Di salên du hezarî de li NÇM Şaxê Îzmîrê min guhdariya rûspiyê me Ahmet Aras kiribû. Keda wî ya di derbarê Evdalê Zeynikê de wekî her kurdî bandor li min jî kiribû. Lê ji derî kedê wî behsa qewimînekê kiribû. Bi qasî tê bîra min, Ahmet Aras meselê wisa neqil kiribû; wextekê, li gundek, leşker gundiyan berhev dikin. Serleşker zevtê li gundiyan dikin da ew li xwe mukir werin. Gundî ji a xwe de nayên xar. Serleşker ferman dide, dibêje, "werin cem hev, bikevin rêzê." Vedigere, ji leşkeran re dibêje, "amade bin", leşker bi çekên xwe amade dibin. Mixtêr, diçe, ji gundiyan re dibêje, "baş xwe bidin hev bila guleya dewletê vala neçe!" Serleşker bi kirina xwe xwestiye gundiyan bitirsîne û ew li xwe mukir werin lê muxtar efendî bi wî kirina xwe xwestiye guleya dewletê biparêze.
Rûspî, lêkolîner û rewşenbîriya me ji bo danehev û arşîva kultur, dîrok û edebiyatê gelek muhîm in. Ew qewimîn bi salan e ji bo min wekî îbretekê ye, di heman demê de wekî min bi dehan mishef derbarê tarîx û jiyana sosyalî a kurdan de xwendibe bi min bi mehne tê û ez wê bûyerê şîrove dikim.
Careke din sohbeta Ahmet Aras hebû*. Hewa gelek germ bû. Dîsa jî bi dilxweşî çûm, min guhdariya Ahmet Aras kir. Berî panel dest pê bike li ser masê yekê giliyên xwe dikir ku di qada sanal de hin kurd bi navê siyasetê hevudu diêşînin.
Pîştî şîroveyan panelê dest pê kir. Ahmet Aras serpêhatiyek xwe û Yaşar Kemal vegot. Wî got, "Yaşar Kemal gotiye, 'destana Evdalê Zeynikê destaneke muhteşem e. Folklora kurdan wekî derya ye. Nîvê dinyayê sosyalîst in, çend rewşenbîrên kurd sosyalîstî nekin wê çi bibe, di dewsa wê de ew bi nav gel kevin derheqê folklora xwe de lêkolînan bikin wê baştir be.' Yaşar Kemal ev yek ji çend kurdên me yên nav rêxistina çepgiran de bû re got."
Nîşe: Ji ber lêkolînên ji bo romanekê, ji ber nivîsîna romanê îhtimal e ku demeke dûvdirêj ez ê nenivîsînim.
*Nûçeya eleqedar:


