logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Helîm YÛSIV

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV

"Mirî Ranazin" 20 salî ye

  • Dîrok: 13/12/2017
Sal 1996 bû. Hezîran bû.
Yekem pirtûka min a bi kurdî hat weşandin. Wê salê nû Weşanxaneya Avestayê dest bi weşanê kiribû û bi bergê xwe yê zer li Amûdê gihişt ber destên min. Ew hestên xweş, ew hêsirên ku nivîsandina bi zimanê dayikê, bi kurmanciya şêrîn, xistin çavên min, ji bîra min naçin. Berî “Mirî Ranazin” du pirtûkên min ên çîrokan “Mêrê avis” û “Jinên Qatên Bilind” bi zimanê erebî li Şamê derketibûn. Lê kêfxweşî û çêja derketina yekemîn pirtûka min a bi zimanê dayikê rê li ber wê yekê vekir, ku ez her du pirtûkên xwe yên din jî rasterast bi kurdî amade bikim. Ez bixwe navê wergerê li vî karê ku min kir, nakim. Ji wergerê bêhtir, ew vegerandina çîrokan ya ji bo zimanê wan ê resen bû. Di wan salan de  di navbera Amûdê û Helebê de, diçûm û dihatim. Li Zanîngeha Helebê tevgereke wêjeyî ya berbiçav bi zimanê erebî hebû. Wisa jî li Bakur û Tirkiyê di dema Ozal de û piştî destpêka salên notî, qedexeya giran ya li ser kurdî hate sivikkirin û bi sînor be jî kurdan li Bakur dest bi derxistina rojnameyên mîna “Welat” û “Welatê me”, kovarên mîna “Rewşen” û “Jiyana Rewşen”  kirin. Her wiha nû dest bi avakirina weşanxaneyên kurdî kirin. Vê derfetê em li çapkirina pirtûkên kurdî, bi çapeke bi rêk û pêk, germ kirin. Nexasim ku hemû kovar û pirtûkên kurdî yên li Rojava û li Sûriyê derdiketin, hem bi dizî û zehmetî û hem jî bi çapeke pir xerab derdiketin. Wekî ku tê zanîn, heta salên du hezarî jî înternet li seranserê Sûriyê qedexe bû, wisa jî telefonên destan. Anku ji nivîsandina çîrokan zehmetir, şandina wan ya Bakur û Stenbolê bû. Kurdî li her du aliyan qedexe bû û di navbera Amûdê û Mêrdîn û Nisêbînê de jî tenê mayîn û kozikên leşkerên nobedar yên li ser sînor hebûn. Di riya hin heval û dostên ku ji bo karê xwe yên taybet diçûn Stenbolê, çîrokên “Mirî Ranazin” ji bo Weşanxaneya Avesta hatin şandin. Çîrok bi xeta dest hatibûn nivîsandin û wisa ji weşanxanê re hatibûn şandin. Ji ber tunebûna derfeta têkiliyeke rasterast, min bersiva hemû pirsên Abdulah Keskîn yên di derbarê sererastkirina destnivîsê de, di riya telefona mala me ya Amûdê re, dan. Bi wî awayî, di sala 1996’an de û wekî yek ji pirtûkên destpêkê yên Weşanxaneya Avestayê “Mirî Ranazin” hate weşandin.
Gava duyem piştî çapkirinê û belavkirina li bakurê Kurdistanê, derbaskirina pirtûkê ya rojavayê Kurdistanê bû. Wan salan, wekî van salan û wekî herdem, derbaskirina pirtûkên kurdî di deriyê Nisêbînê û Qamişlo re pir zehmet bû. Yan jî bi temamî nedibû. Rêya din deriyê “Babulhewa” yê di navbera Helebê û Îskenderûn, Hetayê de bû. Li Helebê min ajovanekî “şofêrekî” otobusekê dît ku hem ajovanî û hem qaçaxçîtî di navbera Sûriyê û Tirkiyê de dikir. Piştî min pêre li hev kir ji min re got ku di otobusa wî de “depoyek” mezin heye, tenê ji bo malê qaçax e. Ji her kesî weye ku ew depoya benzînê ye, lê ya rast ew embareke ji bo malê qaçax e. Ji ber wê pere pir xwestin û min jî qebûl kir. Piştî çûna yê ajovan hevalê ku ez pê dabûm naskirin, ev agahî jî da min:
- Tişteke ku wî ji te re negot, ezê ji te re bêjim. Hayê nobedarên sînor yê her du aliyan jê heye. Ew her du alî jî kirî ne.
Bi vî awayî dilê min kete cih, ku wê pirtûkên min bi selametî bigihîjin aliyê din ê sînor û wê derfeta belavbûna pirtûkê ya li Binxetê jî bi dest bikeve.
Sal 1998 bû.
Sedsaliya rojnamegariya kurdî bû. Sed sal di ser derketina yekemîn rojnameya kurdî “Kurdistan” re ya li Qahîre derketibû, derbas bûbûn. Bi vê helkeftinê ez ji hêla dezgehên kurdî yên li Stenbolê ve ku ev çalakî organîze kiribûn hatim vexwendin. Ez bi wê otobusa ku wê “Mirî Ranazin” ji min re bi dizî di sînoran re derbas bike hatim Tirkiyê û li Stenbolê beşdarî wê helkeftinê bûm. Di nav dezgehên ku helkeftin amadekiribûn û vexwendin ji min re şandibûn Navenda Çanda Mezopotamya (NCM) jî hebû. “Teatra Jiyana Nû” ku girêdayî vê dezgehê bû dest bi lîstina şanogeriya Komara Dînan Şermola kiribû. Komara Dînan navê çîrokekê ji çîrokên “Mirî Ranazin”e. Kesên çîrokê hemû dînên Amûdê ne. Li Navenda NCM ez bi lîstikvanên ku rolên dînên “Komara Dînan” dilîstin re civiyam. Ez li ser taybetî û şeklûşemala “dînên” Amûdê yên di çîrokê de yeko yeko axivîm û li gor wê ji nû ve lîstikvan ji bo şanogeriyê hatin hilbijartin. Yek ji rojên herî xweş di jiyana min de ew roj bû, gava li ser dikê “dînên” min ên di çîrokê de hemû ji nav rûpelan derketin, hibr û murekeba li ser cilên xwe daweşandin û ji nû ve li ser dika şanoyê, li ber çavên min, hatin jiyanê. Yekemîn car bû ku şanogeriya “Komara Dînan” zindî dibînim. Balkêş bû, di serdanên min ên Bakur de, wê demê gava ku hevalên bi min re dixwestin min bi hinekan bidin nasandin, nedigotin ev nivîskarên “Mirî Ranazin” e, digotin; ev nivîskarê “Komara Dînan” e.
Bi vegera min a Amûdê re, heftsed dane ji “Mirî Ranazin” bi qaçaxî sînorê Serxet û Binxetê derbas kirin. Wisa jî bi qaçaxî li Rojava hatin belavkirin. Di sala 2000’î de duyem çap ji hêla Avestayê ve derket.  Di 2013’yan de çapa xwe ya sêyem jî, ji hêla Weşanxaneya Peywendê ve, li pey xwe hişt. Wisa jî li tirkî û farisî hate wergerandin. Di van bîst salan de, gelek bîranîn û bûyerên girêdayî vê pirtûkê qewimîn, lê ew hestên germ yên "pirtûka ewilî", mîna hestên "dilê ewilî" dubare nabin.
20 sal derbas bûn û mirî hîn di xew de ne.
Hin Nivîsen Nivîskar

Romana “Bend"

  • 19 Sibat 2012

Her çendî dîroka hatina kurdan ya Ewropayê kevin be, lê dîsa jî şûn û şopa vê hatinê di wêjeya kurdî de, nû rûdide. Bi sedan kurd, di...

Ez ji bo Pilingên Tamîl xemgîn im

  • 21 Gulan 2009

Van rojan nûçeyeke bi lez di medyaya dinyayê de belv bû. Du roj bi ser neketin, ji bilî kêfxweşiya serokê Sirîlankayê û dîmenên mirovekî kuştî...

Mehmûd Derwîş û Kurd

  • 15 Tebax 2008

 Mehmûd Derwîş helbestvanekî xwedî bandoreke wisa ye ku hema hema her kesê ku hayê wî ji wêjeya erebî heye xwedî çîrok û...

Hemû Nivîsen Helîm YÛSIV

Helîm YÛSIV kî ye?

Nivîskar Helîm Yûsiv di sala 1967'an de li Amûdê hatiye dinê. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000'î ve li Almanyayê dijî. Malpera me Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Her wisa Yûsiv dor 20 salan ji bo televîzyonên kurdî bernameya wêjeyî bi navê "Gava Sêyemîn" û "Deriyê Din" amade kir.
Pirtûkên Helîm Yûsiv heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û "Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Li aliyê din li Başûr di sala 2015'an de Weşanxaneya Endîşe Xelata Romanê, li Bakur di sala 2020'an de Egîtîm-Senê Xelata Kedê da wî.
Pirtûkên wî yên çapkirî ev in:
- Mêrê Avis (çîrok. 1991)
- Jinên Qatên Bilind (çîrok, 1995)
- Mirî Ranazin (çîrok, 1996)
- Sobarto (roman, 1999)
- Memê bê Zîn (çîrok, 2003)
- Tirsa Bê diran (roman, 2006)
- Gava ku Masî tî Dibin (roman, 2008)
- Romana Kurdî (lêkolîn, 2011)
- Auslander Beg (çîrok, 2011)
- 99 Morîkên Belavbûyî (roman, 2015)
- Wehşê Di Hundirê Min De (roman, 2018)
- Firîna Bi Baskên Şikestî (Roman, 2019)
- Serdema Qazîmazî (Çîrok, 2021)
- Agirê ku bi mala me ketiye (Gotar, 2023)
- Ez lawê duhezar û şeşsed sal ji tozê me (Hemû Hevpeyvîn, 2023)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Di metnên edebî de homoerotîzm û wek têmayeke edebî hevzayendî

ad

Cemiyeta Rojnamegerên Azad karbeşiya xwe kir

ad

2024: Yên ku xatir xwestin

ad

NASA'yê wêneyê bendava ku Heskîf noqav kir weşand

ad

Di roja dawî de belgefîlm li benda we ne

ad

Demirtaş: Ji bo Xweseriya demokratîk bikeve pratîkê emê têbikoşin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname