logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Mala coronayê ava be

  • Dîrok: 15/04/2020
  • Beş:

Ferîd Mîtan - Qamişlo

Ji bo ku bi carekê bipelixîne, her ku keysa derdorê lê hatiye derbeka kuştinê daweşandiye kiloxê serî. Lê berbiçav e ku kiloxê rojavayê Kurdistanê hesinî ye, lewra tavilê vedigere ser kewna xwe ya berê û yekcaran rewşentir dibe. Vê yekê dibêjim, çimkî ji bo hikûmeteka şeşsalî, sepandin û bicihkirina qedexeya derketinê û xweparastina ji vê afata cîhanî, vîrosa coronayê, ne karinên ew qasî rehet û hêsan in. Lê Birêveberîya Xweser a rojavayê Kurdistanê berî gelek welatên cîhanê ev biryara han li qelemê da û bi qasî ku jê tê dibe serî. Li milê din jî, hikûmeta Herêma Kurdistanê bergirî û rêkarên herî guncaw û mikum bi cih dike û di ber ra jî destê alîkarîyê dirêjî Rojavayê dike.

Coronayê ew qiseloka han beravêtî kir

Di rojên dijwar û tengasîyan da, gelek rastîyên nixumandî serqot dibin û êdî meriv dikare malê xwerû ji yê qelp ferq bike. Bi qasî bîyanîyan, kurdan jî ew gotina ku dibêje “kurd bêpergal û nezan in” dubare dikir û gelek qiselokên din ên deraqil bi devxwarî dihatin virvirandin. Kolanên Qamişloyê bi rêbendên xwe yên kontrolê ve bersivên herî xurt û dîyarîçav ên van qiselokan in. Ev kolanên han bi serberzî bi me didin zanîn ku kurd mirovên xweşik û jîyanhez in, bi qasî miletên herî bipêşketî pabendî biryarên hikûmeta xwe ne û hikûmeta wan bi tu tiştê xwe ne kêmî ya xelkê ye. Xortên herî rind û sipehî li ser rêbendan di têz û bendê da ne û bi kurmancîyeka şirîn û kubar bi rêbiwarên ku xwedîyên rewşên awarte ne ra diaxivin, wan kontrol û hişyar dikin û heke bê xwestin ji hin serhişkan rica jî dikin. Ev rewşên awarte ne tê da, wekî din welatîyên deverê di malên xwe da vehewîyane. 

Bêdengîya vî bajarî: xwebêj e, vebêj e, rastîbêj e. 

Coronayê nemerdî nekir 

Mezinên me yên herêmê ku gelek ji wan paşmayên şoreşa Şêx Seîd Efendî û serhildanan in û ji neçarî “binxet” bûn, gelek caran dibêjin; hema çi bi derdorê bê, heyfa kurdan e.  Û di karesat û bobelatan da dibêjin; ev ne tu tişt e, me gelek dîtiye, em nifşên enfal û kîmyabaranan, nifşên sêdar û sergonan, nifşên şewata bi hezarên gundan in. Nifşê îroyîn jî ev neh deh sal in ku qirêja hawirdorê tevî xwe lê kiriye yek û hîna birînên vî nifşî (birînên Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Sipî) nêm negirtine û nekewîyane. Berî coronayê pevçûn û erîş her berdewam bûn û her timî gef li Rojavayê dihatin xwarin û bi ser da direyan. Niha jî pevçûn berdewam e, lê hinekî sist bûye û dengê gef û reyînan êdî bilîyaye, bi carekê temirîye û her kes di xema xwe da ye. Loma, rojavayîyên ku malavayîya coronayê dikin gelekê gelek in û seraqet li ber Xwedê digerin ji bo ku ev afata han niha neqede, lewra heke derdor vala bimîne, ew ê zend û bendên xwe li me vemalîne.

Bi kurtasî rewşa herêmê

- Biryara qedexeya derketinê, bi qasî ku tevgera bazirganîya kelûpelên sereke û pêdivîyên rojane raneweste, hatiye danîn. Welatîyên herêmê di seatên pêşîn ên sibehê da pêdivîyên xwe dabîn dikin û jê pê ve, hin rêzderîyên piçûk ne tê da, herêm xewle ye.

- Dermanxane û nexweşxane, karmendên sazîyên ewlehî û xizmetguzarîyê û peyamhinêrên ku rewşê romal dikin, li ber biryara qedexeyê nakevin.

- Malbatên desteng û hejar ku debara xwe ji karê rojane dikir, Birêveberîyê biryar daye ku destê alîkarîyê dirêjî wan bike û dewlemendên herêmê jî alîkar in. 

- Bejahîya herêmê di bin kontrola hêzên asayîşê da ye, lê tenê ji milê Firokxaneya Qamişloyê ve ku li jêr kontrola rêjîmê ye, rêbiwarên ji Şamê tên (ji bo ku li gor biryara Birêveberîyê 14 rojan neyên karantînakirin) xwe ji xalên kontrola asayîşê vedidizin û bi qaçaxî derbasî herêmê dibin.

- Nola hemî welatên cîhanê, li herêmên Birêveberîya Xweser jî tu çare û derman ji vîrosa koronayê ra nehatiye dîtin, lê tenê rêkarên xweparastinê bi xurtî têne meşandin û bicihanîn.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
- Nivîsên Dawî
news
  • 10 05 2021

Tirsa ji derziyên li dijî Covîd-19’ê

news
  • 30 06 2020

Gotinên Bi Rûdank

news
  • 11 06 2020

Pandemî û kulekên nû

news
  • 01 05 2020

Rewşa Misirc û Xerzan di dema koronayê de

news
  • 30 04 2020

Li Swîsreyê 'Qedexekirin qedexe ye'

news
  • 27 04 2020

Çûyîna Sûkê

Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Notên ji Newroza Amedê

ad

‘Elik û Fatik’ veciya

ad

Lîstika bi kurdî 'Bêrû' hate qedexe kirin

ad

YSK'ê hejmara beşdariya hilbijartinê û serketina bajaran eşkere kir

ad

Xirabmalî ŞIRNEX

ad

Ji Weşanên Lîs “Zarokên Ber Çêm” derket

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname