logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'
  2. 'Prenses Mumbî' xelata mezin girt
news-details

Ji bo Zapatayan xweserî berxwedan e

Bêyî ji dewletê tiştekî bixwazin Zapatayan xweserî îlan kirin. Rewşa wan û kurdan gelek dişibe hev. Vaye mijareke balkêş

  • Dîrok: 07/08/2011
  • Beş: NÎQAŞ

Hevpeyvîn: Meral ÇÎÇEK
 
Di 1'ê rêbendana 1994'an de Zapatîstayan ji bo mafên wekhev serî hildabû, ji wê rojê heta niha gelek tişt guherî. Beşeke girîng a civakê ji xwe bi rê ve birina siyasî heta çanda serbixwe, ji qontrola li ser çavkaniyan heta pergala hiqûqê xweseriyeke saz kirine; ji Meksîkayê xwestina vê xweseriyê wêdetir, digel dewleta Meksîkayê jî wan ev xweserî xistiye pratîkê. Ev sazkirine helbet ne bê problem û astengiyan e, mirov hê nikare bibêje ev pêvajo temam jî kirine. Lê bi gavên bi biryar demokrasiya radîkal a herêmî pêş ve dibin, li aliyê din veguherîna civakî pêk tê. Aktîvîst û rojnameger Javier Elorriaga ku ji bo qalkirina van xebatan ji Chiapasê hat Almanyayê me li ser van xebatan xeber da. Me dît ku fikra xweserî û neteweyî ya Zapatîstayan ji ya kurdan ne cudatir e.

Di bin pêşengiya Zapatîstayan de li Chiapasê xweseriyeke komînal a girîng hate sazkirin. Hûn bixwazin em ji vê pêvajoya sazkirinê dest pê bikin.

- Zapatîstayan pergala xwe saz kir. Bêyî ji dewletê bixwazin, bi hêza gel ava kirin. Ji hikumetê tu tiştekî nexwestin. Jixwe bi qasî mîsqalekê jî baweriya wan bi hikumetê tune ye. Ji bo sazkirina xweseriyê pêdivî bi bingeheke madî heye. Lê di vê gavê de jî bêyî pişta xwe bidin dewletê biryareke teqez a sazkirina pergalê hebû. Pergala li wê derê bi temamî otonom e. Mînak dayîna perwerdehiyê, formasyona mamosteyan, qada tenduristî, klînîk, nexweşxaneyên biçûk, perwerdehiya xebatkarên tenduristiyê; ev hemû bêyî têkilî bi hikumeta navendî re saz bikin bi awayekî xweser saz kirin û pêş xistin.
Li pişt perdeyê ji bo mafên gelê herêmî li hemberî hikumeta Meksîkayê têkoşîn hebû. Gotin: "Em gelê herêmî, ê esil ê vî welatî ne, em dixwazin bibin parçeyeke vê neteweyê. Dîroka tije zordariya dewletê ye. Em dixwazin mafên me jî wekî gelên din ên li Meksîkayê dijîn wekhev be." Di nav pêvajoyê de li hemberî artêşa hikumetê têkoşîna çekdarî hate dest pê kirin. Lê tevî vê jiyan û civak ji nû ve hatin sazkirin. Mirovan nedixwest ji derve ve wan bi rê ve bibin, wen dixwest ew xwe bi xwe bi rê ve bibin. Di nav Meksîkayê de xweserî dixwestin. Armanc serxwebûn e. Lê ji serxwebûnê çi tê fêmkirin ew girîng e. Em xwe wekî parçeyeke Meksîkayê dibînin. Lê ev parçeya Meksîkayê ku aîdê me ye em dixwazin têde pergala xwe saz bikin û şikil bidinê.

Baş e, di vê pêvajoyê de têgehên wekî dewlet, desthilatdarî, hîyerarşî roleke çawa dilîzin?

