
Þêxmûs Sefer / Taxa Fila
|
Hevalekî min gava ji bo kovara W’yê ji min nivîsek xwest, min jî gotê ku di der heqê çi de binivîsînim.Camêr jî hema bi yek peyvê û biken got; hema li ser DTP’ê nenivîsin wekî din tu çi binivîsînî tu serbest î. Ji wê rojê de min kir û nekir ku nivîsekê karibim bêyî hebûna siyasetê binivîsînim…ne mimkûn bû.Ev hinekî konsantrasyon û pisporiya beþekê dixwaze. Ew qas sal helbest dinivîsim lê hîn jî nikarim li ser helbestê bi îddîa tiþtekî binivîsim. Ya rast divê mijarek bi vî rengî jî bê nîqaþkirin; hêza siyasetê yan wêjeyê xurt e? Her du cure jî bi ziman têne kirin.Siyaset bi ziman hukmî mirovan dike, wêje jî mirovan bi hukma peyvê dixe bin bandora xwe. Îcar dest ji wêjeyê berde wêjeya –ya kurdan- ku hebûna zimanê wî di xetereyekê de be mecbûrî nîqaþeke din e. Ev hebûn û tunebûn jî ji siyasetê derbas dibe. Min di nivîsa xwe ya borî de qal kiribû û ji ber ku gelek nivîskar û siyasetmedaran li ser vê mijarê gelek tiþt gotin û nivîsandin ezê jî henekî din vekolim. Mixabin axaftina Ahmet Turk ya li Meclisa Tirkiyeyê -bi kurdî- tiþtekî konjokturel bû. Bêyî ku neheqiyê li þexsê wî bikim –ji ber dinav yê heyî de yê herî kurdewar dîsa jî wî dibînim-divê em hinekî qala çîroka çîrokê bikin. Gava ku wek grup roja ewil jibo parlementerîyê forumên serîlêdanê tijî dikirin yek ji wan kesan Ahmet Turk bû ku wekî zimanê dayikî kurdî îþaret kiribû. Dîsa wekî gelek caran hemû þexsiyet û saziyên tirkan rabûn ser piyan û bi yek zimanî gotin em vê yekê qebûl nakin. Ji bo xatir û daxwaza wan zimanê zikmakî yê parlementerên kurdan careke din bû tirkî! Çend roj berê dîsa Ahmet Turk di axaftineke xwe de got ku; me pêlîstoka destê AKP’ê ji wan stend. Mebes ev bû; AKP’ê kurdî ji xwe re kir pêlîstokek, ji bo hilbijartina TRT Þeþ vekiribû lê me jî bi hamleyekê ev tiþt pûç kir. Mirov bêhemdê xwe jî wisa difikire; xwedê kir AKP TRT Þeþ vekir ku yên DTP’yî bi kurdî peyivîn. Em hemû dizanin ku berî bi sedan rêxistinên mîna AKP û DTP’ê zimanê kurdî hebû. Û ev ziman ew qas xurt bû ku kesî ji tirsa re ji xwe re nekire “pêlîstok”. Dijminên vî zimanî ew qas xurtbûn ku bi hezar metodên cur be cur xwestin vî zimanî ji holê rakin. Pêþî mirov biçûkxistin ji ber zimanê wan. Henekên xwe bi wan û zimanê wan kirin. Xwestin ji fediyê be jî nepeyivin. Nebû j ibo ji holê rakin çi ji destê wan hat texsîr nekirin. Bi destê keçên kurdan girtin û þandin dibistana li ser navên kampanyayên pêþketin û wekheviya jin û mêran. Çend roj berê nivîskareke kurd di nivîseke xwe gotibû; edîtoreke rojnameyeke mezin gava ji bo vê kampanyayê hatibû heremê waliyê wî bajarî gotibû ev xebateke pîroz e û hinekî dereng jî mane. Gava yê heyetê dibêjin çima em dereng ma ne. Walî dibêje eger me ji zû de dest bi vê yekê bikira aniha me yê zimanê kurdî ji destên zarokên kurdan derbixista û zimanekî bi navê kurdî nedima. Ew edîtor li hember nêzîktîdayîna dewletê mat dibe û gava ji civînê dertê dest ji vê kampanyayê berdide û raste rast vedigere Stenbolê. Lê mixabin hin þarederiyên DTP’ê ji bo van kampanyayan erazî tehsîs dikin. Dîsa çend roj berê helbestvanekî bi navê Yusuf Hayaloglu –bi eslê xwe kurd lê bi tirkî dinivîsand- çû rehma Xwedê. Çi derewan bikim bi rastî gava mir min tiþtek hîs nekir. Bijiya jî nejiya jî ji bo min ne xem bû. Lê gava min çend roj berê di rojnameyekê de îlana ku li ser navê navenda DTP dît ku ji bo vî þexsî sersaxî xwestibû çi bêjim careke din li ber Cegerxwîn, Mîr Celadet Bedirxan, Osman Sebrî û bi dehan kesên ku aniha bi kurdî dinivîsinin ketim. Gelo ew kesên ku îro bi eþqa ziman dimirin û gava serokê rêxistina wan bi kurdî dipeyive li ser lingan li çepikan dixin gelo dizanin bê Celadet bi çi zehmetî gramera vî zimanî ya bi latînî ava kiribû û bi çend zimanan dizanî bû û ew qas jî di nav siyasetê de bû? Gelo ew kesên dibêjin zimanê ‘we’ rûmeta ‘we’ ye bi zimanên xwe bipeyivîn ma dizanin gelo Cegerxwîn çi êþ û kelam kiþand di vê riyê de? Gelo ew kesên dibêjin ziman ‘dewlemendî ye’ xizaniya Osman Sebrî ya li taxa kurmancan li Þamê ku di ber vî zimanî de dikiþand dikarin fêm bikin… Dest ji wan mirovên nirxdar yê rehmet kirine ber didim îro çi li welat çi li Ewropa gava yekî wekî Ehmed Huseynî rehmet bikira wê di xema kîjan rêxistina me de bûya û dest ji îlana berdin wê kê fatihayek li ser rihê wî bixwenda!!! Îcar em dest ji çîroka berdin û em hev nexapînin. Kes ne zarokê kesî ye. Bila her kes bi rengê xwe hebe. Û kesî bi taybetî jî neteweyekî li ser navê entegrasyon û wekhevî û nizanim çi biratiyê nekin ‘pêlîstoka’ tu kesî. Ji ber li ser ‘pêlîstoka’ jî îleh bi zimanekî þeklê bikaranîna wan tê nivîsandin. Û li ser gelekan jî dibêjin ne li gorî nizanim zarokên çend saliyê. Dibe ku zerarê bide. Ziman tiþtekî wisa ye. ssefer84@hotmail.com
|