logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

APÊ KATO

  • Dîrok: 01/02/2014
Koçberî, mişextî, penaberî; her sê jî li ser eniya mirovên bindest nivîsandî ne mîna nav û paşnavên wan. Dagirker, welat, axa bav û kalan dikin dojeh ji kesê/a bindest re. 
Carina bêkar û birçî ye, bi mebesta bidestxistina gezek nanî koçber dibe, dev ji cih û warê bav  kalan berdide û berê xwe dide welatên xerîbiyê. Carinan desthilatdarên dagirker, mirovên bindest bi darê zorê ji xaka wan derdixin û bi vî awayî mişextî dibin. Carina jî ji ber zilma dijwar mirovên bindest xwe li nav êgir dixin û xwe diavêjin derveyî welatê xwe, ji bo ku xwe ji mirinê rizgar bikin.
Di destpêka salên heştêyî de, çawa zilma desthilatiya leşkerî li dar ket, piranî suryaniyên Kurdistanê, kurdên êzîdî û her wiha kurdên misilman dest bi koça welatên Ewropa kirin. Suryanî di nav pêtên zilmê de bûn, êzîdî ji çar hêlan ve dihatin perçiqandin û kurdên welatparêz di nav çerxên zilma rejîma leşkerî de çûbûna qaqa reş. Ligel vê zilmê û zorê, êşa tinehî û xizaniyê jî bû sedem  ku gelên Kurdistanê dev ji çanda xwe, dev ji axa xwe, dev ji hemû nirxên xwe berdin û welatên ewropa ji xwe re bikin cî û war.
Roj, meh, sal derbas dibin lê cihûwarê nû yê ku bi rehetî gezek nanî tê de dixwin tu carê ji wan re nabe welat. Loma her çi qasî her roja wan î li welêt bi êş û dert derbas bûbe jî ew her tim di dil û mêjî de welatê xwe dijîn. Dema dirêj û dûrî, hest û evîna wan a niştimanî tu carî kêm nake. 
Ne kolanên fireh û birêkûpêk, ne tirimbêlên modern û ne jî geza nanî ya ku bi rihetî dixwin nikare welatê wan li ber çavên wan reş bike, nikarê dilê wan jê sar bike. Ew her tim bi hesreta welatê xwe dijîn. Hêvî dikin ku dê rojekê vegerên cih û warê rastîn. 
Gelo çi ye ev kirûya ku welat şêrîn dike. Welatê ku tê de belengaz bûn, di bin zora zilmê de, di nav êş û derdan de bûn çima wan dikişîne. Ew derûnî, ew seqa tiştekî çawa ye gelo?
Helbet ji penaberên kurd, nifşê navsere û yên mezintir, ligel bi hêsanî peydabûna geza nanî, ligel serbestiya Ewropa û tunebûna zilma dagirkeran û her weha parastina zagonên van dewletên modern û demokratîk; di jiyana rojane de ne bextewer in. 
Ji ber pirsgirêka wan a zimên, ji ber seqaya ku ji wan re gelekî biyan e û tu carî ew nikarin xwe tê de îfade bikin, ev nifş her tim di nav tengasiyê de, di nav derûniyeke xerab de ne. Nifşên nû jî ligel asîmîlebûn û daxwaza adaptasyonê jî  ji ber çanda malbat û netewî tu carî bi awayekî sergihayî û bi rêk û pêk entegreyî civaka Ewropa jî nebûn. Di vî warî de, çi qasî hewl bidin jî, li ba ewropiyan ew her tim ser-reş in.
Apê Kato, kurdekî êzîdî ji gundê Efşê yê li ber quntara çiyayê Bagokê bû. Li gundê Birguriya ya Nisêbînê, him cîranê me, him kirîvê me bû. Lê hezkirin û rêzdariya min a ji Apê Kato re, ne ji cîrantî û ne jî ji kirîvantiyê ye. Ew mirovekî mêrxas û her weha welatparêzekî dildar bû. Di zarokatiya me de radyoya Êrîvanê vedikir û dixwest em lê guhdarî bikin. Wê demê têkoşîna Mele Mistefa û Mam Celal a li hemberî diktatoriya Seddamê xwînxwar germ bû û wî her tim behsa têkoşîna neteweyî ya Başûrê Kurdistanê dikir.
Piştî karesata Dozdehê Rezberê ya sala Hezar û neh sed û notî, ku gelek welatparêzên kurd bi dinyayê terqandin, Apê Kato jî da dû zarokên xwe, xizmên xwe yên ku berî wî çûbûn û çû welatên sar û dûr. Piştî çûna wî bi bîst salan, ez li Germenistanê bûme mêvanê wî. Jiyana wî, mîna jiyana masiyekî di nav akwaryumê de bû. Bi awerta di her hevoka wî de, yan navê welêt, an behsa welêt an jî bêhna welêt hebû. Çavên wî êdî qet nedidîtin, dilê wî bi hesreta welêt dikeliya. Pir dixwest, qet nebe careke dî werê welatê xwe, axa xwe bêhn bike, hewaya Çiyayê Bagokê bikşîne dil û hinavên xwe. 
Digot, “Ez bimrim jî, bi mirîtî jî be jî ez ê werim welatê xwe.”
Zêdeyî sî sal temenê xwe li welatê Ewropa derbas kir lê ew her tim li Kurdistanê dijiya. Ligel ku çavên wî nedidîtin, her tim li ber telewîzyonê bû û li nûçe û agahiyên welatê xwe guhdar bû. Bedena wî li Ewropa bû lê dil û mêjiyê wî li Deşta Nisêbînê, li Çiyayê Bagokê, bi tevahî li Kurdistanê  bû. Îro bedena wî jî anîn Kurdistanê li quntara Çiyayê Bagokê li cihê ku dil û mêjiyê wî tê de bûn, binax kirin. Îro bi hezaran, bi mîlyonan mirovên mîna Apê Kato, li penaberiyê dîlê jiyanê, dîlê mişextiyê ne. Bawer dikim heta welatê kurdan azad nebe, dê penaberî her tim qedera wan be. Bi hêviya dahatûyeke azad ku her mirov li ser axa xe be, ne ku bi mirinê bigihe axa xwe.

Hin Nivîsen Nivîskar

DÎTINEK LI SER KONFERANSA ZIMANÊ KURDÎ YA NETEWEYÎ

  • 03 Adar 2012

Bi pêşengî û organîzekirina Kongreya Civaka Demokratîk û TZP Kurdî, di 2-3-4 adara 2012’an de, li Amedê Konferansa Zimên tê li dar xistin. Ne tenê ji...

'DESTÊN VALA' DILÊN TIJE

  • 06 Pûşper 2012

Nivîskarek, divê çi binivîsîne? Ango di zevî û bêndera nivîskêr de, divê çi hebe? Di jiyana nivîskêr de, bi awayekî dî, di...

Lehengê zimên Tonguç Ok

  • 06 Pûşper 2011

Ji ber ku ziman bi her awayî neynika (awêne) dil û mêjî ye, ango derbirîna hest û ramanê, kesê zimanekî bizane, nas bike, bi riya zimên çand, nirx û...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo Amedsporê hefteyek din jî çû

ad

'Zer' ji bo Festîvala Nancy hat hilbijartin

ad

Saet: 21.00: Li bajarên Kurdistanê encama nû

ad

Hasip Kaplan 7 wezîrên AKP'ê guhartin!

ad

Meclisa Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin

ad

Klîba Hefteyê: 'Kitanê'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname