî, bi belgeyan tijî di bin destê min de ye. Mamoste Mehmet Bayrak jî ji wan vir û derew
ên “em tirkên ji Xorosanê” pir aciz bûye ku bi pirtûkek tije belge li serê yên ku di nav kurdên elewî şaşiyan derdixe dixe. 
Ji pitûka mamoste Mehmet Bayrak bi belgeyan ve dixwînim û tomar dikim; “bîr” tê bîra min. Min qala “bîra avê” û “bîra mirovan” kir; niha dibînim divê qala “bîra civakê” bê kirin. “Bîra civakê” jî kûrahiya arsîva belge û mayindeyên civakê ne. Niha her ku belge û mayindeyên civaka kurd tê berhev û tomar kirin “bîra civaka” ji binyata xwe tijî dibe. Her ku “bîra civakê” bi rastiyên belgeyî tije dibe “bîra mîrovan”, kesên kurd jî bi rastiyan tijî dibe.
Êdî belge di destê min de, rastiya Xorosanê di “bîra min” de ye. Kî çi çîrok, vir û derew vedibêje bila bêje bi belge û arsîv e. Sipas mamoste Mehmet Bayrak ji bo keda te.

 
* Nivîsa navborî:
- Elewiyên kurd: Çi karê wan bi Mustafa Kemal û Hacî Bektaşî Velî heye 
Hin Nivîsen Nivîskar

Gundên Bê Zuriyet

  • 05 Tebax 2023

Li gundê Bakiran a Kurecix a Meletî cenazeyek hebû, cenazeya kalek ê heştê û çar salî. Ew li Englandê dijiya bû, apê nasekî bû, divê em...

Mazdekê kurd bavê ramana komûnîzmê ye

  • 23 Adar 2010

Li dû dîroka elewiyên windaJi notên xwendinê yên dîrokê- VI)Divê destpêkê armanca vê nivîsê bi zêlalî bêjim. Di...

Li dû dîrokê (Ji Rojnivîsên Min- II)

  • 05 Sermawez 2009

Êdî em kurd dizanin em ne bê dîrok in û divê em dîroka xwe bi destên xwe binivîsin. Her ku em dîroka xwe bikolînin emê rastî bûyereke...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

2017: Li Tirkiyeyê albumên herî zêde hatine firotin

ad

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

ad

Li Çewligê HDP'yiyekî hat kuştin (Hat nûkirin)

ad

Li Qamişloyê Pêşangeha Pirtûkan li dar dikeve

ad

Xelata Kedê didin Abdurrahman Keskiner û Suzan Kardeş

ad

Jêbirin û jiholêrakirina nasnameya bindestan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname