Wêneyê roja şeşê
Pêşiyan bêsebeb negotine, ‘piştî tengiyê firehî tê’!
Têdigihim ku sebr e ya ku mirov ji tixûb û neqebên teng derdixe ewlehî û aramiyê!
Pênc rojên bi kêlî û saet, mîna li weletêkî xerîb û xurbetê bi bêhtengî û diltengî û zartengiyê rapêçayî; niha, vê kêliyê, xeberxêrek hemû ewrên xwînxem û xemrî dide ber xwe û dike ku zeman bibe valahiya ezmanekî sik î sayî!
Bi kêf im…
Ev çend bi kêf im, dilê min ê di qefasa singê de mîna çivîkekî beytik ew ê ku nabêje firr, û dernayê!
Çi seyr e ev mirov dibêjim di ber xwe de; di kêlîka teng de belengaz, di ferehiyê de segbav! Dikeve bîra min ku dengê teyba cîrana ya ku berî kêlîkekê xulqê min teng dikir û hindek mabû bike ku ez serê xwe di şibakeyê re derxim û heta ku karibim bibaarim, bibêjim bes e yahooo… bes eeee’; niha li hesabê min tê, guhên xwe miç dikim ber bi wir ve û bi qasî ku ez nizanim govendê, stran dike ku di cihê xwe de biqilqilim:
Bejna te ji dara hêzeran
Tu li xwe ke wan xişrê giran
Da bi hev re em biçin dawetê
Dawet e îro li gundê me ye
De were da em biçin dawetê!
Stran kêlîkekê min di ser têlên sînor re diqvizîne, dibe sikakên Qamişlokê!
Di ber xwe de dibêjim, ‘vî Seîd Yûsifî heft şûnik li şûna mitirban xistiye. Bi namûs dikare her çil miriyên li Mezelê Hecacan, rake govendê!’
Lê çi heyf…ez nizanim bireqisim!
12/07/2008
***
Wêneyên din ên rojan:
Nivîsên din ên bi vê nivîsê ve girêdayî:
- Wêneyê roja ewil
- Wêneyê roja duyem:


