logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  3. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  4. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
  5. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

Omer Dilsoz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Dîrok: 04/06/2026

Ez ê îro hinekî dilê xwe ji we re vekim.

Heke hûn hazir bin, kerem kin em bi hev re serdanekê li warê zarokatiya xwe bikin.

Carina cih û nav zêde mihûm nîn in, heta kes û tişt jî ya muhîm; ka wî warî, wî navî, wî kesî, wî tiştî çi hest di dilê te de çandiye û çi bi te dide hisandin.

Dawiyê dinya gulek e, tu tê bêhn dikî û paşê didî hevalê xwe û diçî. Belkî ewqasî basît e her tişt, tenê yê li te giran dibe, ew mane ye ku me paşê kiriye bar û daniye ser pişta jiyana xwe.

Şerê me gelek caran şerekî bêhude ye û em ji bo tiştên ne tu tişt dilê hev dihêlin û neynika rihê hev diderizînin. Xasma hezkirin û hevfamkirin gelekî hêsantir e.

Lê em neşêne wê sersamiya xwe û her diçe bendan dixin navbera xwe û ji hev dûr dibin.  

Dûrahî hemîcar ne bi qonaxan e, gelek caran nêzîkî jî gelekî ji te dûr in. Nexasim sarbûna dilî dûrahiya herî dûr e. –Axir. Hez kin em berê xwe bidin “wê dûrahiya nêzik” ku wekî Karl Wilhelm von Humboldtê alman gotî, “warê meriv ê rastî zarokatiya mirov e” ez jî lê zêde dikim, “jê pê de heyat, tev mihaciriyek e.”

De kerem kin em ji “mihaciriya xwe ber bi mihaciriyeke din ve herin.”


RÊWÎTIYA JI OTOGARA AMEDÊ HETA CULEMÊRGÊ
Ji mehan gulan e û ez saet 02.00’ê şevê ji Otogara Amedê xwe didim rê û ber bi Wanê, ji wirê jî dê ber bi Culemêrgê ve biçim. Va ye min xwe da rê –hûn jî qayişên xwe bişidînin û di gel min de bin.

Gava ku ez gihîştim Culemêrgê, dinya şilî bû, baraneke dijwar ez pêşwazî kirim. Simbî nizanim çima xwe di bin mijeke tarî de nixûmandibû û avşîl di rê û rêçikan re dixuşiyan. Peqûşk li ser şêlava ji co û cihokên zirav pengirî û bûye gerînok, çêdibûn. Av piranî dibû lêmişt û hur dibû newal û şîvikan. Jixwe her derê Culemêrgê kendal e. Tu biçî kîjan milî, tu qesta kîjan semta wê bikî rêya te an hevraz e an jî nişîv; gelek caran wan nişîviyan jî hevrazokên xwe û wan hevrazan jî nişîvokên xwe hene lewra li Culemêrgê teqez an tu li jêr î an jî jor…

Ez ne li jêr bûm ne jî li jor; li nîveka hevrazekê, li mala li ber palekê, li nik Qadirê bira mêvan bûm wê êvarê.


DIÇE ZAWÎTE LÊ NAÇE GÛZEREŞÊ!

Wekî gotî, ‘siwarê xelkê peya bû’ lewra ez ê ku ji bo çûyîna gundî hatime, aniha metel mabûm: Ketibûm benda şofêrên mînîbusên gundan. Li kê dipirsîn, te dî xwe giran dikir, te dî hincetek da ber te; te dî got: ez biçim jî ez ê heta Gûzereşê neçim, ez ê li dû Pira Zawîtê hewe peya kim, deynim wirê û êdî hûn û pêgên we! –Ew jî baş e.

Zawîte, gundek e dangî Gûzereşê hema bêje bi qiyasa lingan saetek rê dikişe.

Wekî gotî, miselhet nermî nermî… Em jî wisa tevdigeriyan. Bi levza şîrîn, bi gotina nerm, bi bêhna fireh. Gotina germ keviran nerm dike. Me jî dilê şofêr nerm kiribû.

Îsal, ji qewlê babê min ve ‘sal sava’ bû, zivistan bi pûk û têr befir borî, bihar bû baran û nezanî raweste. Gulana îsal, wekî nîsana salan bû. Culemêrg, wekî kevaleke bêhempa yê ji hemû ton û rengên keskesorê, belekiyên berfê, keskûsorûzeratiya kulîlkan… Bihara vî warî gelekî bi xeml û rewş e.  

Min xwe li Culemêrgê qet gîro nekir, tenê wê piştînîvroya baranî min û wê hinekî ji hev re lorand, dilê min jê re got; wê bi rondikên xwe li dilê min vegerand. Zîhna min, di pişt perdeya mijîn de çavên Simbî yên belek dîtin û pê re bişirî. Hergîz ew bûka baranê xemla hestên min û Culemêrgê yên kovana salan bûn; min jê re got wê li min nihwêrand.

Roja din, spêdê bi tavgezkeke şîrîn min çavên xwe vekirin, min zanî duh êvarê Simbî çima xwe li min veşartibû, çimkî vê sibê divê wê bi tava xwe silav bidaya min. Tav ji min re bianiya û min serçavên xwe, rihê xwe yê tezî bi tîrêjka wê şûşt.


ÇÛYÎNA KILÎLAN

Niha êdî ez berpê warê zarokatiyê bûm. Saetek du.. Heta mînîbusê barê xwe tijî kir û xwe da rê, roj vezeliyabû hindava Kilîlan.

Geliyê Culemêrgê bi nizar û beroj bûbû avzê, Çemê Zê di ser lêvan re diavêt û li wî geliyê kûr hilnedihat. Av kêm caran ew qasî boş û bi sehm bûbû. Dar û lat, keramên berfê û şikêr bi xwe re diqelibandin û pêlên wê teht û zinar dikotin. Dengvedana robêr tijî dinyayê dibû.

Bi hemdê xwe diajot şofêrê me yê navsale. Gotî, ji Gûzereşiyan dilgiran bû, lewra tenê ji bo yek neferî heta Marûfan çû lê em çar rêwiyên Gûzereşê li ser Pira Zawîtê hiştin. –Ji ya xwe nehat xwar.

Paşê Erefatê Pîrî hate hewara me û bi otomobîla xwe em gihandin Gûzereşê. Hêj rojek bo eydê mabû.

Gundekî bifikire, pênc tax e û şeş ocax lê aniha ne dengê dîkilan lê tê ne jî qîrewîra zarokan. Tenê her binemalê çend pîremêr û pîrejinên malnişîn, çend kes û kûsên wan ên ji bo sebra wan bînin, carina ji bo pêdiviyên wan dabîn bikin, çend çêlek û çend pez û bizin… -û zaroktiya ku ji bin her kevirê wê, ji siya her dara wê, ji dilopa her ava wê dibû dîmeneke diltezîn û dûr, û dihate serdana min.  

Niha hûn dibêjin, çi xweş! Çendî çend mal, niha ro bîst û çar saet dîwana wan xweş e û ba di ber simbêlên wan re nalive, lê ne wisa ye, çimkî her malekê xwe daye keviya taxekê û qonaxekê dûrî hev. Welê, dengê wan nagihîje hev. Tu diçî gund û hema bêje ew selebeta mezin te mîna kuliyeke nav dehlî dadiqurtîne. Gund şikefteke vingî vala ye niha. Xanî hene lê mirov tune, zevî hene çandinî tune û cihê mirov lê nebin jî îlem bê sebr e. Lewra kesera dilê te dibe mirov. Ew qasî kito kito û ji hev belav in, heke agir bi mala yekî bikeve yê dîtir ancax roja din pê bihese.

Bawer bikin, êdî di xutbeyan de jî kes bi ser hev de naçe. Xuya ye, ev gundê berî bîst û pênc salan hatiye kavilkirin, heta sed salên din jî bi dirustayî ava nabe. Ne coyên avdanê, ne rezên pawanê…    

–Ez bi kurtî vebirim.

Roja paştir, ez û bavê xwe çûn Dola Bêlûnê, me xwe da palekê bi navê Rêlê Zengo.

Li Rêlê Zengo li ber keviya berfê me barek rêvas û kivark ji xwe re dan hev û guldexwîn…

Erê, li ber zinarekê pala xwe dabû berojî û çav niqandibû keviya berfê.

Gava wê hest bi hatina min kir, melûl bû. Rondikên wê diçizirîn. Ji min re behsa dengên siwariyan kir. Gote min, van çavan çi û çi nedît, van şiverêkan çi rêwîng dîtin û van zinaran çi dilbaz di paxila xwe de ezimandin, got, heke ez ji te re bibêjim, bê ka giraniya wan çîrokan çendî çend agirîn e tu yê li ber bibî xwelî. Pê re ez û ew her du mit û lal bûn. Şilêr, dilorî bi zimanê xwe.

Roja paştir eyda Qurbanê bû. Ez ji ber taya ji êvara berê negihîştim nimêja eydê. Jixwe çu kes nehat eyda me. Ji bilî xal û met, mam û jinmamê; kek û jinbiraya min, ligel dayik û bavê min. Em xwebixweyî bûn.


XWARINA KIVARKAN

Ew sê roj bûn, me sê dan kivark dixwarin. Kade û penêrê çalkirî… Û bêguman ava keviyan, ava kaniyên zelal… û bêdengiya giran. Û keftûlefta gundiyan. Pirs û arîşeyên ku di esasê xwe de tijî qebûşka kizwanê nîn in lê wan li xwe kiriye bar hêştirê.

Ligel vana, dîsa jî diyar bû ku dilê wan xweş e. Li ser axa xwe, li nav rez û baxê xwe, ser bi xwe bûn. Bê minet, bê hêve-wêve…

Roja duyan a cejnê, Metînê Nûhê, camêrê jixwezêde kurê xwe li gel otomobîla xwe da ber xizmeta me –mala wî her ava be. Me berê xwe da Xanê.

Ahe ji bo min wê gavê xewna bîst salan bi cih dihat. Ez dibûm çûçikek biçûk û pirt pirt difirîm ser wan ser û seqlanên bilind û dilê min ê ricifok datanî ser takê tevriyekê, an jî ser striyên gwîniyekê û mîna mêkewa Deşta Xanê li wir kurk dihat.

Kengî em gihîştin Xanê nayê bîra min. Jixwe ez di nava xewn û rastiyê de li warekî berze bûm. Min tenê dengedeng û hin galegal dibihîst; dayika min hindî pêdetir dengê wê zelaltir dibû. –Û bayê hênik dengên dûr, belkî ji sî û çil sal berê hildidan û dipertivandin kerika guhê min: Ho mêvano hêdî bajo! Ho xerîbo hêdî bajo! Ho…

Wexta em li Xana Sêgundan, li pişt Berê Gingaşan, li perê Şîva Axay peya bûn, min nezanî ka çi dema rojê bû. Roj tune bû, şev jî nebû, heyvron qet nebû, çu ba û baran jî nedihat û zeman li wir xilas bûbû, nemabû. Min xwe di nemanê de dît.


XANÊ Û ECÊBÎ

Tenê dengek li ber guhê min zal dibû: Ma wisa bû… Ne ne… Bi Quran, ez dibêjim qey wisa nebû. Ma ev der e? Ma ev der ew der e ya min hiştî, ya em pê dizanin. Ma Xanê welê bû? Ne ne.. Ev der, ma ev der e? Ne ne… Niççç, ne ne…

Ev deng ne heyfpêanîn ne jî xwezîpêanîn, belkî dîtineke piştî demeke gelekî dirêj; dîtineke ku gelek detay û hûrgiliyên wê di zîhna mirovî de bi şiklê berê mane, bi rengê bi dehan salan berê, wekî dema ku ev war ava bûn…

Niççç, ne ne.. Bêje welle, ne ne, ev der ma ev der ?!   

Paşê dîmen li pêş çavên min zelaltir bû. Niha jinekê dibînim. Erê, ew bêriyek e hatiye palînê. Pez û meratê xwe dotiye, meşk û şîrê xwe hilaniye. Keşkên xwe bişaftîne, niha dê ji bo guhêrê haziriya xwe bike: Dê kerî biçin zozanên jorî. Dê bêrî biçin ber bêrê, dê şivan col û celebê xwe bîne şevînê. Dengê bilûrekê ji kûr ve, ji dûr ve têt: Heyran jaro ez ê ji kulêt te dimirim… 

Erê, wê hingê tenê min bêrîvanek li wê berrazê, li nav şûn kepirkan, şûn kotanan, şûnewarên zoman didît: dengê wê bêrîvanê wekî pîka zirnê bû: zîq û zelal.

Dengê dayika min bi carekê de guherîbû. Rengê wê jî. Êşa lingan, sergêjî, û nizanim çendî çend nexweşiyên ku gava pê li bajêr dikir, dest pê dikirin bûbûn pifek û isma wan nemabû. Çûbûn. Dayika min bi carê de bûbû bêrîvaneke bîstsalî… Zerika xwe hildabû û diçû hevşî da ku çêla xwe ya belek bidoşe; na dotin hincet bû, têkiliya dado bi çêlê re gelekî wêdetir bû, wê bi zarê wê dizanibû. Jê re derd û kovanên xwe digotin dema didot, û jê re stran û lawjeyên herî bijare distran bi dengê xwe yê wekî sûlava Sersûlê zelal û şîrîn…

Û bavê min, ew fêrisê mêran, aniha li wir, mîna keleke nêrî ji wê kozê baz dida ya dîtir.

Bêhnek dî em li perê Ava Bêzîvê bûn. Me ut û warê xwe li wir danî. Li wê sêgoşeya her sê gundên Xanê –Gundê Qesirkê, Gundê Biharkê û Gundê Berojî digihande hev. Li lêva çemî. Bêhnek dî ez ê çûbame serdana şikefta Şowqê û min ê ji şewq û ronahiya rihê wê çend tîrêj hilmiştana. Min ê serpêhatiya Yawo ji bavê xwe seh bikira. Zilamek bi tena serê xwe, di nav dijminên xwe de, li vê şikeftê, bi çend bizin û karikên xwe, ka çawa şerê man û nemanê dikir. Hey zemano, te çi destan nivîsîne li her bihosta vî warî.

Yawo û belkî bi sedan dînemêr û canejinên van sî û çend salan, li şûnpêyên wî, ne tenê ber singa êlatan belkî ber singa welatan digirtin.

Û pê re Zemûda jinmam çend beytên strana Deşta Xanê digotin.

Çi şer e li Şîvdolikan

Bû reqereqa beglikan

Jin direvînin landikan

 

Deşta Xanê ya pan e

Cihê berx û mihan e

Şerê me hat nav zoman e

-(ev a dawîn ne wisa ye, min wisa li hev anî)

 

Xanê sê av lê dixuşin

Kewên gozel lê dilûsin

….

 

Paşê em ê daketana Dûpirkê, gundê Mizgeft û Keşkanê… -Lê wextê me nebû.

Ew roj nizanim çawa derbas bû, te hew dî bû êvar.

Min ew zarokê biçûk, li nav wan pal û pesarên dûr hişt û ez vegeriyam. Te dî, wekî gotî, “çûyîn bi destê mirov e, veger ne –bi destê mirov”  belkî jî mirov rastiya rastî tu carî bi temamî venagere, îlem parçeyek xwe li dû xwe dihêle. An jî ew parçeyê ku bi salan e li wir hiştiye, mirov wî jî hildide gel xwe û bi xwe re dibe tewirgeha xwe. Mirov her piçekî mihacir e û çu carê bi temamî venagere warê zarokatiya xwe.

Nizanim.  

Roja paştir, piştî nîvro, dema erebeyê laşê min ê xirbende hilda û teker zîvirîn, Gûzereş bi herdu çavan digiriya. Ewr kun bûbûn, baran bûbû gijlok, gijlok bûbû kul û kesera dilê min. Û ez û ew pêkve giriyan û hey giriyan. Nizanim sebeb çi bû!


DEMA XATIRXWESTINÊ

Ev ne xatirxwestin bû, ne jî bidûrketin. Belkî qipînek bû, wekî çawa gûzek li ristika xwe diqipe û gêr dibe nava valahiyekê ku nizane dê aqûbeta wî çi be, tiştekî wisa tal û bêmane.

Êdî ratsiyek hebû, war herçend ew war bû jî dil ne ew dil bû. 

Gava erebeyê ajot û gund li dû wê ma, min li ser her bengeha zeviyê, ew çavên wî zarokî dîtin. Bi rê ve hilawîstî bûn. Tiştek digote min lê ez tênedigihîştim, belkî digot: Te xêr e, tu bi ku de diçî? Belkî jî digote min: Ma hema ev bû çîroka te! Te çi zû ez û xwe li wir hiştin! Nizanim. Lê di bin wê barîna dijwar a gijlokê de tenê ew du çav hişk û hola mabûn. Tî, ziwa û bê hez…

Lewra, yê mirov bi warî ve girêdida, yê war ber dilê mirov ava dikir, yê dibû xwê û çêj ji jiyanê re, yê ken bi lêvên zarokan dixist û yê dihişt mirov bibêje, ‘ez heme’ tenê û tenê hez û hezkirin bû.

Niha di vî dilî de hişk û hola… miçiqî…

Ax, xwezî, sed xwezî ez qet û qet mezin nebibam!

 

 

  

 

 

 

   

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Ev êşka reş dê biçe lê..

  • 24 Adar 2020

Ev rojên haRojên qewî giran in; rojên hawar û êşkên reşHey ev roj dê biçinPaşê em ê dîsa vegerin nav jiyanê heu ku qet tu tiştek li me...

Şîpa çîrokên wenda

  • 01 Berfanbar 2021

çîrokên waran hene, destanên dûvdirêj ku rîs bi rîs li rshê wê civakê dageryayî.. berê jê re digotin Hekarya; warê Aryenên...

Lêk-ve-kirin û jêk-ve-kirin 

  • 14 Gulan 2025

Ji bo guhdarîkirinê:     Hûn dikarin van gotinan, wekî “li hev (par)vekirin” û “ji hev vekirin” bixwînin.  Em niha, di zemanekî welê ketine, sertapê şerê lêkvekirin û jêkvekirinê tê...

Hemû Nivîsen Omer Dilsoz

Omer Dilsoz kî ye?

Nivîskar Omer Dilsoz di sala 1978'an de li Colemêrgê gundê Gûzereşê hatiye dinê. Li Gûzereşê fêrî xwendin û nivîsînê bûye û dinyaya sêhrewî ya nivîsê deriyê xwe lê vekiriye. Dilsoz di salên xwendinê de li Colemêrgê dest bi nivîsîna kurdî kirîye û gelek nivîs û ceribînên wî di rojname û kovarên kurdî de hatine weşandin. Ew li Amedê kar û barên xwe yên nivîsînê didomîne û di heman demê de di Diyarnameyê de qunciknivîskari dike.
Pirtûkên wî:
- Hêviyên Birîndar / Weşanên Aram / Roman / 2003
- Bêhna Axê / Weşanên Berçem / Roman / 2005
- Bila Gotineke Min û Te Hebe / Weşanên Berçem / Helbest / 2007
- Neynika Dilî / Weşanên Aram / Roman / 2009
- Berbiska Zer / Weşanên Avesta / Roman / 2011
- Hevrazên Çiyan / Weşanên J&J / Roman / 2013
- Ez û Min / Weşanên J&J / Roman / 2015
- Kundê Dadger / WeşanênHîva / Fabl / 2016
- Gêjevang / Weşanên Lîs / Roman / 2018
- 4kotra 4çela / Weşanên Lîs / Roman / 2021
- Kanûnkuj / Peywend / Bîranîn / 2023
- Işik / Peywend / Novel/ 2023
- Morîbeşkê Êntel / Peywend / Şano/ 2023
- Şair Dibê / Peywend / Helbest/ 2023
- Siwar û Peyar / Peywend / Wan / Roman/ 2023
- Li Dû Bihuşta Berze / Peywend / Roman/ 2023
- Serpêhatiyên Mîro û Simore /Peywend / Roman/ 2023
- Dinyaya Me ya Germ/Dinyaya Wan ya Sar / Peywend/ Roman/ 2023

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nêzî 90 hezar xwendekar ji xwendinê bûn

ad

Hatip Dicle li DMME’yê bi ser ket, Tirkiye têk çû

ad

Talebanî: Divê hilbijartinên Parlamentoya Herêmê bi awayekî şefaf bên kirin

ad

Ji Dadgeha Federal a Iraqê daxuyaniya li ser referandûmê

ad

DTP: Bila dixtorên bi kurdî dizanin bişînin herêmê

ad

Sezen Aksu di doza 'Adi Bende Sakli' de têk çû

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

  • 05 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname