Ji bo guhdarîkirinê:
Li warekî ku bi sedsalan barên giran ên dîrokê hilgirtibû ser milên xwe, erdnîgariyeke tijî êş û hêviyên di kuçe û kolanên xwe de vehewandibû, bi tenê bûm. Wê rojê, ew war bêdeng bû. Di vê bêdengiyê de dengbêjên rabirdûyê wê jana min bi şopên birînên kûr nû bikira. Dibû palgeh ji tikî tenêtiya min re. Kesek bûm li warê bênasname. Belkî bi klama dengbêjekî bibama lehengekî bênav. Belkî jî bê wext mirinek li navika wî warî hilweşiya, şopeke xwînî li dûv xwe bihişta. Wexta ku min bidana ber guleyan, tevahiya war, bi ins û cinsên xwe wê bi wan guleyan serxweş biketina. Qelemşor dê di hîşmendiya xwe de bi dû xêzkirina pevşabûnê biketa. Helbet dengek wê li bêdengiya asîmên hilawişta û stranbêjekî wê bireqanda. Ku bibûya bîranînek herdem, bi salan wê heman êşê xwe bida der. Di rojek wiha ne awarte de li ser vî dilî wê dirbek mayînde ba.
Çiyayên war şopa ciwaniya min hilgirt. Axir qêrîn û xewnên ciwaniyê bûbû topa şewqek nedîtî, di navika asîmên de vemirî, mîna qêrînên ku berê wan li beyarên rût û dengvedan. Ew şikeft û qertafên tê de cihê gelek êşên nayên dîtin, bibînin jî nayên bibîranîn ku ji kîs xwe çûbûn hene. Dil dax bikira jî nedişewitand. Niha bûye xewna deriyekî bê dergeh. Ji kê re vekirî be, wekî min berê wan li vê oxirê ye. Di wê gavê de dibe li rex tava li navika asîmanê hişk, heyvek ji kûrahiya şeva min ya ronahî, bi barandina hêstirên çavan, herikîna şîpek birqok xuya bike.
Û dema guleyên hovane di textika eniya min de hat valakirin, min mirin red kir. Mirinê jî gotinên bi ramana min xwe dida der red kir. Me şûrê telaq avêtinê li hev kişand. Bîranînên xortaniya min wê demê, wê kêliya bi tenê, daxwazên min ên biçûk mezin kir û yên herî mezin jî biçûk kir. Qe nebe ji bo hezkiriyên xwe û ji bo vê xaka ku min hilgirtibû, di çavên heyva kulek de xuya bûbû diqîra; “Xemgîn nebe, xemgînî li te nayê, xemgîn nebe!..” De were xemgîn nebe! Bû dengek ji hundirê min ku wiha konê xwe veda û domand; “Serê xwe xwar neke, tu yê rojekê warê bi nasname bibînî!..” Lê ev gotin tenê dengê xewneke bêefsûn bû, yan jî gotinek bêyom bû. Wê gavê her tişt li war wiha bêdeng bû. Belkî dema ku dixwestin li war bi guleyan bibim kavil; vê birîna min hewl dida ku xwe bipêçe, da ku birîneke din qebûl neke.
Şîreta jiyanê di qirika min de wiha asê ma. Dixwest hikum bike li ser ya dê. Û jiyanê li dû min xweziyek wê nehişta. Wêneyek ji nû ve xêz bikira û termê min di vê şevê de çikî tenê bimaya. Ji ber vê li ber gotina dayê diketim. Tevî ku bi gotinên tûj şîret li min kiribû… Hebûna min dianî bîra min. Van çiyayên perestgeh jî, tenê şahidê kul û derd û bêkesiya min bû. Êşa ku hemû çiya, çol û beyaran hilgirtibû bi xwe bû. De were û negirî! Îro negirîm jî lê rojekê vî agirî wê xwe bida der û hêstir bi xwe ber ji çavên min bihata xwar. Hêstirên ku agirê dilê min venamirîne û birîna min nakewîne. Êşa vê şeva bi tenê ku li ser dilê min veniştiye, bi qîr vedibêje: “Negirî, rojekê ev agir wê vemire, rojekê ev êş wê bi dawî bibe!..”
Ev şev bû ev roj, bû bîranînek dilşikestî û xeyalên li quntarên çiya hatibû kaşkirin, dê bi bayê re belav biba. Lê tişta ku ji termê min ê li erda xwînmijok mabû, ne tenê êş bû. Di heman demê de jiyanek tijî efsûn bû. Vî warî wê vê şeva bi tenê her tim min bi bîr bianiya û her kuçe, her kevir, her zinar biqîra. Tav, mîna heyva kulek di navika asîmên de wê li ser eniya min êdî ne bizê û ne hilê. Lê ji ser erda vî warî bi dûr nakeve. Ez mirim şûn de… Dayikê bigirî û bîranînên li pişt her qelîştekên kevirên şikestî veşartî wê bi tenê bimîne. Jinên ciwan ku ducanî bibin, belkî yekî ji min, ne yek, dudo, an bi sedan û hezaran bizên. Termo, de li ber mirina xwe nekeve, va tu dibî bi mîlyonan…
Û dawiyê ez ê bêm naskirin. Wê termê min ê genî ji erdê rakin… Ji ber ku nasnameyek bê war im û warekî bê nasname me wê rakin û di çaleke seraba beşeran de veşêrin. Wê careke din herkes bibin şahidê vî warê ku bi xwînê hatiye avdan.
Û hinên li ser şopên paşerojê cardin ji bo pêşerojê xwe li çiya bigirin û vê şeva mizawir bi tenê nehêlin. Stêrk jî li warê bê nasname heta roja nû hilê wê bibiriqin…


