logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Bedran DERE

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Bedran DERE

Bedran DERE

Şerê avê dest pêkir, kurd çiqas amade ne?

  • Dîrok: 10/05/2021
Bê ku gotinê dirêj bikin hema sererast bêjim, li rojavayê Kurdistan û bakurê Suriyeyê Çemê Feratê li ber miçiqînê ye.
Jiyana 5 mîlyon kesî di xetereyê de ye. Gelên heremê bi xela û tîbûnê re rû bi rû ne.
Ji ber kêmbûna rêjeya avê, gelek navendên elektrîkê yên li ser Çemê Feratê îro rawestiyane.  
Li rojavayê Kurdistanê û li heremên din ên peravên Feratê bi qasî 5 mîlyon kes ev meheke bê av û elektrîk in.
Dîsa li Serêkaniyê, tam bi destpêka meha remezanê re hêzên ku herêm dagir kirine av li ser gel birîne.
Li herema Hesekê bi qasî mîlyon û nîv kes ji ava vexwerinê bê par in. Hem jî di meha remezanê de...
Xwedê dijminên bê însaf kirine para kurdan. Dijminên ku pîvanên ola xwe jî nas nakin...
Ji herema Rojhilata Navîn bêhna şerê avê tê...
Ferat û Dîcle her du çemên herî mezin yên Rojhilata Navîn in.
Bi hezaran salane ji nav sînga Mezopotamya jorîn der dibin, çiqas çem û rûbarên heremê hene digirin nava xwe, mezin dibin û ber bi Mezopotamyaya jêrîn ve diherikin.
Li ser bihurên xwe, hem ji xwezayê re hem ji mirovên heremê re bûne çavkaniya jiyanê.
Li peravên van çeman pir medeniyet saz bûn. Gund û bajar hatin ava kirin. Bi fêdeya xwe bûne wekî şahdamarên welatê Mezopotamyayê. Lê îro ev şahdamar xitimîne.
Em peymanên navnetewî deynin aliyekî, li gorî exlaqê mirovahiyê tu hêz divê pêşî li van avan negire. Ev sûc e, guneh e. Lê dewleta Tirkiyeyê bi bendavên ku avakirine, çavkaniya van her du çemên qedîm xistiye bin qontrola xwe, li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî, li hemberî gelên heremê wekî amûreke şantajê bikartîne.
Pêşî berî 30 salan bi avakirina projeyên GAP'ê zirareke mezin da xwezaya herikîna Feratê.
Rêvebirên Bexda û Şamê ji bo rêjeya ava Ferat û Dîcle kêm neke bi Tirkiyeyê re peyman jî mor kirin.
Wekî mînak li gorî peymanê divê ava Çemê Feratê di saniyeyê de herî kêm 500 metrekup biherike axa Sûriyê, lê niha di saniyeyê tenê 200 metrekup avê berdidin.
Jixwe Tirkiye çemên Dîcle û Feratê wekî avên navneteweyî qebûl nake, wan wekî malê xwe dibîne.
Bi avakirina Bendava Ilisû re rê li Dîcle jî birî. Vê bendavê bajarê Heskîfê ku dîroka 12 hezar salan a Mezopotamyayê di nav xwe de dihewand daqultand. Ev bi tena serê xwe mijareke wisa bi êş e ku 'daristan tev bibin qelem, asîman bibin rûpel' dîsa têra vegotina wê nakin. Ji bilî kuştina Heskîfê, zirarên ku vê bendava kambax daye başûrê Kurdistan û Iraqê di asta felaketeke xwezayî de ye.
Rewşa Feratê ji ya Dîcle xirabtir e û bandora zirarên wê berfirehtir e.
Ji ber qutkirina ava her du çeman li heremê, hem mirov, hem xweza û hem jî cihana kovî bûn qurbanî.
Li ser bihurên van her du çeman, bi qasî 500 hezar hektar erdên çandinî bûn çolistan. Di serî birinc, çandiniya bi dehan zad û nebatên din bi temamî rawestiyan. Di nava salekê de hejmara dewar û pez ji sedî 30 kêm bû. Her meh bi tonan masî li peravên Feratê telef dibin.
Ev meheke navenda hilberîna elektrîkê ya Teqbayê rawestiya ye. Ev jî bandor li 5 mîlyon kesî dike. 
Ferat her wiha ji bo ava vexwerinê jî tê bikaranîn, lê îro kapasîteya wî têrê nake. Ji ber dijminahiya bê însaf ya dewleta Tikiyeyê, li Rojava pirsgirêkeke cidî ya elektrik û avê derketiye holê. Ji neçarî av bi konteyniran li malan tê belav kirin.
Di vê derê de pêwîstî pê heye em çend pirsan ji Rêveberiya Xweser ya Rojavayê Kurdistanê bikin:
Di vê rewşeke awarte ya di bin tehdîdan de, madem rejimên Sûriye û Tirkiye dijminahiyê dikin, gelo Rêveberiya Rojava di mijara peydakirina çavkaniyên alternatîf yên enerjiyê de di nava kîjan lêgerînan de ye?
Ji bilî bendavên li ser ava Feratê, gelo ji bo hilberîna enerjiya tav û bayê çi projeyên wê hene?
Gelo halî hazir ji bo peydakirina ava vexwarinê, projeyên demdirêj yên Rêveberiya Xweser çi ne?
Butçeya ku Rêveberiya Xweser ji bo van projeyan amade kiriye çiqas e?
Wekî gotina dawî, em dibînin ku Îran jî avê li hember Iraq û başûrê Kurdistanê wekî şantajê bikartîne.
Her wiha li Afrikayê jî bendavên ku li ser Çemê Nîlê hatine avakirin, bi taybetî Misirê gelek aciz dike.
Ev tev nîşan didin ku şerê avê ji niha ve dest pêkiriye. Navenda vî şerî jî wê dîsa Rojhilata Navîn be.
Gelo kurd ji bo vî şerî çiqas amade ne?

***

Ji bo yên bixwazin lê guhdarî bikin:



Hin Nivîsen Nivîskar

Pêvajoyeke nû ya aştiyê mimkûn e gelo?

  • 22 Rezber 2021

Gelo aqlê îro yê dewleta Tirkiyeyê amade ye bi kurdan re li hev bike? Gotina dawiyê hema pêşî bêjim, amade be, neamade be, mecbûr e!Dewleta Tirkiyeyê pêvajoya...

Nameyê wisa dest pê dikir

  • 18 Berfanbar 2016

“Dibe ku tu bi vê nameyê xemgîn bibî. Tê bîra te, me bi hev re xwendibû, her tist çawa ku dest pê dikin rojekê miheqeq bi dawî dibin. Vaye em hatin ber...

Çîroka kevir û karsazan

  • 21 Avrêl 2017

Ev çîrok, min zemanekî pir berê, di cîwaniya xwe de bihîstibû, ez dixwazim li vê derê parve bikim.Rêvebirên saziyên mezin yên cîhanê ji bo...

Hemû Nivîsen Bedran DERE

Bedran DERE kî ye?

Bedran Dere di bihara sala 1972'yan de li navçeya Mûşê Vartoyê ji dayik dibe. Di sala 1987'an de, di 15 saliya xwe de derdikeve Ewropayê, xwendina xwe li Swissre didomîne.
Di perwerdê de, bala wî diçe ser hunera bedew. Bi salan resim çêdike, li Swissre û welatên Ewropayê pêşengehên wêneyan vedike.  
Ji ciwaniya xwe ve mêla wî li ser kurdî bû lê bi taybetî, dersên pedagojî, wêje û giramera kurdî ku di sala 1993'yan  li Zanîngeha Zurîchê dest pê kirin, berî wî da nava deryaya akademîk ya kurdî.
Di sala 1994'an de, li Kantona Neuchâtel ya Swîssre cara yekem bi awayeke fermî, dibistana kurdî vedike û ew bi xwe lê mamostetî dike.
Di dawiya sala 1996'an de, li televîzyona kurdî MED TV dest bi karê rojnamegeriyê dike. 
Ew bi tevî hevkara xwe Hêvî Têkosîn, pêşkêşvanê yekem ê Bernameya "Rojbas Kurdistan" e.
Di karê rojnamegeriyê de ew herî zêde wekê pêşkêşvanê nûçeyan derket pêş.
Di xebata xwe de, giranî dide ser perwerdeya bikaranîna hunera deng.
Dublaj û xwendina bernameyên dokumanter wekî yek ji karên herî girîng û nazik dibîne.

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Festîvala Fîlman a Bogazîçî tê

ad

NY: Bila zarok bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin

ad

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome

ad

Piştî Barça, Real jî çû!

ad

Li La Lîgayê Real Madrîd gihîşt mirazê xwe

ad

Projeya Wergerê ya 1001 Pirtûkan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname