logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?
  2. Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin
  3. Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'
  4. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

H. Kovan Baqî

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • Dîrok: 17/04/2026

 

sibehan
 te ji qubûra devê xwe dikişînim

   

êvaran
te di sînga xwe de diteqînim

 

jimara teqînê ji jimara salan dibore
k(q)ullek di ozona sînga min de vedibe
şi’îrek dibe ‘kil ji çavên sibehê re
û tilîka sînga min li ser nîk pîr dibe 

 

Yên nikarin bibin şair dibin nivîskar, yar. Berî nûbûna te tenêtiya min kevin bike, min ji kaxizê re gotibû ev gotina hanê.
Wê çaxê
hîn mala min kaxizeke vala bû, di valabûna kaxizê de şairekî çênebûyî nivîskarekî pîr nekuştibû û ew defin
nekiribû di vê nivîsê de. Ne di ava çeman de min sûretê şairekî dît, ne di bilindahiya eynikekê de min zilamekî nivîskar dît.

dîtin winda bûye di şikestinê de
şikestî me di dîtinê de

Eynika nava min hûrik hûrik weşiyaye ser fayansên vê nivîsê û mijankên xwendevanan diwestin li sedsala tê.

min di tirbeke bê kêl de veşêre
bila navê min nebe giraniya killê
ji mijankên xwendekaran re

dibêjim ji bûyîn û mayînê re.   

Dêya min kincên min di teştê de dişûşt û zarokatiya min diqermiçî di nava tilîkên wê de. Ez li sikakên qermiçî direviyam, ji pişt min ve gazî min dikir kefa bi tilîkên dêya min ve. Direviyam, nivîskarî li pey min dibû navekî mirî li ser berga sikakan û li pêş min, sikakên tê re derbas nebûbûm dibûn roman.

wê rojê navê min kirin romannivîs
wê rojê ez bûm rev û ji xwe çûm
wê rojê rev bû navê romana min a ewil
wê rojê gotin navê vî mêrikî wê li ser berga mirina wî bijî.

Destpêka romanê ez dûz bûm
Qedandina romanê ez qermiçandim.

Dêya min ez ûtî kirim; ez dûz bûm û destên wê qermiçîn wekî eniya salan.

Sal bê nav in di zemanê min de.

Navê palgeha min reş e wekî çavê girtî yê televîzyonê. Ez birînek esmer im li ser enîya reşê. Şampanyaya rengê dîwêr devê tarî yê televîzyonê vexwariye û hîn jî berfa sor nebariyaye ji mista Xwedê, bi ser salên bê nav ên zemanê min de. 

Dêya min fîşa ûtiyê ji pirîz dikişîne, zeman dicemide di emrê min ê ûtîkirî de. Emrê min rengê xwe winda kiriye, salan jî navê xwe.

Hin Nivîsen Nivîskar

“Xêliya Mirinê” vêket û agir bi zemên ket

  • 27 Avrêl 2012

Şems Qemer; nivîskarê kurteçîroka “Xêliya Mirinê!” Ne Xwedê, ne kovar, ne weşanxane, ne dinya û ne civata edebiyata kurmancî, wî nasdikin. Ji herfên...

Nivîsa qetîyayî

  • 10 Sibat 2025

Ez û navê xwe dudu ne, navê min n’aleta min e Ji bo yek ji me karibe bijî, gerek yek ji me bimire. Şemî –  Di bîst saliya xwe de jî ne masûm bûm, niha jî ne masûm im – çimkî dinivîsînim. Nivîs ne...

Te îja fam kir bê çima Kovan sextekar e, Kovan

  • 03 Tîrmeh 2024

Duşem- Li dinyayeke tu kes ne masûm bin, edebiyat li edaletê digere yan tenê aliyê masûm ê nemasûmiyetê û aliyê nemasûm ê masûmiyetê teşhîr dike? Ev pirs bi qasî çêbûna hiş pîr e, lewma ne mimkûn e...

Hemû Nivîsen H. Kovan Baqî

H. Kovan Baqî kî ye?

H. Kovan Baqî di sala 1972’yan de li Herêmya ya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Herêmya/Dêrikê xwend û dev ji xwendina dibistanê berda. Baqî ji sala 2004'an ve li Îzmîrê dijî, ligel karê nivîskariyê, karê edîtorî û redaksiyonê jî dike. 
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine:
- Çîroka Çîrokan / Çîrok / 2004 / Weşanên Bajar
- Bêexlaq / Çîrok / 2012/ Weşanên Na
- Heteroglossîa / Roman / 2014 / Weşanên Ronahî
- Aporîa / Roman / 2015 / Weşanên Na
- Dîfferance / Roman / 2016 / Weşanên Na
- Sî'bera Zeyno / Roman / 2017/ Weşanên J&J
- Kî / Roman / 2019/ Weşanên J&J
- Orok / Roman / 2020/ Weşanên Lîs
- Olmeyi Beceremeyen Hiç / Roman / 2018 / Weşanên J&J
- Torosa Spî / Çîrok/ 2024 / Weşanên J&J

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Çêkirina anketan jî qedexe kirin!

ad

Saziyên Amedê: Ji bo çareseriyê berpirsyariyê bigirin ser milên xwe

ad

Sedsala 21'ê: Ji ber kurdî lêpirsîn tê vekirin

ad

Delîl Dîlanar piştî 27 salan li Amedê konserek bêhempa da

ad

Bundchena brezîlî û Puyolê spanî kûpa anî, Almanyayê ew girt

ad

Fîlmên Kubrick li Stenbolê dê bêne nîşandayîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çima şanoya kurdî ya Bakur di bin bandora şanoya klasîk de dimîne?

  • 18 04 2026
news

Xelatên ‘Koprude Buluşmalar’ hatin belavkirin

  • 18 04 2026
news

Çîroka jinan 'Li ku dera çîroka xwe me?'

  • 18 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname