Berî demekê, dostê min Yusiv Elo ku keda wî gelekî di ber hunermendan de heye, ez vexwendî konserekê, ku wî organize kiribû, kirim. Min soza çûyînê bi şertê ku ger dema min hebe da. Encex, berî konserê bi çend rojan zavayê wî yê dixtor ku pir jê hez dikir, her dem qala wî ji me re dikir, di temenekî ne mezin de, jiyana xwe ji dest da. Vê carê serdana Yusiv ket pêşî hemû karan. Tevî ku hersê hunermend (Xêro Abbas, Ganî Nar û Beser Şahîn) hevalên min ên salan in jî lê bi rastî ez ne amada bûm dirêjahiya 2 saetan rê herim konserekê ku ez zanim wê çawa be, çi stran bên gotin. Lê me du çûk bi kevirkî kuştin. Heya vir normal e, beşdarbûna konserekê, mafekî xwezayî ye. Li wir min bihîst ku xirecir heye, behsa belavokekê hate kirin, ku îmzeya Beser li bin heye. Wê belavokê jî hinekî derdor aciz kirine, lê min bi kûrahiya belavokê nizani bû, tenê hate gotin ku tevî hunermendên Dêrsimê îmzeya xwe avêtiye bin belavokê. Min li wir min ji Beserê re got: “Tu hunermendeke kurdistanî yî, herêmtî bi te nakeve.” Lê ez dubare dikim, min nizanibû çi belavok e, naverok çi ye.
Piştî wê bi du-sê rojan hinek hevalên hunermend, ez bi tundî rexnekirim, tu çawa çûyî konsera Beser?
Min got ku Yusiv ez dawet kirime, konser jî ne ya wê bû, du hevalên din jî hebûn, lê ez ji bo Yusiv çûbûm. Hevalên min bi israr rexneyên xwe berdewam kirin, hinek tişt li ser hevalên din jî gotin, lê mijara belavoka hunermendên Dêrsimê, ku Beser jî di nava wan de bû, di serê mijarê de cih girtibû. Bi hatina min a malê re min înternet vekir, di bin gelek navan de li wê belavokê geriyam heya min dît. Baş bû ku min dît.
Hemû navên li bin belavokê, ez veneciqandim. Ji ber ku ne niha ne jî berê, tu deman wan ew kes di hêla bîrdoziya kurdî de, di hêla neteweyî de nebûne xwedî helwest. Ew her demê hunermendên herêmekê bûn, ji wê bêhtir gelek kesan ji wan di gelek axaftinên xwe de, hem li hemberî tevgera azadiyê, derdiketin, hem jî mezhebitî û Dimilkî, di ser kurdewariyê re didîtin û heyanî ku hinekan ji wan xwe kurd neditîtin. Loma jî tu caran baweriya min bi wan nehatiye û nayê jî. Mixabin me ev yek nikaribû bi saziyên xwe bidana qebûlkirin.
Encex navê Beser ez matmayî hiştim. Mirovek ku bêhtirî 20 salan ji bo kurdewariyê kar bike sînorê herêm, devok û mezheban derbas kiribe, çawa dikare vegere wê çarçoveya teng?
Berê jî ev yek hebû, lê di asteke normal de ku mirov karibû wateyê bidêyê de bû.
Mixabin.
Ez vekirî dibêjim, eger wê Beser wiha teng tevbilive, ezê jî çûyîna xwe ya wê konserê rexne bikim. Me bêhtirî 20 salan ne ji bo heremekê kar kiriye, ne ji bo mezhebekî û yên ku wê van biparêzin jî wê nîşana rexne, helwestên tund be. Ez wekî mirovekî ku bi salan di nava çanda kurdî de dixebitim, ez nêrîna hermayetî, mezhebîtî û zaravatiyê bi tund şermezar dikim, ji ber ku ew yekîtiya milet ku bi keda hezaran ciwanan pêkhatiye, ber bi ziyanan ve dibe.
Di dawî de, ez dibêjim: Divê saziyên neteweyî, rê nede wan kesan ku vî agirî gur dikin, wekî ku ew xwe ji me nabînin, divê cihê wan li cem me tune be, ne ku yekî rakin ê din deynin, na. Divê helwestek li hemberî her kesê ku li dijî yekîtiya neteweyî derdikeve, hebe. Divê welatparêz û herêmparêz ji hev bên cudakirin.