- Roleke zorkar dilîzin. Mînak: Divê modeleke demokrasiyê hebe ku têde bi rastî gelê Meksîkayê çi dixwazin nîşan bidin. Modela xweseriyê ku me saz kiriye, bi feresata xwe li gor me ji polîtîkaya navendî zêdetir bingehîn e. Lê em wekî gelê Chiapasê em vê modelê bi zorê nadin ber gelên din ên li Meksîkayê dijîn. Modela xweserî ya Zapatîsyayê ku em jêre dibêjin "Cuntaya Rêveberiya Baş" ji bo me modeleke bi fêde ye, bi kêr e. Ji ber ku em vê modelê li erdnîgariya xwe, li gor paşeroj û rastiya xwe saz dikin. Lê ev model dê bikêrî gelên din ên Meksîkayê bê, dê fêdeya wê ji bo wan hebe yan na em biryara vê yekê nadin. Lewre ji bo sazkirina demokrasiyeke rastîn divê em têbikoşin û gel piştî vê yekê kîjan modelê bixwazin dê biryara wê bidin. Em bi xwe jî wekî modeleke her demî, modeleke ku nayê guhartin li xweseriyê nanêrin. Em hê di pêvajoya sazkirinê de ne, di dawiya vê pêvajoyê de dibe ku tişteke din jî derkeve, vê yekê dê mirov biryar bidin. Tiştê girîng, ji bo ku mirov biryara xwe bidin divê bingehek bê amadekirin. Dibe ku biryara modeleke din, modeleke xwe bi rê ve birinê bidin.

We got li gor rastiya gelê Chiapasê me ev model ava kiriye. Berî vê jî li ser modela xwe bi rê ve birinê tecrubeyeke we hebû?

- Li herêma Zapatîsta, beri serhildana çekdarî ya gel a li hemberî hikumetê kêm be jî bi awayekî gel xwe bi rê ve dibir. Yanê civakên li Chiapasê bi awayekî xwedî modeleke xwe bi rê ve birinê bûn. Lê li derve hikumeteke ku ji te re dibêje tuyê çi bikî, di vî warî de fermanan dide heye. Hikumetê bi vî şiklî modela ku li wê derê hatibû sazkirin xira dikir. Û ev ne tenê xirakirina modela li wê dere bû. Ji vê jî wêdetir mudexeleyê têkoşîna demokratîk ku dihat kirin jî kirin; ev têkoşîn têk birin. Di dawiyê de jî sistbûn derdiket holê. Ji ber vê yekê ji aliyê me ve, bi rê ve birina xweseriyê, sazkirina xwe bi xwe bi rê ve birinê, li hemberî dewleta ku navendîbûnê dide ber me, berxwedanek e. Berxwedan divê wekî tenê bi çekdarî berxwedan neyê fêmkirin. Xweserî berxwedaneke ber bi çav e, a rast têkoşînek e.
Li nava Chiapasê li hemberî vê modelê têkoşîneke tune ye. Ev pergal li vir tê qebûlkirin, wekî rêveberiyeke tê qebûlkirin. Em bibêejin dê li ser gundekî biryareke bê girtin, divê ew gund bi xwe vê biryarê bide. Li gundên cur bi cur yekîtî tê sazkirin, civîn têne sazikirin, nûnerê/a her gundî beşdarî vê dibe. Li vê derê pirsgirêk têne tesbîtkirin, li çareserî tê gerîn û ji gundan dest pê dikin û xweseriya herêmî tê avakirin. Jixwe gel li hemberî vê berxewnade.

Hûn dikarin hinek qala vê pergalê bikin?

- Civakên em ji wan re dibêjin "Comunidad" di nav pergala xwe bi rê ve birina alternatîf de asta herî jor temsîl dikin. Sînorên navçeyên ku ji aliyê dewletê ve hatine diyarkirin ji aliyê erdnîgarî û çandî ve ji nû ve hatin diyarkirin. Erdnîgarî li pênc herêman hat parvekirin, em ji wan re dibêjin "caracol". Piranî ev ji hev serbixwe dimeşin. Di nav pergala civîna navendî de ev rol dilîzin. Berî her tiştî ji aliyê navendên xwegihandin û lojîstîk ve kar dikin.
Biryara li ser jiyana hevpar aîdê Comunidadan e. Yanê rêgeza bingehîn e ku di destê yekîneyên herî biçûk de be. Her pirsgirêk û pêdiviya ku bê bîra te li vê derê di civînên giştî yê lijneyê de tê nîqaşkirin, bi prensîba konsensusê biryar tê girtin. Nûner her gav bi hilbijartinê têne diyarkirin; ger ew peywira xwe baş neynin cih, hema di cih de ji aliyê hilbijêran ve ew ji kar têne girtin û dîsa hilbijartin pêk tê. Dîsa rotasyon rêgeze girîng e. Bi vê yekê hem li hemberî desthilatdarparêzî tevdîr tê girtin, hem jî dikin ku heta mimkûn be her kes beşdarî xebatên îdarekirinê bibe. Yanê bi vî şiklî hemû endamên civakê bi awayekî di nav lijneya biryargirtinê de cih digirin; bi her kesî re zanîneke pêş dikeve. Ev ji gundan ber bi "Caracol"an rêxistkirinek e.

Dema ku biryarên xwe hûn bi xwe bigirin, bi awayekî hûn rayeyên dewletên li vê herêmê bi sînor dikin. Baş e li hemberî vê xweseriya ku bêyî hûn destûrê ji dewleta Meksîkayê bigirin we saz kiriye, dewletê çi kir, çi dike?

- Bi şer bersiv da. Şiklên cuda yên vî şerî hene. 18 sal in didome. Mînak şerê aboriyê daye dest pê kirin. Mînak ji bo civakên me xirab bike alîkariya madî pêşniyarê hin malbatan dike. Hin malbat vê yekê qebûl dikin. Bi vî şiklî dike ku civakê bide du parçe. Yan jî erdên ku me çandine dide ber agir. 18 sal in bê navber şerên bi vî rengî yên dewletê didomin.

EZLN (Artêşa Rizgariya Neteweyî ya Zapatîsta) biryar da ku biryarên ku gel bistîne dê bi tu mudexeleyê wan neke. Em vê biryarê çawa fêm bikin?

- Belê, ji bo vîna sivîl biryareke wisa hat girtin. Ev yek bi awayê azadiyê ve girêdayî ye.  Tiştê ez dixwazim bibêjim; azadiya biryargirtinê, azadiya sazkirina xweseriyê, azadiya biryardayîna gel bi xwe ya li ser çi dixwazin wê bikin. Kes zorê li te nake ku tuyê li çi biryarê bigirî. Ev yek ji bo EZLN jî derbas dibe. Tu artêşek î, hêzeke çekdar î. Artêş vesazkirineke ji jor ber bi jêr ve ye. Belê EZLN xwedî wê peywirê ye ku gel ji dewleta Meksîkayê biparêze, ji bo vê yekê hatiye avakirin. Lê di dawiyê de artêşek e û xwedî pergala ji jor ber bi jêr ve ye. Ji ber vê yekê xwe tevî biryara ku rêveberiya demokratîk dide nake. Civam bêyî ku zordariyeke ji artêşê bibîne divê biryarên xwe bide. Peywira artêşê ew e ku erdnîgariyê û gel biparêze; peywira wê ne ew e ku civakeke nû ava bike.

Baş e di avakirina xweseriyê de rewşa jinan di nav civakê de çawa ye?

- Rewşa jinan gelek guherî. Tevî têkoşînê jinan li hemberî newekheviyê têkoşîn da. Yanê me aliyekê de li hemberî dewleta Meksîkayê ji bo mafên gel têkoşîn da, di nav vê têkoşînê de jî jinan il hemberî cinsparêzî têkoşîn da, ji bo mafên wan bêne qebûlkirin û hurmetê bibînin têkoşîn da, ev têkoşîn hê didome. Ez dikarim bibêjim di vî warî de li Chianasê şoreşeke cinsî pêk hat. Li navenda têkoşîna jinê ya niha têkoşîna li hemberî maşîzmê, yanê zihniyeta serdestiya mêran heye. Mînak tiştek ku her tê ser ziman, rewşa bedena jinê. Dibêjin ku bedena jinê divê ne di bin qontrola şexs, ne ya pergalê ne jî di bin qontrola kapîtalîzmê de be; li hemberî vê qontrolê têdikoşin. Serdestiya pergala mêr û ya kapîtalîzmê ji hev cuda nabînin. Berevajî vê têkoşîna li hemberî pergalê di heman demê de wekî têkoşîna li hemberî serdestiya mêr jî dibînin.
Ez ji we re mînakek bidim ku jin di vî warî de çiqas pêş ve çûne. Li herêma Zapatîsta jinan vexwarina alkolê (meyê) qedexe kir!

Çima?

Ji ber ku wisa gotin: "Aborî hemû malbatê eleqedar dike, divê ne di bin destê kesekî de be. Em jî wekî mêran li nav zeviyê dixebitin. Em ji çem avê tînin. Em xwarinê çêdikin. Lê mêr paşê diçin bajêr, pereyên ku di bin mercên dijwar de me qezenc kirine didin alkolê. Çima? Em vê naxwazin. Ger em hemû bi hev re vî pereyî qezenc dikin wê çaxê ev pere dê çawa bê xerc dikin divê em bi hev re biryara vê bidin. Alkol tiştek aîdê kesek e û malbatê xira dike." Ji ber vê yekê li nav civaka me alkol qedexe ye.

Baş e, mêran li hemberî vê biryarê çi bertek nîşan da?

Jin û mêr xwedi heman mafan in. Ji aliyê taktîkê ve ev biryar ji bo amadehiya têkoşîna çekdarî jî bikêr hat. Ji ber ku ger tu artêşeke çêbikî, mirovên di navê de divê alkolê venexwin. Em gelekî ne ku têkoşînê didin. Ji ber vê yekê em alkolê bikar naynin. Jin rêxistinkirî ne û ger nexwazin alkol bê bikaranîn, hemû civak vê birara wan tîne cih.

Di nav EZLN ku têkilhev e de jin jî serleşkeriyê dikin. Di nav civaka li ser azadiya cinsî, komunal, xweser hatiya avakirin de nakokiyên çawa derdikevin holê?

- Hemû nakokiyên ku civakên heyî dijîn em jî dijîn. Ger mêr bifikire ku li ser jinê xwedî maf e helbet di nav civakê de dê nekokî û pevçûn derên. Li her derê dinyayê ev heye. Lê yê te pergaleke te ya sosyalîst heye û ev pergal dibêje, "na, hûn wekî hev in." Li cem me, têkoşîna ku ji bo mafên gelê Chiapasê tê dayîn, ji bo mafên wekheviya nav cisnan jî tê dayîn.
Ev têkoşîn di her qada jiyanê de tê dayîn. Hemû beşên civakê, hemû endam her gav pejinkar in, bi awayekî zane tevdigerin. Ez nabêjim ev yek me eleqedar nake, em nakevin nav metirsiyê. Na, em her di nav tirseke wisa de ne, em mecbûr in pejinkar bin. Divê em her jê hay hebin ku di vê têkoşînê de azadî ji bo her tiştî ye, ji hev nayê veqetandin.
Pergala têkilhev û xweser a jinan heye. Mînak hin kooperatîfên ku tenê aîde jinanin hene, jin bi serê xwe van organîze dikin. Karê ku jê tê bi dest xistin jî dê çawa bê bikaranîn ew bi xwe biryara vê didin.

Perwerdehiya ku piranî di bin destê dewletê de bû jî we kiriye xweser. Di nifşê ku di nav vê perwerdehiya nû de mezin bûye de cudatiyeke çawa hûn dibînin?

- Belê, nifşek nû gihîşt. ew zêditir amade û jîr in. Piştî 16 saliya xwe di nav "Cuntaya Rêveberiya Baş" de cih digirin. Di nav her qada civakê de cih digirin. Ew mamoste, hemşîreyên niha ne. Û mînak bi perwerdehiya ku wan girtiye ew dizanin li dinyayê çi diqewime; li Kurdistana ku bi hezaran kîlometre dûrî vir e de çi diqewime û ew dizanin mirovên li wê derê ji bo azadiyê têdikoşin. Bi rastî jî nifşek cuda û nû gihîşt.

Di 18 salan de digel hebûna dewletê jî we xweserî ava kir. Ji vê wêdetir çi hedef li pêşiya we ne?

- Pirsgirêka dewletê hê li cihê xwe disekine. Dibe ku em gihîştibin astekê lê em dixwazin zêdetir rewşa jiyana gel baştir bikin, ji bo vê yekê em dixebitin. Her wiha divê bi gelên din ku têkoşînê didin re têkiliyên xurt çêbibin. Bi taybetî tevî gelên din ên nav Meksîkayê divê em têkoşîneke hevpar saz bikin ku ev yek wekî peywir li pêşiya me ye. Ew jî dibînin ku divê têbikoşin, ji ber ku di nav kapîtalîzmê de dijîn. Dibe ku li erdnîgariya xwe xweser bin jî, lê di dawiyê de di nav aboriya kapîtalîst de ne. Guherîn divê li herêmên din ên Meksîkayê jî çêbibe. Ger guherîneke rastîn çê bibe, divê tu xwe wekî giravek, getto yan jî dewleteke biçûcik nebînî. Em dixwazin aboriya xwe saz bikin û di nav vê pêvajoyê de divê perspektîfa me neteweyî û navneteweyî be.

Ji ber ku modelên cuda yên xweseriyê hene, dema xweserî tê gotin her kes her tiştî fêm nake. Mînak xweseriya li Chiapasê û ya li Spanyayê çi ferqa di navbera wan de heye?

- Xweseriya li Spanyayê ji aliyê hikumeta navendî ve hate dayîn. Me ji kesî tişteke wisa nexwest. Me erêkirina kesî nexwest, me bi xwe kir. Tu dixwazi hikumeta navendî biecibîne yan neecibîne ne xema me ye. Ji xwe me ev yek li hemberî hikumeta navendî saz kiriye. Li Chiapasê, li herêma Zapata xweseriya heyî armanca wê ne cudakirina welat e. Berevajî vê armanc entegre ye, lê li ser şertê wekheviyê. Em gelên herêmî yên vê derê ne, ji 500 salan ve ye em li derveyî Meksîkayê ne. Niha em bi wekhevî dixwazin li nav Meksîkayê de cih bigirin. Armanca xweseriya me ev e.
Xweseriya li Spanyayê yan jî federasyon modeleke navdewletî ye. Yanê gelên li wê derê, mînak gelên Bask û Katalan li hemberî wateya milet a li nav zagona bingehîn in. Di fikra Zapata de li hemberî neteweyê tu pirsgirêk nîn e. Pirsgirêk ew e ku wan dike martînal. Ji ber vê yekê me dest bi avakirina xweseriya xwe kiriye. Mînak, Zapatayan tu demê fikra parçebûna ji parçeyên din ên Meksîkayê nexist rojeva xwe. Em niha ji aliyekê ve pergala xwe saz dikin, di heman demê de em ji xwe re dikin armanc ku ev guherîn bandorê li hemû welat bike. Lê di dema li bendemayîna vê de em rastiya xwe ya nû ava dikin. Em bibêjin li hemû welat guherîn çêbû, wê çaxê dê ev modela xweserî bidome, yan dê tişteke din bê sazkirin, vê yekê em ji niha de nizanin. Ev pirs in ku em hê nizanin bersiva wan çi ye.

 

* Weşandina vê hevpeyvînê ya di Yenî Ozgur Polîtîkayê (06.08.2011) de tam rastî dema nîqaşa me ya LI DINYAYÊ XWESERÎ hat. Ji bo girîngiya vê hevpeyvînê û eleqeya bi nîqaşa me re me wergerand kurdî.

Wergera ji tirkî: Cemil Oguz

 

***

 

Nivîsên di nîqaşa "LI DINYAYÊ XWESERÎ" de hatine weşandin:

- Şerefxan Cizîrî: Li Skandînavyayê rewşa modelên xweseriyê

- Fêrgîn Melîk Aykoç: Xweseriya li Belçikayê

- Zekî Ozmen: Almanyaya Federal û Xweseriya Demokratîk

-Îsmaîl Dîndar: XWESERIYA DEMOKRATÎK ÎRO NEBE KENGÎ?

- Omer Dilsoz: “Xweseriya Demokratîk” û modela Başûr

- Em 'LI DINYAYÊ XWESERÎ'yê nîqaş dikin

 

 

 

 

Parve Bike

Youtube Me

Rewşen

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news

Cemil Oguz: Ji pencereya min Ozgu Kaya, Dilan Karaman

news

diyarname podcast #diyarname #film #news #deng #motivation #pirtûkênkurdî

news

Aysegul Kizilkaya: Fermo Seyda

news

Kadîr Stêra: Ziman Dirêjo Hed Nezano

news
NÎQAŞ - Nivîsên Dawî
news
  • 11 09 2013

Ez çi dibêjim, tu çi dibêjî…

news
  • 09 09 2013

Kurtenêrînek ji bo dîroka Komeleya Nivîskaran

news
  • 04 09 2013

Kongreya Netewî ya Kurd careke din hat taloqkirin

news
  • 31 08 2013

Çarenûsa Komeleya Nivîskarên Kurd

news
  • 31 08 2013

Agahdariyek derbarê Konferansa Nivîskaran ya Îzmîrê de

news
  • 30 08 2013

Gelo Komeleya Nivîskarên Kurd tê girtin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
news

Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

  • Hogir Berbir
news

Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

  • Cemil Oguz
news

Xwîna keviran diherike li sikakên Kobanî

  • H. Kovan Baqî
news

4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

  • Hogir Berbir
news

Pisîka Sorbelek

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji Heredotes çend gotinên li ser Medan

  • Kazim Polat
news

Em bi anekdotan li meseleyê binêrin

  • Cemil Oguz
Ev jî hene
ad

Anîmasyonên ku dê bikevin dû Oscarê diyar bûn

ad

Îranê pereyên xwe guhartin

ad

Kîm çû Ermenistanê

ad

TRT li pêşkêşvanên kurd digere

ad

Sadak: Ji bo Bedirxan abîdeyeke çêbikin

ad

Serê Qesra Îsheq Paşa bi caman dipêçin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Çend gotin li ser 'Li Gelîyê Goyanê Roman Li Diyarbekirê Şiîr'

  • 20 04 2026
news

'Prenses Mumbî' xelata mezin girt

  • 19 04 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname