Eger şaşika mele û şanenavê Dr. li ser serî û pêş navên kesên hêjayê van pîleyê ne, be; bi wate ye. Lê gava ku tênegihîştî van werbigire, kareset e.
Şaşik girêdaneke seriyan e. Bi giranî mele û seyda didin serê xwe. Lê her kesên ku şaşik dide serê xwe jî, ne mele ne. Bi dehan mele û seydayên şehîd ên wekî Ehmedê Xanî şaşik bi nûr û gorbihuşt hene. Li gel wan pîrozweran, meleyên bi şaşik ên ji rastiya baweriyê dûr ên bê îman jî di piyasê de mil li ba dikin. Yên ku civakan wekî van minafiqan diherimînin, tovên cehalet û fesadiyê direşînin jî, ne kêm in. Ji wê, huner ne di şaşikê de, di rastiya kesê ku wê dide serê xwe de ye.
Kulik, şanenav yan jî bereyê Dr. jî dişibe şaşika mele. Ango kesên ku bi rastî jî layîqê wî kulikî ne, hene, lê kesên ku ne hêjayê wî kulikî ne jî, ketine piyaseyê. Bêguman kesên ku bi sextekarî, têkilî û bi pereyan ev şanenavê Dr. kirîne jî, bê hêjmar in. Wekî mînak li welatekî wekî Almanyayê bi sedan şanenavên Dr, bi pereyan hatine firotin. Dîsa wezîrê wan ê parastinê ji ber sextekariya qopîkirinê ew şanenavê Dr. wenda kir. Îro li Tirkiyê bi sedan kesên ku bi şanenavê Dr. yê ji rastiya wî şanenavê dûr, bi dek û dolabên osmaniyên nû bidestxistî û di piyaseya derewan de bîrdoz û têzên sextekariyê diafirînin, bi vê kirina xwe her der lewitandine, mêjî tevlihev kirine, hene.
Dibe, kesekî/e li ser xebat û angaşta ji bo xebata doktorayê amadekirî ev şanenav wergirtibe, lê ev nayê wê wateyê ku ew kes bi rastî jî hêjayê wê pîleyî ye. Ew şanenav berî her tiştî têgihîştin û kemilandinê dixwaze. Wiha yekî/e ev şanenav ji ber têza xwe ya li ser romana alman, swêd û fransî jî wergirtibe, vê rastiyê naguherîne.
Rûspî û seydayên me kurdan tiştên wiha bi hin çîrok û mînakên balkêş yan jî şibandinan zelal dikin. Ezê jî li vir serî li vê azînê bidim:
Dibêjin; gelek dem berê padîşahekî bêdûnde hebûye. Ew biryar dide ku dema mir, pisika wî di cihê wî de li ser paytexê padîşahiyê rûne. Ji wê, di cihanê de çi kesên ku ajalan perwerde dikin hene, dicivîne. Pisika xwe baş dide perwerdekirin. Di encamê de şanenavê “Seyda Pişîle” li pisikê dike. Padîşa rojekê bang wezîrên xwe dike û ji wan re dibêje: “Ezê sibê Seyda Pişîle li ser textê padişahiyê bidim rûniştin, divê hûn ji fermana wî re amade bin û serî biçemînin!”
Wezîrekî li dij derdikeve û dibêje: “Padîşahê min ew pisîk e. Ew nikane wî erkî werbigire!”
Padîşah diqehire û dibêje: Tu yê sibe bibînî. Eger ew bêkêmasî erkê padîşahiyê pêkbîne, ezê serê te lê bixim! Dema pêk jî neyne, ezê te bibexşînim!”
Wezîr bi wê tirsa mirinê diçe malê, mişkek digire, dike qutiyekê biçûk û dike bêrîka xwe. Dema roja din padîşah Seyda Pişîleyî li ser textê padişahiyê dide rûniştin, pisik bi newkînê dest bi fermandayînê dike. Di wê kêliyê de wezîr mişk ji qutîka xwe derdixe û berdide rasteya qesrê. Çawa çavên Seyda Pişîlê li mişk dikeve, tac û macê davêje û serî dide ser mişk.
Rastî ev e. Dema mirov negihîştibe pileya kemilandin û têgihîştinê, tanca (ajo / instinkt) nezanînê ji serxwe neavêtibe, şanenav jî tu sûdê nade. Mirov di bin wî navî de hê zêdetir ser û çavên xwe dilewitîne.
Şanenava Dr. tu mafî nade kesekî ku ew li kesayetiyên din çêr û heqaretan bike, mirovan piçûk bibîne. Her tiştî rast, nerast rexne bike. Wê şanenava xwe ya Dr. wekî şûrê Demokles li ser her tiştî re bihejîne. Ew kesê xwediyê şanenavê Dr. ji bo çend quriş-û-navgirtinê, li bajarekî kurdan di bin ala tirkan de bejna xwe jî li ba bike, ev mafê wî yê xwe li ser lûtkeya Everestê dîtinê, tune.
Li aliyê din, divê kesên xwedanê şaşika meletî û şanenavê Dr. di têgihîştina erkê xwe yê ronakbîrî de jî be. Ev têgihîştin nayê wê wateyê ku ew di navbera dijmin û hêzên gelê xwe de li ser bendê balansa cambaziyê bilîze. Rastiya ronakbîrî li cem gelê xwe cih girtine.
Dema mirov teknîkê rast bikarbîne, teknîk dibe tişteke baş, dikeve xizmeta mirovahiyê û her kes dikane jê sûd werbigire. Lê gelek mixabin ku hin kes û komik, teknîkê ji bo hestên xwe yên di nava rik û daxesiya feodalî de xeniqî, bi kar tînin. Wekî mînak gelek derdoran derfetên înternet dide, ne ji bo yekîtî û berjewendiyên gelê kurd, ji bo xizmeta şerê qirêj û taybet anîn û bikartînin. Min gelek caran navên wan derdorên fêlxirab dane.
Facebook jî derfeteke teknîkî derxistiye pêş me. Lê gelek mixabin ku hin der û doran, çi kesên sade û çi kesên bi şanenavê Dr. Facebookê guherandine cihê galgalên ser tendûran. Bi taybetî jî, hin kesên qaşo bi şanenavê Dr. dixebitin ku bi wê şanenava xwe li ser tendûra Facebookê serên hin kesên bêhay tevlihev bikin. Heman tiştî hin kesên navên niskarî, rexnegirî, pisporî ûhwd. li xwe kirine jî dikin.
Hêviya min ew e ku berî her kesî kurd di rastiya vê şiroveya nîvco de carê li rastiya piyaseya îroyîn ya vê teknîka ragihandinê binêre û ne bi niskarî, rexnegirî, pisporî, şanenavên Dr. yên dijmin û ne jî bi şanenavê Dr. di nava galgalên tendûra Facebookê de têkçûyî, ne jî bi şasikên meleyên di xizmeta dijmin de bixapin.
***
Nivîsên Fêrgîn Melîk Aykoç ên ku di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- Bulent Arinc, liberal û nêçîrvanî
- Netkurd malpera kê ye?
- Têgînên ji bo saziyên civakî
- Di afirandina navdêrên nû de rêgezên zanistî
- Hebûn û tunebûna romanê yan egoya hinekan
- Wêjeya tunebûnê
- Şerzano! Ciwanê ber dilan
- Newroz ji bo kê çi bû
- Eksperîmenteke wergerê
- Girîngiya wergerê ji bo kurdî û di wergera kurdî de hin xetere
- Ceylanê Xifşê stêrika teyîsî
- Ma em kurd kurdî dixwazin?
- Rewşenbîrî û çend têbinî
- Jînborî /jîrok (novelle) û çîrok
- Abant û Hewlêr
- Strana “Mişko” ê kî ye, kirin malê kê?
- Çend peyv li ser redektekirina di çapemeniyê de
- Li Frankfûrtê notên li ser weşanxaneyên kurdan


